​​​​​​​Ehmed El-Durzî: Daxuyaniyên Jeffrey hewldana veşartina sûcên dewleta Tirk e

Nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî got daxuyaniyên James Jeffrey nûnertiya siyaseta Amerîkayê ya li rojavayê Asyayê bi giştî dike. El-Durzî diyar kir ku civata navneteweyî ne cidî ye ku dewleta Tirk ji ber sûcên wê muhasebe bike.

​​​​​​​Ehmed El-Durzî: Daxuyaniyên Jeffrey hewldana veşartina sûcên dewleta Tirk e
6 ÇILE, 2022   00:38
NAVENDA NÛÇEYAN - MEDYA HENAN

Hefteya borî nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyê yê berê James Jeffrey daxuyaniyek dabû û gotibû ku çeteyên ku di sûcên li Serêkaniyê de cih girtine, hatine muhasebekirin. Têkildarî van daxuyaniyan nivîskar û lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku Jeffrey bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî komkujî û sûcên ku çeteyên ser bi dewleta Tirk ve pêk tîne dixwaze Tirkiyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bişofîne û di dema pêş de van koman sûcdar bike.

Ji roja dagirkirina Efrînê ve di 2018'an de û Serêkaniyê û Girê Spî di 2019'an de, dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe sûcên şer li dijî niştecihên resen pêk tîne. Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê yê berê James Jeffrey îtîraf bi van sûcan kir. Îtirafkirina Jeffrey tê çi wateyê?

Dixwazim diyar bikim ku daxuyaniyên nûnerê berê yê rêveberiya Amerîkayê yên têkildarî dosyaya Sûriyê, bi xwe nûnertiya rêveberiya Amerîkayê û siyaseta wê ya li rojavayê Asyayê bi giştî dike, ne ku nûnertiya şexsê James Jefrey dike. Jeffrey nêzî Tirkiyê ye, dema ku dosyaya dagirkeriyê ya Tirk a li ser bakurê Sûriyê li hemû herêman (Idlib) ku di qonaxekê de weke yek ji kelehên opozîsyona Sûriyê bi nav kir û ew rê nade ku were rûxandin. James Jeffrey li ser vê yekê û daxuyaniyên wî yên li ser komkujî û sûcên rêxistinên ku Tirkiye destekê dide wan, dixwaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji van sûcan beraat bike û Tirkiye ji van sûcan beraat bike û di qonaxa bê de van koman bi sernavê ku bê kontrol in sûcdar bike.

Ev daxuyanî projeya Amerîkayê ya mayîna tevahî bakurê Sûriyê di bin dagirkeriya Tirk de û bi navê opozîsyona Sûriyê nîşan dide. Her wiha bi daxuyaniyên girêdayî komkujî û sûcên ku rêxistinên ser bi Tirkiyê ve pêk tînin, dixwaze DYA û Tirkiye ji van sûcan beraat bikin û di demên pêş de van sûcan hildin ser ‘komên nerêxistinkirî’.

Jeffrey got komên çete sûcên şer pêk tînin û xwest wêneya Tirkiyê xweşik bike. Gelo komên ser bi Tirkiyê ve dikarin bêyî fermanên artêşa Tirk tiştekî bikin? Çima Jeffrey dixwaze wêneya Tirkiyê xweşik bide nîşandan?

Em hemû dizanin ku komên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne destekkirin û ji aliyê istîxbarat û artêşa Tirk ve têne birêvebirin, bêyî fermanên Tirkiyê nikarin tev bigerin. Tirkiye jî dûrî bêdengiya Amerîkayê nikare siyasetên xwe li herêmên bakur bimeşîne. Dema Efrîn hate dagirkirin, rêveberiya Amerîkayê dengê xwe nekir. Efrîn bi nîv peyman û bi hevkariya rûsî-amerîkî ket. Mijara girêdayî van herêman nêzîktir e ku tam siyaseta Amerîkayê be û bi rêya rêveberiya Tirkiyê tê kirin, artêşên ku berpirsyariya xwe hilgirin ser milên xwe û rêveberiya Amerîka û rêveberiya siyasî ya Tirkiyê û serokên Tirkiyê sûdê ji sûcên ku hatine kirin, digirin.

Jeffrey bi salan sefîrê DYA'yê yê li Tirkiyê bû, rola wî di vekişîna Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekirina rê li pêşiya dagirkirina herêman de sereke ye? Ma Jeffrey jî berpirsyariya van sûcan hilnagere?

Em nikarin xeyal bikin ku James Jeffrey dikare van tiştan bike, ji ber ku di esas de ew karmendekî rêveberiya Amerîkayê ye, ku ji bo rêvebirina dosyaya Sûriyê hatiye erkdarkirin. Jeffrey perespektîvên rêveberiyê pêk tîne. Di encamê de şaş e em van tevahî berpirsyartiyan hilgirin ser kesayetek di dewleteke mezin xwedî sazî û navendên lêkolanan de ku siyasetên xwe bi baldarî û li gorî berjewendiyên xwe dimeşîne. Ji ber wê nabe em wî berpirsyar bibînin.

