Newroz Ehmed: Di sala nû de erka me ya esasî rizgarkirina herêmên dagirkirî ye

Newroz Ehmed diyar kir ku di sala nû de ji bo pêkanîna armancên xwe dê têkoşînê xurttir bikin û got “Erka me ya esasî di sala 2022`yan de rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.”

Newroz Ehmed: Di sala nû de erka me ya esasî rizgarkirina herêmên dagirkirî ye
3 ÇILE, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Têkildarî sala 2021`an Newroz Ehmed got li gel şer û pevçûnan, ji bo hêzên wan pêvajoyeke ji nû ve avakirinê bû. Newroz Ehmed, destnîşan kir ku dê rewşa herêmên dagirkirî demdirêj nebe û got: “Dê ev rewş bi xwe re teqandinekê çêke. Ji aliyê tu kesî ve ne mimkun e ev dagirkirin bê qebûlkirin.”

Bi taybet di sala 2021`an de êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov zede bûn. Der barê zedêbûna van êrişan de Newroz Ehmed got dewleta Tirk dixwaze wan tehrîq bike ku ew êrişî wan bikin ku vê jî wek hinceta êrişên berfireh nîşan bidin.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed, geşedan û pêşketinên sala 2021`an ji ANHA re nirxandin û got ji ber bêhelwestiya hêzên navneteweyî dê êrişên dewleta Tirk berdewam bikin.

Sala 2021’an di aliyê êriş û xweparastinê de çawa derbas bû?

Di sala 2021`an de dibe ku êrişên berfireh li ser herêmên me çênebûbin, lê wek pêvajoyeke şer em dikarin binirxînin. Ji ber êriş û gefên dewleta Tirk qet nesekinîn. Êrişên bêjahî û hewayî di vê salê de gelekî pêk hatin. Li aliyêkî din êrişên DAIŞ’ê jî di vê salê de çêbûn. Her wiha êrişên plankirî jî hebûn ku gelek ji wan hatin têkbirin. Li beramberî wan jî berxwedaneke gelekî xurt çêbû. Hêzên ewlekariyê bi pêkanîna gelek operasyonan êriş bêyî ku bigihêjin encamekê, têk birin. Gelek kes hatin girtin. Ji erebeyên teqemeniyê heya gelek çalakî hatin bêbandorkirin. Ji bo me saleke girîng bû û ji hêzên me re jî pêvajoyeke nû bû. Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê rêbaz û teknîka şer gelekî guhertin. Lê hêzên me jî li hember şer û pevçûnên heyî bi tecrubeyên mezin derxistin û tevlêbûnan tev geriyan. Asta perwerdeya hêzên me di aliyê leşkerî û taktîk de bi pêş ket û akademiyên nû bandoreke gelekî mezin kir. Vê seknê çawaniya hêzê jî xurt kir. Ji bo fermandaran gelek akademî hatin vekirin. Di aliyê rêveberina şer, dewlemendkirina taktîkan, xurtkirina rêbazan de jinûveavakirin bi pêş ket. Li hember tarzê şer, teknîka demê ya nû û her wiha bi rêbazên cuda encam bi dest ketin.

Van perwerdeyan bandoreke çawa li têkoşîn û xwenûkirina we kir?

Wan perwerdeyan di şer de gelek encamên erênî dan. Çalakî, êriş û planên dagirkeran pûç kirin ku ev jî encamên perwerdeyê bûn. Gelek aliyên ku em temam bikin hene, lê astake xurt derkete holê. Di aliyên çawanî û hejmarê de pêşketin çêbû. Li kelêka şer û pevçûnan sala 2021’an pêvajoyeke xwe ji nû ve avakirinê bû. Di sîstema me a QSD`ê de zêdetir xwe birêxistinkirin û xurtkirina xebatan pêk hat. Civîna salê ji ber rewşa şer û vîrusa Koronayê dereng hat lidarxistin. Lê civîneke girîng bû ku xebat hatin nirxandin, xwe di ber çavan re derbas kirin û ji pêvajoya pêş re jî amadekariyên bibandor çêbûn.

Tevî hemû zor û zexmetiyan li kêleka erken me yên esasî; parastina herêmê û gelên me yên herêmê bi cih anîn, helbet ji bo sala pêş aliyên ku kêm man, zêdetir xurtkirin û temamkirin hedef e. Bingeheke xurt hat avakirin.

Di êrişên li ser herêmê de, bi taybetî welatî kirin hedef. Bi destûra hêzên navneteweyî balafirên bêmirov pêşengên civakê kirin hedef. Îsal bikaranîna balafirên bêmirov zêdetir bû. Sedema wê çi bû û çima pêşengên civaka Kurd dikin hedef?

