​​​​​​​4 ihtîmal ji bo avakirina hikumeta Iraqê hene

Nîqaşên siyasî di navbera hêzên siyasî de ji bo avakirina hikumeta Iraqê û diyarkirina serokên komarê, werzîran û parlamento berdewam in. Analîzvanê siyasî yê iraqî diyar kir ku ji bo avakirina hikumetê 4 ihtîmal hene û îşaret pê kir ku hikumeta hevbeşî ya herî hêsan e.

​​​​​​​4 ihtîmal ji bo avakirina hikumeta Iraqê hene
6 ÇILE, 2022   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ

Erêkirina encamên hilbijartinan parlamento neçar kir ku civîna xwe li dar bixe da ku beriya ku serokê hikumetê diyar bibe, serokê parlamentoyê û serokkomar were hilbijartin.

Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê di 27-12-2021'an de encamên hilbijartinên di 10'ê Cotmehê de li dar ketine erê kirin û giliyên hêzên siyasî yên Heşid El-Şebî ji bo betalkirina encaman, red kirin.

Berpisekî çapemeniyê ya dadgehê di daxuyaniyeke kurt de got: "Dadgeha Federal a Bilind encamên meclisa parlamentoyê erê kirin."

Çavdêrên rewşa Iraqê dişopînin diyar kir ku biryara dadgeha federal dê dehf bide hêzên ku berê danûstandin bi awayekî neyekser dikirin, li hev bikin yan jî hevbendiyan ava bikin û dibe ku di çend rojên bê de werin ragihandin.

Li gel danûstandinên têkildarî avakirina hikumeteke nû beriya civîna yekemîn a parlamentoyê ku tê payîn di 9'ê Çileyê de li dar keve, serokê şîe Muqteda El-Sadir hêzên aliyên koordînator yên şîe pêşwazî kir. Ev civîn piştî du rojan ji erêkirina dadgehê ji encamên hilbijartinan li dar ket.

Her du alî di destpêka Kanûnê de piştî çend hefteyan ji nakokiyan li hev civiyabûn. Lê vê carê aliyên koordînator ne temam bûn, tenê çend fermandarên Heşid El-Şebî, serokê hevbendiya El-Fetih, nûnerê Heşid El-Şebî yê parlamentoyê Hadî El-Amirî, sekreterê giştî yê Esaêb Ehil El-Heq Qeys El-Xezelî û serokê desteya Heşid El-Şebî Falih El-Feyad pêk hat.

`NAKOKIYÊN Dİ NAVBERA EL-SADİR Û EL-MALIKÎ DE`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/05/194448_1111.png

Girêdayî civîna dawîn di navbera Muqteda El-Sadir û aliyê koordînator de, endamê Komeleya Zanistên Siyasî ya Iraqê Dr.Mihemed El-Hedîsî ji ajansa me re axivî û got: "Ji destpêkê ve û heta beriya hilbijartinan, diyar bû ku birêz Muqteda El-
Sadir ji pêkanîna lihevkirinekê bi hêzên aliyên koordînator yên nêzî Îranê re gelek dûr e. Her wiha ji daxuyanî û nivîsandinên li ser Twitterê ku beriya hilbijartinan hatin dayîn, ev yek gelek diyar bû. Li rex wê jî Muqteda El-Sadir xwedî li hikumeta piraniya siyasî derdikeve ku piştre bi piraniya neteweyî bi nav kir. Diyar bû ku ew naxwaze hikumet bi tevlêbûna hemû aliyan ava bibe, lê belê dixwaze gelek hêzên siyasî dûr bixe."

