Şehîd Argeş Zagros û Cîgir Efrîn li Stockholmê hatin bi bîranîn

Li Stockholmê bi beşdariya komek kurdistaniyan, gerîlayên HPG'ê Argeş Zagros û Cîgir Efrîn ku di 30'ê Tîrmeha 2021'ê ji ber bombardûmanên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Qendîlê tev li karvanên şehîdan bibûn, hatin bi bîranîn.

Şehîd Argeş Zagros û Cîgir Efrîn li Stockholmê hatin bi bîranîn
2 ÇILE, 2022   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîranîna ku danê piştî nîvro bi pêşengtiya Platforma Yarsan û Ciwanên Zagros û Meclisa Jin a Amara li komeleya çandî hunerî ya kurdî ya li bajarê Stockholmê hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgrtin dest pê kir. Siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen axaftin kir û got: "Berxwedan û dîroka têkoşîna me li ser xwîna van şehîdan bilind bû û îro cîhan ji bo kurdan hesab dike. Di dîroka kurdan de tu kesî Kurd hesab nedikirin, heta yek kurdek azad hebe, em ê di bin fermandariya wan de ji bo civak û jiyaneke azad têbikoşin."

Di berdewamiya bîranînê de li ser navê Platforma Yarsan Sasan Mêhrabî axivî û got: "Amadebûna we ya ji bo bîranîna van her du şehîdan ji bo me hêzeke pir mezin e. Raste ku heval Argeş ji Rojhilatê Kurdistanê bû, lê helwesta heval kurdistanî bû. Ji bo jiyana hevpar xwedî têkoşîn bu. Bîranîna heval ji bo bilindkirina doz û reça heval e. Kiryaren dijmin a li ser kurdan bandorî li heval kir û êşa gel ji nêz ve hîs kir û her digot 'dixwazim bibim xwedî helwestek mezin a li hember dijmin'. Heval Argeş beriya were Ewropa tevgera azadî nas dikir lê beşdarbûna heval li Ewropa çêbû. Em jî wek rêhevalen şehîd Argeş, her dem şopînerê rêya heval bin."

Di berdewamiya bîranînê de sinevîzyona li ser jiyana şehîd Argeş û şehîd Cîgir hate nîşandan û peyama Ciwanên Zagros ji aliyê Hêle Ejîn ve hate xwendin. Ejîn Got: "Heval Peyman (Argeş Zagros) çawa hate Ewropa, dîsan xwe nêzî tevgera azadiyê kir û kete nava xebatên ciwanan, hevaleke pir dilnizim û hêja bû. Heval bi henekî digot 'ez herim beşdar bibim ji bo ku bi awayeke rast çand çand û zimane Kirmaşan û Yarsan baştir bidim nasandi'n. Ewî navê şehîd Argeş Zagros li xwe kir ku ew ji li Swed beşdar bibû li xwe kir û wisa beşdar bû.

Di bîranînê de gelek caran kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Bîranîn bi avêtina dirûşmeyên"Şehîd namirin","Jin, jiyan, azadî û "Bijî serok APO" hatin avêtin.