Gelek hewldanên dewleta Tirk çêbûn ku hinek herêman dagir bike û hinek herêman jî her tim bi topbaran, gulebaranê hewl da gel bitirsîne, herêmê vala bike, aramiyê xerab bike, koçberiyê zêde bike. Jixwe her tim di ragihandina xwe de vê wek serkeftineke dixwest nîşan bide û bi berovajîkirina rastiyê re wekî ku me êrişî van kiriye, nîşan didan. Şerekî taybet bi awayekî gelekî xurt meşandin. Lê tevî van hemûyan sîstema AKP-MHP’ê nekarî xwe li ser pêyan bihêle ku hewldanên wan bê encam bûn. Bi taybet di sala 2021`an de balafirên bêmirov bi kar anîn.

Ev taktîka êrişê ya nû bû. Berê di nava şer de gelek caran bi kar anîn lê di nava xelkê sivîl de wekî rêbazeke êrişan li her derê bê kontrol bi kar anîn. Ev zeîfiya dewleta Tirk a dagirker diyar dike. Di êrişan de gelek xelkê sivîl kal, zarok û ciwan kirin hedef. Ji ber dewleta Tirk di şer de bi rêbazên ku bikaranîn encam negirt û xwest vê rêbazê bi kar bîne.

Gelên me yên ku ji bo şoreşê kedeke mezin daye, dikin hedef. Xwestin îradeyê bişikînin û gel bêpêşeng bihêlin. “Ger hûn bi vî rengî pêşengiyê bikin em ê jî we bikin hedef” bi vê peyamê xwestin çavên gel bitirsînin, bi wan gav paş de bidin avêtin. Xwestin herêmê ji xelkê sivîl bidin valakirin. Van polîtîkayan li herêmên dagirkirî jî didin meşandin. Yekser nikare êrişên berfireh bide meşandin, bi van rêbazan tev digere. Li Şengal, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê van êriş û polîtîkayên xwe dimeşînin. Di êrişên balafirên bêmirov de jî derket holê ku helwesta gel, gelekî girîng bû. Tevî hemû êrişan gel jiyaneke bênasname, bêhebûn, bêçand red kir. Jiyana koletî, bêîrade nayê qebûlkirin. Apê Yûsif hat hedefgirtin, bi milyonan mirov rabûn ser pêyan û xwedî lê derketin. Ciwanên me kirin hedef, li hember vê jî bi hezaran ciwan xwedî li doza wan şehîdan derketin. Gel helwesta pêwîst li dijî êrişan nîşan da û peyama pêwîst jî da. Xurtkirina berxwedan û xwedî derketina doza şehîdan ji bo me hemûyan pêwîst e. 

We jî behs kir, herî dawî li Kobanê 5 welatî bi balafirên bêmirov hatin şehîdkirin. Her kes dizane ku qada hewayî di destê hêzên navneteweyî de ye. Hûn vê êrişa li ser Kobanê çawa dinirxînin, çima li Kobanê êrişên wiha zêde bûne û her wiha têkildarî sekna hêzên navneteweyî hûn çi dibêjin? 

Bajarên me bi tevahî li ser xetên sînor in û her ji êrişan re dibin hedef. Herêma herî zêde ku dewleta Tirk gef lê dixwar, Kobanê bû. Di dema şerê DAIŞ’ê de ev vekirî anî ziman û ji bo Kobanê digot “ha ket ha dikeve”. Piştî wê jî her gefên wan berdewam kir û bi rêbazên cuda xwest êrişên xwe bi pêş bixe. Armanca wan dagirkirina tevahî sînorên me ye. Kobanê di hedefa planên wan de ye. Ev plan di civînên navneteweyî de jî anîn ser ziman. Her kesê ku di nav vê sîstemê de cihê xwe digire hedef in.

Dewleta Tirk cesareta xwe ji helwesta hêzên navneteweyî digire. Divê helwestek zelal hebe. Bi van êrişan re komên xwe yên çete zêdetir û bi hêz dike. Di demekê de ku em êrişên çeteyan li ser herêmên me, li ser kampan, cihên girtiyên DAIŞ’ê de vala derdixin, dewleta Tirk jî êriş dike. Dewleta Tirk di dîrokê de gelek komkujî pêk anîne û îro jî heman tiştî dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger tu gef li ser civakê û dewleta Tirk nekirine. Karên ji bo pêşxistin û pêşeroja civakê dikin. Lê hin alî ji bo berjewendiyên xwe li dijî delweta Tirk nabin xwedî helwesteke tund. Herêmên me zivîrandiye qadekê ku çete xwe tê de birêxistin dikin. Ev ji bo herêmên me û ji bo cîhanê xetereyek e. Helwest û têkoşîneke xurttir pêwîst dike. Ger helwesteke giştî, navneteweyî çênebe dewleta Tirk dê êrişên xwe berdewam bike. Wê her kesî jî bi daxuyaniyên derewîn wekî ku gef li ser wan heye, mafê wan heye sînorên xwe biparêze, bixapîne. Herî dawî ciwan hedef girtin û dibêje `amadekariya êrişê dikirin.` Bi van raporan dixwazin her kesî îqna bikin. Her kes dizane ku ew ne rast in lê heya niha helwesta pêwîst nîşan nedane. Em dîsa dubare dikin ku dê di her alî de têkoşîna me berdewam bike.

