Gerînendeya Zimhêrê ya Hesekê dewriyeyên xwe li bazaran zêde kirine

Di demekê de ku ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin, Gerînendeya Zimhêrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komîteyên xwe yên "Rewşên Awarte", nirxên madeyan kontrol dike û hewl dide rê li ber kesybaziyê bigire.

Gerînendeya Zimhêrê ya Hesekê dewriyeyên xwe li bazaran zêde kirine
3 ÇILE, 2022   06:42
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Li bazarên herêmên Sûriyê bi giştî nirxê kel û pelan bilind bûye, ji ber ku lîreya sûrî li hemberî pereyên biyanî di serî de dolar dadikeve.

Li aliyekî din jî hikumeta Şamê û PDK`ê ambargo li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kiriye. Ruxmî vê Rêveberiya Xweser rê li pêşiya bilindbûna nirxên madeyên sereke digire, lê dîsa jî vê yekê bandoreke mezin kiriye.

Desthilata PDK'ê deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd ên bi herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girtin.

Welatiya bi navê Sahîre Saroxan a ji navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, têkildarî ambargoya li ser herêmê axivî û got: "Li gel bilindbûna nirxan, PDK  û rejîmê deriyên sînor girtin û ambargo ferz kiriye."

Sahîre Saroxan diyar kir ku hin bazirgan sûdê ji girtina deriyên sînor digirin, isbata vê yekê kel û pelên ku berê depo kiribûn, bi nirxekî bilind difiroşin welatiyan.

Izedîn Hesen ê ji bajarê Hesekê got: "Gerînendeya Zimhêrê ya Kantona Hesekê erka xwe baş pêk nayîne, kesên muxalif ceza nake û rê li pêşiya keysbazî û bilindkirina nirxên kel û plan nagire. "

Hesen bang li Komîteyên Zimhêrê kir li bazaran bi dewriyeyan rabin  û buhayan kontrol bikin û hesab ji bazirganên ku keysbaziyê dikin, bixwazin.

Hevseroka Gerînendeya Zimhêrê ya Kantona Hesekê Xunav Reşo diyar kir ku ew li bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi komîteyên xwe yên taybet bi kontrolkirina nirxan, sînordarkirina keysbaziyê û guhdarkirina li gilî û gazinên welatiyan, dewriyeyên çavdêriyê dimeşînin, lê dîsa jî li gorî xwesteka welatiyan nabe bersiv.

Xunav Reşo da zanîn ku gerînendey,ê komîteyên taybet bi kontrolkirin û kişfkirina lîsteyên nirxan û sînordarkirina keysbaziya bazirganan ava kiriye.

Xunav Reşo bang li welatiyan kir "Têkildarî keysbaziya dikandaran û navendên mizextkaran gilî bikin, da bi hev re rê li pêşiya vê yekê bigirin û hesab ji van kesan were xwestin."

(eh)

ANHA