​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Dihokê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Hirurê yê bajarokê Kanîmasî yê Dihokê topbaran kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundekî Dihokê topbaran kir
3 ÇILE, 2022   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê duh derengiya şevê artêşa Tirk a dagirker gundê Hirurê yê bajarokê Kanîmasî yê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker 18 top li gund barandin û di encamê de zirareke mezin çêbû. Der barê ziyanên canî de agahî bi dest neketin.