Gelek caran agirbest binpê kirin û hewldanên dagirkirina herêmên nû çêbûn. Garantorên vê peymanê çima çavê xwe digirin û ev rewş dê berdewam bike?

Ji dema hevpeymanê heya niha tu carî êriş nesekinîn. Dema ew hêz dixwazin, dibêjin peymanek heye, divê her kes li gorî wê tev bigere. Lê dema ne li gorî berjewendiyên wan be, bi taybet dema dewleta Tirk êriş dike wekî ku mafê wan heye, nîşan didin. Jixwe di her firsendê de vê dibêjin ku peymana hatiye çêkirin, hinek cihên divê bigirtana hebûn. Li gorî wan divê tevahî herêm bihata dagirkirin. Ji bo vê jî demekê nîşan didin. Helbet êriş ne tenê li wan cihên ku dewleta Tirk dibêje “ez ê bigirim” pêk tê, li ser tevahî herêmên me êriş hene. Ev rewşa herêmê ya heyî dê demdirêj nemeşe. Dewleta Tirk wiha dike ku em êriş bikin û vê wek sedem nîşan bide. Dixwaze tehrîk bike. Dewleta Tirk ji vê rewşê sûdê werdigire. Bingeha çareseriya vê rewşa bi vî rengî tune ye. Rewşa ku Sûriye tê de, gelekî xeternak e. Krîza Sûriyê ji ya cîhanê du qat zêdetir e. Dixwazin ev pêvajo dirêj bibe. Ev jî xizmeta tu kesî nake. Komên çete, DAIŞ, dewleta Tirk ji vê sûdê werdigirin ku hebûna xwe li herêmê zêdetir mayînde dike. Banga me ji bo hêzên li herêmê û yên cîhanê ew e ku vê rewşê baş bibînin û bi hev re çareseriyek bi pêş bixin.

Di sala borî de li herêmê êrişan bê navber berdewam kir. Bi taybet Eyn Îsa û Til Temir bûn hedefa êrişên dijwar. Heta êrişên li ser Eyn Îsayê bi mehan dewam kirin. Çima bi taybet ev herêm kirin hedef û berxwedana li hember van êrişan di aliyê leşkerî û taktîkên nû de encameke çawa derxist holê?

Cihên sivîlan wekî Eyn Îsa û gundewarên wê, Til Temir û gundewarên wê bi taybet kirin hedef. Dixwazin herêmê vala bikin. Bi vî şeklî dixwazin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Bi vî rengî dixwaze rêya M4 têxe bin kontrola xwe ku serweriya xwe li ser herêmê xurttir bike. Berxwedan gel û şervanên me gelekî xurt bû. Berdewamkirina van êrişan metirsiyê li ser herêmê çêdike. Komên çete li van herêman bi cih kirine. Çete erebeyên teqemeniyê, cebilxaneyên xwe derbasî herêmên me dikin. Bi taybet van cihan wek gava yekem armanc kirine.

Ji destpêkê heya niha şoreşa me bi îmkanên gel ava bû û gihîşt roja îro. Hêzên me yên leşkerî jî bi îmkanan li ber xwe dan. Li hember teknîka herî pêşketî em şer dikin. Em bi fikirandinek kûr, bi aqilekî nû, tarzê fermandariyê yê nû û bi amadekarî şer didin meşandin. Bi vî şiklî dewlemendiyek û afirîneriyek çêbû. Dewleta Tirk di her firsendê de dibêje “van teknîk û aqilan kî dide wan?”. Li hember şerê DAIŞ’ê hin hêz destekê didin. Şerê li hember DAIŞ’ê cuda bû. Îro êrişên dewleta Tirk ku bi hemû teknîka xwe ya pêşketî bi ser me de tê, helbet divê rêbazê xweparastina me jî cuda be. Pêvajo ji bo me jî pêvajoyeke pratîk e û amadekariyê bû. Helbet divê em zêdetir xwe xurt bikin. Qasî ku dijmin bi ser me de tê pêdivî heye ku em xwe nû bikin û çêkin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê deverên dagirkirî bi dîwaran ji herêmê qut dikin. Dixwazin sînorên xwe bi pêş de bînin. Armanca wan ji vê yekê çi ye?

