ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-01-2022
3 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 90'î de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şeremzar kir û piştgiriya xwe ji bo berxwedana şêniyên Kobanê nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker bi armanca vejandina mîrasa nijadperestî û faşîst a osmanî, dîroka Efrîna dagirkirî diguherîne. Asta van sûcan di sala 2021'an de zêdetir bû. Koçberên Efrînê diyar dikin ku ew ê heta rizgarkirina warê xwe berxwedanê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê  şervanekî QSD'ê û endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşer ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nivîskar û çalakvana siyasî ya skotlendî Sara Glenn diyar kir ku hikumetên rojavayî, dikarin bi rêya derxistina navê PKK`ê ji ''lîsteyên terorê'' derfeteke rastîn ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn peyda bikin. Her wiha got, mayîna PKK`ê di vê lîsteyê de tundiya li dijî kurdan zêdetir dike. (BI WÊNE).

- Newroz Ehmed diyar kir ku di sala nû de ji bo pêkanîna armancên xwe dê têkoşînê xurttir bikin û got “Erka me ya esasî di sala 2022`yan de rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Remziye Mihemed got, Kongra Star berpirsa yekemîn a bersivdayîna bangên tevahî jinên li herêmên dagirkirî ye. Her wiha hinek kêmasiyên ku di kar û xebatên kongreyê de derketine diyar kir û got: "Sala 2022'yan wê bibe sala derbaskirina kêmasiyan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di demekê de ku ambargo li ser herêmê hatiye ferzkirin, Gerînendeya Zimhêrê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komîteyên xwe yên "Rewşên Awarte", nirxên madeyan kontrol dike û hewl dide rê li ber kesybaziyê bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA