Li dijî baregeha Eyn Esed êriş

Bi çend moşekan baregeha leşkerî ya Eyn Esed hate êrişkirin. Mûşek ji aliyê sîstema parastinê ve hatin pûçkirin.

Li dijî baregeha Eyn Esed êriş
5 ÇILE, 2022   17:37
NAVEDNA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku îşev bi çend moşekan baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate hedefgirtin û bi rêya sîstema parastinê moşek hatine pûçkirin.

Li gorî medya Iraqê, ji gundê Bestamiye ku 25 kîlometreyan dikeve rojavayê navçeya Hîtê moşek hatine avêtin û tu ziyan çênebûne.

Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e li dijî baregehên leşkerî êriş pêk tên.

Baregeha Eyn Esed dikeve parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê. Hêzên Amerîka lê dimînin. Di roja 19’ê Kanûna 2021’an de Wezareta Parastina Iraqê ragihand ku di çarçoveya vekişînê de koalîsyonê alavên li baregehê radestî Artêşa Iraqê kirine.