ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-01-2022
6 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 94'an de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdekî QSD’ê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên Kovendanê yên şêniyên Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinên ciwan di roja duyemîn de berdewam dikin. Ev çalakî ji bo şermezarkirina êrişêna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û dê 3 rojan berdewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yûsif teqez kir ku armanc ji daxuyaniyên wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê berovajîkirina rastiyan e û îdiakirina ew dixwazin diyalog li dar kevin. Lê ji destpêka krîza Sûriyê ve carekê jî berê xwe nedane diyalogan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah da zanîn ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî kantonê bi armanca derbekirina aramiya herêmê û valakirina şêniyên wê ye, da ku bi hêsanî dagir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî li ser bandorên xeternak da heke deriyê Til Koçer girtî bimîne û bang li NY’yê kir ku deriyê vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Terîqeta Sofî ya Qadirî ya Sûriyê Şêx Mihemed Qadirî, diyar kir ku dewleta Tirk îslamê bi kar tîne da ku xaka welat dagir bike û hegemoniya xwe bide ferz kirin. Qadirî da zanîn ku hedefgirtina Tirkiyê ji perestgehan re, dijminatî û windakirina rastiya îslamê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî got daxuyaniyên James Jeffrey nûnertiya siyaseta Amerîkayê ya li rojavayê Asyayê bi giştî dike. El-Durzî diyar kir ku civata navneteweyî ne cidî ye ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê muhasebe bike. (BI WÊNE).

JIN

-Kongra Star li Qamişlo bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê ku di encamê de 3 têkoşeran şehîd bûn semînerekê dide. Semîner li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê saet 10:00’an tê lidarxistin, di heman mijarê de Kongra Star li Girkê Legê semînerekê li Meclisa Gel a bajarokê Mistefawiyê dide. Saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêvebera Rêxistina Sara Arso Temo der barê rewşa jinên li Efrîna dagirkirî de diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê rêya derketina ji Efrînê li pêşiya jinan girtiye û wan li ser bendên kontrolê direvînin û got “Jin ji ber revandin û tecawizkirina çeteyên li Efrînê direvin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Malbatên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûdê li dijî êrişên dewleta Tirk, piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re anîn ziman, her wiha piştrast kir ku berxwedana gerîla ji êrişên dagirker xurttir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Nîqaşên siyasî di navbera hêzên siyasî de ji bo avakirina hikumeta Iraqê û diyarkirina serokên komarê, werzîran û parlamento berdewam in. Analîzvanê siyasî yê iraqî diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê 4 ihtîmal hene û îşaret pê kir ku hikumeta hevbeşî ya herî hêsan e. (BI WÊNE)

-Bi 2021’an re 10 sal li ser krîza Sûriyê re derbas bûn, her wiha piranî penaberên sûrî yên li Lubnanê li hember dabînkirina qûta jiyanê aciz in. Ji ber krîzên civakî, aborî û tenduristî yên li Lubnanê bandoreke zêde li malbatên penaber kir. (BI WÊNE)

CIWAN

-Ciwanên kantona Kobanê destnîşan kir ku ew ê bi bilindkirina asta berxwedan û têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker tola şehîdan hilînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA