Meclisa Rêveber a Minbicê civîna salane bi encamnameyekê bi dawî kir

Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û Gundewarên wê civîna xwe ya salane li dar xist û tê de rewşa siyasî nirxand, her wiha rapora salane ya hemû sazî û komîteyên xwe xwendin.

Meclisa Rêveber a Minbicê civîna salane bi encamnameyekê bi dawî kir
6 ÇILE, 2022   19:20
MINBIC

Endamên saziyên girêdayî Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û Gundewarên wê beşdarî civînê bûn, dûvre şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Şiyar Mihemed rewşa siyasî nirxand û got: "Dewleta Tirk rasterast hewldana têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser dike. Lê ji ber nikare şerê vî fikirî bike, hewl dide fitneyan di navbera hemû pêkhateyan de derxe, li aliyekî din jî rêbazên şer bi kar tîne, ji wan şerê taybet û îstiqrara herêman derbe dike, ji lew re sivîlên hedef digire."

Dûvre hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo da zanîn ku ger ne ji berdêlên şehîdan bûya, dê îro ne li vê derê bûna û ev sazî li bajêr nehatana avakirin.

Paşê nivîsgeh, komîte û xetên girêdayî Meclisa Rêveber a Minbicê rapora rewşa rêxistinî ya her komîteyekê xwendin û pêşniyarên têkildarî mekanîzmeya kar û xebata sala nû, pêşkêş kirin.

Civîn du rojan dewam kir û bi encamnameyên rêvebirina xebatê, piştgiriya hemû saziyan û dîtina projeyên xwetêrkirinê bi dawî bû.

Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo encamname û pêşniyar xwendin û wiha ne; dê piranî karker tev li dewreyên perwerdê bibin da ku xebata rêvebirinê bi pêş keve, hevkariya bi hemû meclis û rêveberiyên Minbicê, Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Leşkerî, Meclisa Edaleta Civakî û Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisên Xetan zêde bibe.

Her wiha saziyên çavdêriyê yên hundirîn û giştî werin aktîfkirin û girîngiyê bidin rewşa ewlekariyê ya Minbicê û gundewarên wê, ev jî bi rêya piştgiriya hemû saziyên peywendîdar pêk tê, nexasim komîteya hundirîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Li aliyekî din jî piştgiriya qada perwerdê û qada tenduristiyê û navendên tibî yên li gundan were kirin.

Di heman demê de hevkariya bi aliyên peywendîdar re zêde bibe, di serî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku projeyên girîng û stratejîk ên li Minbic û gundewarên wê werin temamkirin. Ji wan projeya ava vexwarinê, projeya avakirina bajarê pîşesaziyê, mûzxane werin avakirin, projeyên xizmetguzariyê li gundewarên Minbicê werin bicihkirin, xebata hemû saziyan were şopandin da ku li gorî derfetên heyî xizmeta gel were kirin.

Di dawiya encamnameyê hate gotin ku dê projeyên bi armanca garantiya debarê werin vekirin, dê li Minbicê girîngiyê bidin qadên çandiniyê û kehrebê, gerînendetiya zimhêrê were aktîfkirin, hevkariya di navbera komîte, sazî, Meclisa Rêveber û Rêxistinên Civaka Sivîl  de were zêdekirin, li Minbic û gundewarên wê li gorî derfetan piştgiriya projeyên jinan were kirin.

(eh)

ANHA