`Armanca êrişên li ser Kobanê zindîkirina DAIŞ`ê û şikandina îradeya ciwanan e`

Yek ji rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Kobanê zindîkirina DAIŞ`ê û valaderxistina projeya netewa demokratîk e.

`Armanca êrişên li ser Kobanê zindîkirina DAIŞ`ê û şikandina îradeya ciwanan e`
7 ÇILE, 2022   05:07
ŞEHBA 

Kobaniyan di 2014`an berxwedaniyek bêhempa li dijî çetyên DAIŞ`ê dan meşandin, Dewleta Tirk ji bo ku wê berxwedanê vala derbixe bi salan e êrişî Kobanê dike û hewl dide careke din DAIŞ`ê li herêmê zindî bike.

Dewleta Tirk her tim ciwanan hedef digire. Ji ber dizane ku yê pêşengiya pirojeya netewa demokratîk dike ciwan û jinên ciwan in, ji bo wê hewl dide ku îradeya ciwanan bişkîne.

Herî dawî di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser maleke sivîl a li Kobanê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin şehîdxistin.

Têkildarî êrişan Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Rîm Dede diyar kir ku ev êrîş bi rêya kesên xwefiroş ku xizmeta dewleta Tirk a dagirker dikin pêk hat, armanca wan a sereke valaderxistina projeya netewa demoqratîk û têkbirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi pêşengiya jin û ciwanan tê birêvebirin e."

Dewleta Tirk bi vê êrişê hewl da ku îrdeya jinên ciwan û nasnameya wan a azad di kesayeta şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê de tune bike. Ji ber ku baş dizane ku dînamîkên civakê û pêşengên projeya neteweya demokratîk ciwan û jinên ciwan in. Lê berovajî wê bi van êrişan îradeya ciwanan xurtir dibe.

Her wiha Rîm Dede da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst bi rêya van êrîşan li ser Kobanê dixwaze careke din DAIŞ`ê zindî bike.

Rîm Dede wiha bi dawî kir:" Li beramber êrîşên dewleta Tirk weke ciwan û jinên ciwan em ê berxwedana xwe bidomînin û tola şehîdên xwe hilînin, ji ber ku em bi saya xwîna şehîdan gihaştin vê astê. Em ê planên dijmin bi bin bixin xeyalên şehîdan ên serkeftinê pêk bînin."

ANHA