QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSD’ê destnîşan kir ku îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî şehîdkirina 30 şervanên wan derew in.

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk derewandin
8 ÇILE, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên şehîdkirina 30 şervanên wan, derew in.

QSD’ê ev agahî dan: “Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker belavkirina îdia û nûçeyên derew berdewam dike. Li gorî îdiayên wan, roja 29’ê Kanûnê 8, 31’ê Kanûnê 5, 2’yê Çileyê 6, 5’ê Çileyê 3 û 7’ê Çileyê 8, bi giştî 30 şervanên me di dema amadekariya êrişê de hatine şehîdxistin. Ev nûçe ne rast in.”