Berpirsê rasteqîne koma dewleta kûr a DYA ye ku berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re ne bi aliyên din re dîtine. Ji ber ku mijarên girêdayî nakokiyên mezin ên li ser asta navneteweyî yên di navbera DYA, Rûsya û Çînê de, her wiha girêdayî karîna Tirkiyê ku bi rêya neteweyên Tirk yên ji Asyaya Navîn û bakurê rojavayê Çînê  karibe li Çînê û Rûsyayê bandorê bikin.

Sûcên li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin li ber çavê hêzên navneteweyî û civata navneteweyî tên kirin. Çima li hemberî van sûcan bê deng in, nemaze ku ev sûc di rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îlona 2021'an de hatin belgekirin?

Têkildarî sûcên li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, civata navneteweyî civateke bêbext e, bi qasî ku li berjewendiyên xwe digere, guh nade mijarên girêdayî mafên mirovan, sûc û cezayan. Xema wê ya pêşîn a van dewletan û dewletên rojavayî bi giştî, çi DYA be an jî Yekitiya Ewropa be stratejiya bilind e.

Dema ku ew hewce dike, siyasetên giştî yên ku li van welatan têne xêzkirin, li ser bingeha berjewendiyan têne xêzkirin, pirsgirêkên mafên mirovan û parastina azadî û demokrasiyê li gorî berjewendîyên amerîkî û rojavayî têne bikaranîn, lê dema ku ev sûc bi berjewendiyan re li hev nehatin, bêdengî qeder e.

Xema sereke ya pîroz a rojavayan bi giştî parastina hegemoniya xwe li ser navenda biryarê ya cîhanê ye, her wiha domadina talankirina herêmên berfireh ên cîhanê û kontrolkirina aboriya cîhanê bi awayekî berfirehtir e.

Bêdengiya civata navneteweyî, peyameke ji bo Tirkiyê ye ku sûcên xwe bidomîne û hesab jê nexwaze?

Peyman ji Tirkiyê re nîn in ku sûcên xwe bidomîne, lê nixumandinek ji aliyê rojavayî û Amerîkayê ve ji bo Tirkiyê heye da ku van siyasetan bidomîne. Ji ber ku Tirkiyê dikare berjewendiyên bilidn ên pergala rojavayê pêk bîne. Lew ra rojavayî dibînin ku di nakokiyên wê yên navnetweyî de hewce dike ku bi Tirkiyê re hevalbend e, da ku siyasetên ku xêz dike, ne yên ku Enqere xêz dike, bi rêxistin bike.

Projeya Tirkiyê ji tişta ku jê re hatibû xêzkirin, derbas kiriye û niha li ser rêya vegerê ye, ji bo qonaxa projeya rojava ku bi armanc û çarçoveya wê yên giştî bê birêxistinkirin, bêyî ku bandorên neyînî li ser gelên herêmê di ber çavan re bên derbaskirin.

Civata navneteweyî çi qasî cidî ye ku Tirkiyê ji ber sûcên wê yên li Sûriyê, Qerebax, Lîbya û deverên din ên cîhanê muhasebe bike?

Ya ku Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê kiriye ku gihaşte herêmên Başîqa, Şengal, herêma Qafkasya, Lîbya û deverên din di encamê de li gorî berjewendiyên rojavayî ne. Ji ber vê yekê di hesabxwestina ji Tirkiyê tu cidiyeke rastîn a civaka navneteweyî ya bêbext tune ye. Bawer nakim ku hesabxwestina ji Tirkiyê ji ber sûcên ku kirine, di rewşeke tenê de pêk were, ew e ku Tirkiyê ji projeya rojava bi temamî were dûrxistin û ber bi projeya Çînê û Rûsya ve biçe. Da ku bi wan re di însiyatîfa çember û rê de dan û standinan bike. Bawer dikim ku heger ne wisa be wê Tirkiye ji bo berfirehkirina karînên xwe ya vegerandina projeya xwe ya emperyal ku piştî şerê cîhanê yê yekem hilweşiyabû, dê li ser peravê polîtîkayên nakok ên di navbera welatan de bilîze.

Ji civaka navneteweyî, bi taybetî NY’yê çi tê xwestin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne, herî kêm qanûnên ku li ser hatiye damezirandin, bi cih bîne?

Ne tenê di mijarên sûcên Tirkiyê de, heman demê sûcên li Filistîn, Lubnan û Yemenê û hemû sûcên ku li hemberî vê yekê bêdeng in, ji NY’yê gelek tişt tê xwestin. Konseya Ewlehiyê ya NY’yê di sala 1967'an de biryara 242’yan da, lê li Filistînê nehat bicihanîn û hate dagirkirin. Ev yek ji bo qutkirina Qibrisê ji aliyê Tirkiyê ya dagirker ve derbasdar e. Di Konseya Ewlehiyê de bi dehan qanûn hene ku nehatine bi cihkirin, ji ber ku berjewendiyên welatan ji berjewendiyên gelan bilindtir in. Ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku divê em wek sûriyeyî tenê pişta xwe bispêrin xwe ku em Tirkiye bi derxistina wê ji bakurê Sûriyê ya dagîrkirî hesab bipirsin.

ANHA