Ev mijareke gelekî girîng e. Ji ber ku dewleta Tirk bi hinek hincetên cuda sînorên welatekî din dagirkirî ye. Em dinêrin ku dewleta Tirk bi awayekî mayînde, stratejîk nêz dibe. Çawa berê herêmên cuda wiha girtin, niha jî bi vî rengî dixwazin hêdî hêdî normal bikin û wan herêman bixin nava sînorên xwe.  Hem dîwaran datîne hem jî demografiya herêmê diguherîne. Qanûnên nû li herêmê çêkirine, yên ku van herêman bi rê ve dibin, yekser ji Tirkiyê anîne. Mixabin li pêşiya çavên cîhanê ev çê dibe. Gelek rapor hatine amadekirin, me jî raporên xwe pêşkêşkirî ye. Lê heya niha li dijî wan tu helwest, tevgerek nehatiye dayîn. Dewleta Tirk jî ji vê sûdê werdigire.

Di 2021`an de li herêmên dagirkirî gelek sûc hatin kirin. Lê heya niha der barê wan herêman de tu gav ji aliyê hêzên navneteweyî ve nehatine avetin. Li herêmên dagirkirî rewş ber bi ku derê ve diçe?

Rewşekî gelekî giran li wan herêmên di bin dagirkeriyê de tên jiyîn. Krîza li herêmên di bin dagirkeriyê ne ji ya dewleta Tirk u hundir de mezintire. Her roj çete li hev dikevin. Di navbera wan de nakokî heye. Gelê me yên koçber di rewşeke gelekî giran de dijîn. Her li benda vegerê ne. Ev rewş ne mimkune demdirêj be. Wê ev rewş bi xwe re teqandinekê çêke. Tu kesek van dagirkeran qebûl nake.

We diyar kir ku koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ji bo ku vegerin bajarên xwe berxwedana xwe didomînin. Di sala nû de ji bo rizgarkirina van herêman planên we çi ne?

Gelê me yên koçber dixwazin ku ware wan bên rizgarkirin. Erkê me yê esasî sala 2022`an rizgarkirina van herêman e. Bi taybet di vê sala pêşiya me de ji bo rizgarkirina herêmên me tiştê ji destê me tê emê bikin, emê xurtir bixebitin. Têkoşîna hember çeteyan ferz dike ku em van herêman rizgar bikin. Cihên ku çete bikaribin xwe têde birêxistin bikin, bingehek xurt ava bikin divê em ji hole rabikin. Ji bo wê têkoşînek hevbeş û xurt pêwîst dike. Ne tenê bi me ve girêdayî ye. Ji bo wê jî em ê hin zêdetir bi hêzên li vir re têkevin nav xebatê û di aliyê siyasî, dîplomatîk de dive em zêdetir bixebitin. Parastina herî xurt şikandina dagirkeriyê ye. Ji her demê zêdetir emê têkoşîna xwe xurt bikin. Bi hêzên leşkerî û gelê xwe re têkoşîneke xurt em dikarin dagirkeriyê tine bikin.

Sala 2022’yan ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê saleke çawa be û armancên we ji sala nû çi ne?

Helbet wekî gelê me em dixwazin ev sal bibe sala aramiyê, aştiyê, azadiyê. Herêmên ku em tê de dijîn di rojên sersalê û hemû cejnan de bi êş derbas dikin. Ev ne qedera gelê me ye. Divê em vê biguherînin. Mafê zarokên li herêmên me heye ku wekî zarokên cîhanê van rojan bi keyf û coş pîroz bikin. Ev bi rêya têkoşîn û xwebihêzkirinê pêkan e. Hêviya me aramî ye. Lê di kêliyên dawiyê yên salê de em bi êrişan re rû bi rû man. Xetereyên li herêmê, êrişên ku pêş dixin, gefên wan diyar dike ku sala pêşiya me dê êrişan zêdetir bikin. Wê dewleta Tirk hewl bide êrişên xwe zêde bike. Divê em xwe ji şerekî dijwar re amade bikin. Bi taybet hêzên leşkerî jî xwe li ser vê amade kiriye. Ji bo pêşxistina aramiyê ev erkeke me ya bingehîn û tevahî ye. Bi gelên xwe re em wiha tev bigerin, serkeftin dê ya me be.

Em vê salê li hemû gelên xwe pîroz dikin ku em vê salê bikin wesîleya xurtkirina têkoşînê ku em bikarin serkeftinê bi dest bixin. Bi vê wesîleyê em bejna xwe li beramberî şehîdên azadiyê ditewînin û dibêjin em ê hêviyên wan bi cih bînin.

ANHA