'Kongra Star berpirsa bersivandina bangewaziyên jinên li herêmên dagirkirî ye'

Remziye Mihemed got, Kongra Star berpirsa yekemîn a bersivdayîna bangên tevahî jinên li herêmên dagirkirî ye. Her wiha hinek kêmasiyên ku di kar û xebatên kongreyê de derketine diyar kir û got: "Sala 2022'yan wê bibe sala derbaskirina kêmasiyan."

'Kongra Star berpirsa bersivandina bangewaziyên jinên li herêmên dagirkirî ye'
3 ÇILE, 2022   02:51
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Kongra Star li gorî mîsaqa kongreyê ya ku xwe dispêre rêveberiya cewherî û Rêveberiya Xweser, qada çalakiyên xwe firehtir dike. Hewl dide hemû jinan ji çand, ziman û baweriyên cuda tev li wan çalakiyan bike.

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed kar û xebatên kongrayê yên sala 2021`an nirxand û got: “Gelek rêxistinên jinan yên herêmî û navneteweyî peyamên pîrozbahiyê ji me re şandin. Wan aliyan, Kongra Star wek hêzeke jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û tova bingehîn a rêxistinên jinan bi nav kir.”

Remziye wiha domand: “Me 2021 bi coşeke mezin pêşwazî kir. Gelek çalakiyên girîng li dar ketin. Ruxmî belavbûna vîrusa koronayê, lê kongra li darxistina çalakiyên xwe domandin.”

`2022 SALA DERBASKIRINA KÊMASIYÊN 2021`AN E`

/kr/uploads/files/2022/01/02/193613_-large.webp

Kongra Star di kongreya xwe ya 8`an de, mekanîzmeya kar danî û rêzebiryarên girîng girtin. Jê pêşkêşkirina dozên kuştina jinan ji dadgehên navneteweyî re û şopandina wê, her wiha nasandina şehîdên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Remziye Mihemed kêmasiyên di warê şopandina doza tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de eşkere kirin û got: “Ruxmî ku me di salên borî de gelek destkeftî bi dest xistin, lê li pêşiya me pêvajoyeke tijî berpirsyarî heye. Jê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo derbarskirina kêmasiyên ku derketine, divê jin têkoşîna siyasî û fikirî mezin bikin. Divê bibin yek heta ku rêber APO azad bibe. Em ê bi vîn û birêxistinkirina xwe, hemû planên dijmin têk bibin. Em ê herêmên xwe rizgar bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Kongra Star a Rojava di çarçoveya pengava "Êdî bes e tecrîd, faşîzim û dagirkerî dem dema azadiyê ye" de ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Koma Jinên Azad (KJK) di 12`ê Îlona 2020`an de ragihandiye, gelek çalakî li dar xistin.

Ji dewletên Ereb û yên Ewropayê, gelek kesayet, siyasetmedar, rewşenbîr, wêjevan, akademîsyan û lêkolînerên piştgiriya dan pêngavê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan gelek deng kom kirin.

Remziye Mihemed behsa girîngî û naveroka dewreyên perwerdeyê kir û got: “Ji bo nasandina ekolojî, pêşxistina wê ku bibe bingeha aborî, tenduristî û siyasetê, me gelek dewreyên perwerdeyê vekirin. Kongra Star jineolojî, stûneke sereke ya pêşxistina perwerde esas digire.”

Têkildarî sûcên hovane yên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî; Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus û Ezazê Remziye Mihemed got: “Divê em têkoşînê mezin bikin da ku xwe bigihînin wan jinan û wan biparêzin. Ji ber ku Kongra Star berpirsa yekane ya wan jinan e.”

Remziye Mihemed destnîşan kir ku jinên Ereb xwe di bin sîwana Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi rêxistin kirin, piştî ku dîtin çawa Kongra Star a Rojava gelek destkefî bi dest xistin. Remziye ev li gotinên xwe zêde kir: “Li herêmên ereban ên rizgarkirî jinan sûd ji tecrubeya Kongra Star girt. Jinan li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê xwe di bin sîwana Kombûna Jinan a Zenobyayê bi rêxistin kir. Ev encama serkeftina şoreşa  Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Remziye piştrast kir ku tabloya muzaîk a xweşik bi tevlêbûna jinan ji hemû pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan û Turkmen, bersiveke têr, tijî û peyameke diyar e ku dewleta Tirk nikare vîna jina azad têk bibe ku ji bo azadiyê, demokratiyê û aştiyê tê koşiya û di şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an bû pêşeng.

Berdevka Kongra Star, jinên di saziyên Rêveberiya Xweser da kar dikin rexne kir ku erkên xwe li gorî ku tê xwestin nayinin cih. Her wiha destnîşan kir ku divê jin di bersivandina bangên jinên ku rastiyê tundiyê tên û pêwîstiya wan bi destekê û parastinê heye, bi berpirsyartî tev bigerin.

PLANSAZIYA KONGRA STAR A 2022`YAN

Remziye Mihemed eşkere kir ku xebatên kongrayê yên piştgiriya têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta zordest, belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de berdewam in.

Remziye  Mihemed bang li jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe li ser bingeha xweparastinê bi rêxistin bikin.

Her wiha Remziye Mihemed rexnedayîna xwe da, ku xwe negihandina gelek jinan û piştrast kir ku Kongra Star dê xebatên xwe xurtir bike da ku kêmasiyên di salên borî de derketine, derbas bikin.

Berdevka Kongra Star a Rojava Rezmiye Mihmed di dawiyê de got: “Jin li benda me ne ku em wan ji zulmê xilas bikin, di nav de jin li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Efganistanê. Divê em xwe li ser vê esasê bi rêxistin bikin. Me navendeke xwe li Belçîkayê vekir. Em jê armanc dikin ku xwe bigihînin hemû jin koçberî dewletên Ewropayê bûne.” 

(şx)

ANHA