Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 6 welatî revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî  li dijî hejmarek welatî dest bi hemleya revandinê kirin, ev yek piştî xwepêşandana duh ya ku şêniyan ji ber rewşa jiyanî û gendeliya herêmê de, li dar xistiye pêk hat.

Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 6 welatî revandin
8 ÇILE, 2022   12:32
EYN ÎSA

Şêniyên kantona Girê Spî û gundewarên wê duh xwepêşandanek li dar xistin û tê de rewşa jiyanî, bihabûna nirxê kehrebeyê, nan, alavên germkirinê û gendeliya li herêmê şermezar kir.

Çavkaniyek herêmî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk hewl dan ku xwepêşandêran belav bikin.

Çavkanî da zanîn ku çeteyan, 6 welatiyên ku tevlî xwepêşandanê bûne bi hinceta ku xwepêşandêr li dijî meclisa herêmî û waliyê Urfayê derketine, revandin.

Li gelek herêmên Sûriyê yên dagirkirî wekî Bab, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo şermezarkirina rewşa jiyanî û çareserkirina gendeliyên di nav meclisan de, xwepêşandanan li dar dixin.

(dx)

ANHA