Zanyarên olî: Hedefgirtina perestgehan sûcekî dijmirovahî ye

Zanyarên olî destnîşan kir ku hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji perestgehan re, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Armanca wê ji vê yekê ola Îslamê ya rast di nav mislimanan de belav nebe.

Zanyarên olî: Hedefgirtina perestgehan sûcekî dijmirovahî ye
7 ÇILE, 2022   04:20
HESEKÊ- MEHMÛD UBEYD

Hedefgirtina mizgeft û dêran li navçeyên Zirgan û Til Temir ên kantona Hesekê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê VE, hêrsa gel û zanyarên olî zêde kir.

Mizgeftên Zirgan, El-Esediyê û Dirdara yên li navçeyên Zirgan û Til Temirê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên bombebarankirin. Di 30’ê Kanûnê de dema ku şêniyên Zirganê li Mizgefta Mezin nimêj dikirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî wan kir, di encamê de kesek birîndar bû.

Serokê Meclisa Olê ya bajarê Hesekê Şêx Mihemed Reşîd têkildarî hedefgirtina mizgeftan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wekî terorîst bi nav kir.

Şêx Mihemed Reşîd wiha lê zêde kir: "Em kiryarên sucdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku rasterast piştgirî ji rejîma Tirk digirin şermezar dikin. Artêşa Tirk a dagirker piştî ku zarok kuştin û şênî ji mal û gundên wan koçber kirin, êdî mizgeft û perestgehan jî dike hedef."            

Şêx Mihemed Reşîd diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nûneratiya terorê dikin, ji ber ku welat wêran kirin û gel koçber kirin, mizgeft û dêrên li herêmên Til Temir, Zirgan û yên din bombebaran kirin.

Şêx Reşîd her wiha tekez kir ku komên çete bi cilê îslamê gel dixapînin, lê ew dûrî ola Îslamê ne.

Serokê Karûbarên Mizgeftên kantona Hesekê, Şêx Nasir El-Dîn El-Cinêd piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina perestgehan, sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê ye.

Şêx Nasir El-Dîn El-Cinêd diyar kir ku armanca bombebarankirina mizgeftan sînordarkirina belavkirina ola Îslamê ya rast di nav misilmanan de ye.

Şêx Nasir El-Dîn El-Cinêd di dawiyê de got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê komên terorîst in, bi cilên Îslamê gel dixapînin.          

(dx)

ANHA