Semer El-Ebdullah: Berxwedana li hember êrişan dê dagirkeriyê têk bibe

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah da zanîn ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî kantonê bi armanca derbekirina aramiya herêmê û valakirina şêniyên wê ye, da ku bi hêsanî dagir bikin.

Semer El-Ebdullah: Berxwedana li hember êrişan dê dagirkeriyê têk bibe
6 ÇILE, 2022   01:49
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiya îsal de êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, bi taybet li dijî navçeyên bakur û rojavayê kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ji 17’ê Tebaxê heya 21, 22 û 30’yê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî û sedan mûşekan navçeyên Til Temir û Zirgan topbaran kirin. Di encamê de komkujî çêbûn, zirarên madî yên mezin bi mal û milkên welatiyan, saziyên sivîl û avahiyan bûn.

Semer El-Ebdullah têkildarî gurbûna êrişan da zanîn ku ew temamkirina rêzeêrişên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Semer El-Ebdullah eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên navçeyên Zirgan û Til Temirê komkujî pêk anîn û wiha got: "Di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Ev ne cara yekemîn e, lê belê beriya wê dagirkeriyê gelek komkujî pêk anîn, di encamê de welatî şehîd bûn, ji wan jî zarok bûn."

Di hefteya dawî ya Kanûna borî de hejmara şehîdan li Zirgan û Til Temirê gihaşt 7’an û birîndar 19 bûn, ji wan zarok hebûn.

Semer El-Ebdullah destnîşan kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bêserûber bi Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî nekir, lê belê bê navber êrişî welatî, jin û zarokan dike.

Semer El-Ebdullah daxuyand ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê plankirî ne û ev tişt anî ziman: "Armanca wan êrişan derbekirina ewlehî û aramiya herêmê, dagirkirina herêmên din û koçberkirina welatiyan bi darê zorê ye."

Semer El-Ebdullah bal kişand ser redkirina gel li hember çi planên projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û wiha axivî: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di helwesta xwe de bi israr in û çi planên li dijî herêmê û pêkhateyên me red dikin. Li vê xakê projeyeke demokratîk li dar e, tê de pêkhateyên herêmê hene, bi ax, biratî û jiyana hevbeş ve girêdayî ne. Em ê bi yekitiya xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bisekinin."

Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdullah bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hevgirtina xwe, girêdana bi axê û civandina li dora hêzên leşkerî zêde bikin û wiha bi dawî kir: "Bi berxwedanê li hember êrişan bisekinin, dê vîna gelan bi ser keve û dagirkerî were têkbirin."

(fr)

ANHA