Dr.Mihemed El-Hedîsî wiha domand: "El-Sadir bi awayekî zelal û diyar tevlêbûna îtîlafa dewleta qanûnê bi serokatiya Nûrî El-Malikî red dike. Pirsgirêkên kesayetî di navber her duyan de hene ku vedigerin desthilata yekemîn a El-Malikî. Lê ruxmî gelek serdem û destwerdanên aliyên derve û hundir Muqteda li ser helwesta xwe bi îsrar e ku El-Malikî ji hikumeta bê dûr bihêle. Lê di heman demê de hebûna hêzên din ên aliyên siyasî yên din qebûl kir. Ji nîşaneyên giştî yên vê civînê ew e ku civîna El-Henana ya duyemîn tu encamên têkildarî pêşketina danûstandinan di navbera hêzên siyasî de bi xwe re neanîn. Her wiha mijar di mala siyasî ya şîî de sînordar maye. Hêzên sinî û kurdî destnîşan kirin ku hêzên şîî berpirsên diyarkirina serokwezîrê welêt in ku li pêşiya avakirina hikumeta nû ya İraqê bûye astengiya pêşîn."

El-Malikî 8 salan ji dema navbera 2006 heta 2014'an bû serokwerzîrê İraqê. Lê wîlayeta wî ya duyemîn bi aloziyên siyasî, ewlehî û aborî dagirtî bû û bi desteserkirina DAIŞ'ê li rêjeyeke fireh ji erdnîgariyên Iraqê bi dawî bû.

`NENÛKİRİNA SEROKATİYAN`

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dema lidarxistina civîna parlamentoyê roja yekşemê di 9'ê Çileyê de diyar kir.

Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Min biryarnameyek ji bo lidarxistina civîna yekemîn a parlamentoyê îmze kir ku dê roja yekşemê di 9'ê Çileyê de li dar keve."

Diviyabû destpêkê parlamentoyê serokeke hilbijarta û piştre ger 30 roj bi dawî serokekî nû ji komarê re hilbijêre û ew jî serokê hikumetê erkdar bike. Li gorî destûrê divê serokê hikumetê bernamzetê bloka herî mezin be. Dema hat erdkarkirin divê di 30 rojan de hikumetê ava bike.

Piştî ku serokkomarê Iraqê dema lidarxistina civîna parlamentoyê diyar kir û li gel serketina bloka "Teqedum" di hilbijartinan de û piştgiriya Teyar El-Sadrî ji encamên hilbijartinan re, aliyên siyasî yên iraqî gotin êdî rê vekiriye ku wîlayeta Mihemed El-Helbûsî wek serokê parlamentoyê were nûkirin. Lê rewş ji bo serokatiyên komarê û hikumetê ne zelal e.

Dr.Mihemed El-Hedîsî got ew ne bi van ihtîmalan re ye û wiha domand: "Ez di wê baweriyê de me ku rewşa siyasî ya Iraqê îşaret bi derfeta nûkirina her sê serokatiyan nake. Tecrubeya siyasî ya berê ya Iraqê derfeta nûkirina wîlayeta parlamentoyê ne pêkan kir. Hêzên derve naxwazin serokê parlamentoyê suniyekî xurt be ku dikare di desthilatê de be û bandorê li rewşa siyasî ya Iraqê bike. Bi taybet birêz El-Helbûsî ku xwedî projeyan e ne tenê di parlamentoyê de lê belê hegemonya wî li ser gelek parêzgehan heye. Rolek di avakirina rewşa siyasî ya li Enbarê de list. Ji bo wê ez di wê baweriyê de me ku hêzên siyasî yên din dê wîlayeteke din a Helbûsî erê bikin. Helbet ev yek rexneyên li ser Helbûsî mafdar nake ku gelek alî naxwazin di wê erkê de bimîne."

`PARVEKIRIN BERDEWAM E`

Li Iraqê her sê serokatî li ser bingeha pergala parvekirina taîfî tê belavkirin. Divê serokkomar kurd be, serokê parlamentoyê sunî be û yê hikumetê jî şîe be. Ev pergal ji destwerdana Amerîkayê ya li ser Iraqê sala 2003`yan ve li dar e.

Têkildarî vê yekê Dr.El-Hedîsî got: "Bi nêrîna min ev pergal wê heta pêvajoyeke din berdewam bike. Ji ber ku hikumetên iraqî û heta hêzên siyasî nikarin pergaleke nîştimanî li ser bingeha demokratîk ku mafên kêmneteweyan diparêze ava bikin."

`4 SÎNARYOYÊN AVAKIRINA HIKUMETÊ`

Der barê derfetên avakirina hikumetê de Dr.El-Hedîsî destnîşan kir ku gelek dijwar e hikumetek bê avakirin. Lê dîsa jî 4 sînaryoyên bingehîn li gorî rewşa Iraqê wiha rêz kirin:

Ya yekemîn; yê ku Muqteda El-Sadir banga wê dike jî hikumeteke piranî ye. Wateya piraniya siyasî wiha ye; hikumeteke ji 50+1 e. Lê heta niha li ser bingehên wê nehatiye lihevkirin. Gelo li gel girêkbûna rewşa siyasî û mudaxeleyên hêzên derve dê çawa were avakirin.

El-Hedîsî diyar kir ku li gel rewşa heyî gelek zehmet e hikumeteke piraniya siyasî ava bibe.

Li gorî El-Hedîsî ihtîmala duyemîn wiha ye: "Birêz Muqteda El-Sadir hinek tawîzan bide û hinekî ji hêzên siyasî yên din û hêzên siyasî yên şîe û derve re nermiyê nîşan bide, nexasim Îran. Hikumetek lihevkirî ava bike. Ev hikumet dişibe hikumeta El-Kazimî û hikumeta Adil Ebidumehdî û gelek hikumetên din ku hemû aliyên siyasî tê de beşdar bûn. Ev ithîtam a herî hêsan e ku pêk were."

Bi ya El-Hedîsî ev ihtîmala sêyemîn e: "Hikumeteke nû neyê avakirin. Nakokî di navbera Malikî û El-Sadir de û di navbera El-Sadir û hêzên çarçoveya koordînakirî de berdewam bike. Hêzên siyasî yên din nikarbin serokê parlamentoyê û serokkomarê diyar bikin. Ev yek dê derfetê bide hikumeta Kazimî ku bi ser keve. Em ê bi hikumeta meşandina xebatan re heta demeke dirêj bibînin. Ev yek sala 2010`an de di hikumeta yekemîn a El-Malikî de pêk hat, dema hêzên siyasî nikarî hikumetê ava bikin. Wê demê hikumeta El-Malikî heta 10 mehan wek hikumeteke meşandina xebatan ma. Ev ihtîmal ji rewşa siyasî ya Iraqê ne dûr e."

Girêdayî ihtîmala çaremîn El-Hedîsî wiha got: "Wê tevliheviyeke giştî û şer di navbera hêzên siyasî yên Iraqê de pêk werin. Nexasim di navbera hêzên siyasî yên şîe yên ku rewşa siyasî ya Iraqê kontrol dikin. Ev yek bi israra El-Sadir li ser istîsnakirina hêzên çarçoveya koordînakirî û dûrxistina wê ji hikumetê de dê pêk were. Li cem hemû hêzan milîs û komên çekdar hene. Yanî heke hêzên siyasî gihaştin pêvajoyeke xitimandî dê yekser dest bi şer bikin."

`BANDORA HÊZÊN DERVE JI YA HUNDIR ZÊDETIR E`

Der barê bandora mudaxeleyên hêzên derve di alozkirina rewşa Iraqê û avakirina hikumetê de Dr. El-Hedîsî wiha got: "Rewşa siyasî ya 2003`yan bi lihevkirinên hêzên derve girêdayî bû. Guhertinên hawîrdorên siyasî bi awayekî mezin bandor li Iraqê kir. Em dikarin bi awayekî eşkere bêjin ku du mijarên sereke hene; bandora têkiliyên Îran-Amerîka li ser rewşa siyasî ya Iraqê, bê guman Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi awayekî mezin bandor li gelek hêzên iraqî dike. Her wiha Îran jî bandor li gelek hêzên şîe, sunî û kurdî dike. Dibe ku hêzên şîe hevbendiyeke herdem a Îranê be lê ev nayê wateya ku hêzên sunî û kurdî ji projeya Îranê werin dûrxistin."

El-Hedîsî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Niha Îran danûstandinan bi DYA`yê re têkildarî dosyaya nukleerê dike. Bê guman encamên van danûstandinan dê bandorê li rewşa siyasî bike. Mîna her car, ji bo avakirina hikumetê divê lihevkirinek di navbera Îran û DYA`yê de çêbibe."

 (şx)

ANHA