Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir

2.Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê bi encamnameyekê û hilbijartina desteya rêveber a partiyê û serokê wê bi dawî bû.

Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir
Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir
Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir
Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir
Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê konferansa xwe bi dawî kir
5 ÇILE, 2022   16:47
HESEKÊ

 Vê sibê 2.Konferansa Partiya Sûriya Pêşerojê li ser asta Hesekê bi diruşma "Sûriya demokratîk a nenavendî..Rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiya me ne..partiya me hêviya me ye" li dar ket. Ev konferans ji bo amadekariyên lidarxistina kongerya giştî ya partiyê li ser asta Sûriyê ku tê payîn di 27’ê Adara bê de be, hat lidarxistin.

Konferans li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya li texa El-Mişêrfê ya Hesekê hat lidarxistin. Di konferansê de 25 endamên partiyê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî û hêzên leşkerî, endamên sazî û navendên sivîl ên kantonê beşdar bûn.

Piştî hilbijartinan Evîn Mihemed ji bo serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Hesekê û Tarq Xilêf jî wekî cigar hatin hilbijartin. Her wiha 25 endam ji bo Meclisa Partiyê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da û ji aliyê seroka Meclisa partiyê Evîn Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Kar û xebata partiyê ya meclisa Hesekê li ser asta rêxistinê hate nirxandin, her wiha kesayeta têgihiştî hate hilbijartin ku ji qonaxên bê û berpirsyariyên dikevin ser milên partî û endaman re bibe bersiv."

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Xebata partiyê ya meclisa Hesekê ya li ser asta rêxistinî hate nirxandin, ew jî bi rêya rexnekirina mekanîzmeya xebatê, misogerkirina li ser mijara rêxistinê ya ber bi partî û endamên wê ve, xurtkirina kesayetên partiyê ku merheleya bê bi rê ve bibin, berpirsiyariyên partî û endaman hilgirin. Her wiha têkoşîna aştiyane, berfirehkirina hîma partî û gel were berdewamkirin, xebata rêxistinî zêde bibe, armanc û rêgezên partiyê werin belavkirin û piştevaniya platforma partiyê bi rêya rêbazên guncaw were kirin."

(eh)

ANHA