Şêniyên Qamişloyê li dijî girtina deriyê sînor daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re û girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd şermezar kirin.

Şêniyên Qamişloyê li dijî girtina deriyê sînor daketin qadan
Şêniyên Qamişloyê li dijî girtina deriyê sînor daketin qadan
Şêniyên Qamişloyê li dijî girtina deriyê sînor daketin qadan
8 ÇILE, 2022   12:55
QAMIŞLO

Pêkhateyên kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û girtina deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd daketin qadan. Şênî ji Çerxerêya El-Xelîc heta Çerxerêya Felahîn meşiyan.

Li Çerxerêya Felahîn endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şemsêxan Gulo axivî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî xiyaneta PDK`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê silav kirin û şehîdên Komkujiya Parisê bi bîr anîn û got: “Komploya li dijî Kurdan hîna berdewam e. Divê em li ser vê bingehê tê bikoşin.”

Şemsêxan bal kişand ser çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê û ev yek destnîşan kir: “Xiyaneta PDK`ê ji zû ve heye. Tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê dibe. Ambargoyê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz dike. Li hember êrişên li dijî Kurdan li Rojava û Şengalê bê deng e.”

Şemsêxan piştrast kir ku girtina deriyên sînor ên bi Başûrê Kurdistanê re ne tesadûfî ye û wiha pê de çû: “PDK nikare me ji doz û şoreşê dûr bixe. Çi dike bila bike, em hêz û vîna xwe ji şehîdên xwe digirin. Heta dawiyê em ê li dijî siyaset û komployên li ser herêmên me li ber xwe bidin.”

Her wiha di meşê de bi navê êlên Ereb û Kurdan şêx Hisên El-Sade axivî û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin û got: “Girtina deriyê Pêşxabûr tê wateya ferzkirina ambargoyê li ser gelên herêmê.”

El-Sade daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê dike, bajar wêran kirin, şênî koçber kirin û hewl dide fitneyê di nava gel de derxe û êrişî hemû pêkhateyên herêmê dike. El-Sade bi domdarî got: “Siyaseta tirkkirinê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne. Çekên kîmyewî li dijî Başûr bi kar tîne. Cîhan jî ji ber berjewendiyên xwe li hember van hemûyan bê deng e.”

El-Sade di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku divê gelên herêmê li dijî siyaset û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA