Rêxistina Sara: Ji ber dorpêç û îşkenceya çeteyên Tirk jin nikarin ji Efrînê derkevin

Rêvebera Rêxistina Sara, Arso Temo der barê rewşa jinên li Efrîna dagirkirî de diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê rêya derketina ji Efrînê li pêşiya jinan girtiye û wan li ser bendên kontrolê direvînin.

Rêxistina Sara: Ji ber dorpêç û îşkenceya çeteyên Tirk jin nikarin ji Efrînê derkevin
6 ÇILE, 2022   06:38
QAMIŞLO

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî didomin. Herî dawî çeteyên bir navê "ewlehiya siyasî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2’yê Kanûna borî, de 3 jinên ciwan li benda bi navê Qews a li ser rêya Efrîn-Ezazê revandin.

Der barê mijarê de rêvebera Nivîsgeha Zagonî ya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li ser Jinan Arso Temo ji ajansa me re axivî.

Arso Temo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan gelek sûcan dikin, li wan herêman bi hezaran jin rastî bûyerên destdirêjî, îşkence û revandinê tên. Dewleta Tirk û çeteyên wê jinan direvînin û wan derbasî zindanên binerd dikin û wiha got: “Em ji ber rûdana van bûyeran gelekî bi êş in lê rê li pêşiya çûyîna me li wan herêman girtiye, li wan herêman bi awayekî veşartî bi hezaran jin hatine kuştin û definkirin.”

Arso Temo got: “Wekî sûcên DAIŞ`ê ye ku beriya demekê li dijî Seda û Hind pêk anîn, tişta tê zanîn ku dewleta Tirk DAIŞ ava kiriye. Tu ferq û cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de nîn e.”

Çeteyên DAIŞ`ê 22`yê Çileya 2021`an hevseroka meclisa bajorokê Til El-Şayîr ê navçeya Deşîşa ya kantona Hesekê Seda El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr revandin û piştre qetil kirin.

Arso Temo da xuyakirin ku şoreş Rojava wek şoreşa jinan hatiye naskirin, ji ber wê yekê destdirêjiya li ser jinan mesajek e ji bo rêgirtina li ber azadiya jinan û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk wiha dide xuyakirin; jina ku banga azadiya xwe bike ew ê dawiyê wê revandin, îşkence û tecawiz be. Li hember van kiryaran em wek rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekoşîna xwe bilindtir dikin.”

`JIN DIXWAZIN JI EFRÎNA DAGIRKIRÎ DERKEVIN`

Arso Temo wiha pê de çû: “Ew jin ji ber revandin û tecawizkirina çeteyên li Efrînê direvin û sînorê li derdora herêman jî dest çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ne, ji ber sînor girtiye rê li ber derketina jinan tê girtin.”

Her wiha Arso Temo çîroka jinekê ku alîkarî ji rêxistina wan xwestibû, vegot û wiha ew yek şîrove kir: “Beriya çend rojan jinek ji derveyî welat bi me re axivî û ji me re got dayika min li Efrîna dagirkirî ye û bi temenê xwe mezin e, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ew ji mala wê derxistiye, lê dane, mal û milkên wê ji dest birine. Ew jina temenmezin dixwaze ji Efrînê derkeve lê nikare. Alîkarî ji me xwestin, me lêborîna xwe ji wan xwest, ji ber ku rê li pêşiya çûyîna me girtî ye. Ew jin hîn li Efrînê ye.”

`DEWLETA TIRK NAHÊLE RÊXISTINÊN JINAN DERBASÎ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BIBIN`

Arso Temo bal kişand ser têkiliyên wan bi rêxistinên jinan ên navneteweyî re û da zanîn ku têkiliyên wan hene û beriya demekê hin rêxistinan serdana navenda wan kiriye û wiha dom kir: “Me mijara îşkenceya jinan li herêmên dagirkirî bi nûnerên rêxistinên jinan re nîqaş kir, rêxistin soz daye me ku hewildanên xwe bikin jib o rêgirtina li ber sûcên li dijî jinan, lê divyabû ew rêxistin bi awayeke hîn bêhtir û cidî nêzî van sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Ii dijî jinan nêz bibin. Heta niha gav nehatine avêtin. Li aliyek din dewleta Tirk nahêle rêxistin derbasî herêmên dagirkirî bibin da ku sûc û kiryarên wan ji raya giştî re neyê eşkerekirin.”

Di Cotmeha sala 2021`an de jineke dûcanî bi navê Nemet Behcet Şêxo (32), li Efrîna dagirkirî di girtîgeha taybet a îstixbarata dewleta Tirk a dagirker de bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li aliyekî din girtiyekî ku ji zindana El-Rayî ya li Efrînê rizgarbibû diyar kiribû ku 3 jinên ciwan di hundirê zindanê de agir bi bendenê xwe xistibûn.

Rêvebera Rêxistina Sara Arso Temo da xuyakirin ku di zagonên navneteweyî de dema dewletek aliyeke din dagir dike, li wê herêma dagirkirî heke tecawiz, kuştin û tundiya di hundirê zindanan bê kirin, dibin sûcên şer û wiha got: “Bê guman divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin, kesên ku ev kiryar bi destê wan tê kirin jî divê bên darizandin û cezayekî heta hetayê li wan bê birîn. Lê heta niha hesab nehatiye xwestin, ji ber bêndengiya hêzên navneteweyî.”

ANHA