Koçber û penaberan hişyarî li ser pêkanîna karesatê li hember girtina deriyan da

Koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser girtina deriyê Til Koçer hişyarî da ku wê bi xwe bandorên xeter bîne û bang li NY kir ku derî vekin.

Koçber û penaberan hişyarî li ser pêkanîna karesatê li hember girtina deriyan da
6 ÇILE, 2022   02:55
HESEKÊ-MEHMÛD UBEYD

Di salên dawî de bi hezaran malbatên penaber ji Iraqê ji ber şer û rewşa aborî, bi deh hezaran malbatên sûrî yên ji ber sûcên çeteyên DAIŞ’ê revîne berê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi hezaran malbatên biyanî yên tev li çeteyên DAIŞ’ê bûne li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Li gorî serjimariya Rêveberiya Xweser hejmara wan bi giştî zêdetirî milyonekî ye.

Li herêmên Rêveberiya Xweser 15 kamp, li gel hejmareke mezin ji kampên bêserûber ên li rojhilatê keviyên çemê Firatê, gundewarên Reqa, Dêrazor û keviyên çemê rojavayê Tebqa û Minbicê hene.

Alîkariyên mirovî yên di deriyê Til Koçer ê navbera Sûriyê û Iraqê re ji koçber û penaberan re dihatin pêşkêşkirin parçeyek ji pêdiviyên wan dabîn dikir. Di Tîrmeha borî de deriyê Til Koçer bi biryareke navneteweyî hate girtin û di dawiya Kanûna borî de PDK’ê ambargoya navneteweyî bi girtina deriyên Welîd û Pêşxabûr temam kir.

Bi ambargoya li ser hêrêma ku bi hezaran keç û xortên wê di oxira têkbirina DAIŞ’ê ji ber cîhanê tevahî de canê xwe feda kirin, penaber û koçberên li herêmê rûbirûyî zehmetiyên dijwar in, li kêlek wê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî barên wan bi tena xwe hildigire.

Koçberê ji Serêkaniyê Bekir Mihemed El-Hesen ê li kampa Serêkaniyê yê li rojhilatê Hesekê bi cih bûye teqez kir ku wî tu alîkariyên mirovî wernegirtine û girtina deriyên sînor alozî kûrtir kir.

El-Hesen wiha got: "Dema ji rêxistinan pirsa kêmbûna madeyên alîkariyê di van demên de dawî de tê kirin, dibêjin girtina deriyan bandoreke yekser li ser gihandina van madeyan ji herêmê re kir."

El-Hesen bang li rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku mijara girtina deriyan çareser bikin û ev tişt lê zêde kir: "Berdewama girtina deriyan dê bandoreke neyênî li ser jiyana zarok û jinan bikin, ji ber madeyên tenduristî yên bingehîn kêm in."

Li aliyekî din jî koçbera bi navê Zekiye El-Hesen a li heman kampê da zanîn ku hin rêxistinên li kampê alîkariyan hem kêm didin hem jî ne baş in û buhayên kelûpelan li sûkên kampê bilind in. Zekiye El-Hesen ev tişt got: "Girtina deriyan bi çend rojan bû sedem ku buhabûn çêbibe û hin made ji sûkan winda bibin, gelo çawa heke rewş dirêj kir."

Intîsar El-Kirş jî ya li heman kampê bal kişand ser bandora girtina deriyan li ser rewşa tenduristî ya li kampan û wiha got: "Rêxistinên mirovî yên li kampê her tim ji me re dibêjin girtina deriyan bûn sedem ku piranî madeyên tenduristî qut bibin, bi taybet dermanên zarokan."

Penaber Xalid El-Xalid ê li kampa Erîşa ya başûrê Hesekê tev li gotinên koçberên beriya xwe bû û got girtina deriyên mirovî bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dê bi xwe re rewşa mirovî ya li kampê kembax bike û azarên wan zêde bike. El-Xalid bang li NY’yê kir ku penaberan ji karesatên mirovî yên din biparêze.

Loey El-Ehmed jî da zanîn ku hin rêxistinên li kampa Erîşa bi sedema girtina deriyan dest bi kêmkirina madeyan kiriye û wiha got: "Alîkarî hêdî hêdî kêm dibin û sedem jî girtina deriyan e."

Niştecihên kampan bang li aliyên navneteweyî yên aktîf, rêxistinên mirovî û NY’yê kir ku zextê li aliyên deriyan li pêş alîkariyên mirovî digirin, bikin û teqez kir bi girtina deriyan re dê karesateke mirovî ya rasteqîn çêbibe.

(fr)

ANHA