Jinên Helebê piştgiriya xwe ji bo berxwedana Kobanê nîşan da

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê şeremzar kir û piştgiriya xwe ji bo berxwedana şêniyên Kobanê nîşan da.

Jinên Helebê piştgiriya xwe ji bo berxwedana Kobanê nîşan da
3 ÇILE, 2022   04:20
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, herî dawî jî li bajarê Kobanê maleke kir hedef. Di encama vê êrişê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nerazîbûn nîşanî êrişê li ser Kobanê da.

ꞌEM Ê BÊDENG NEMÎNINꞌ

Welatiya bi navê Dicle Elî got, dewleta Tirk Kurdan hedef digire da hebûna wan ji holê rake.

Dicle Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare vîna Kurdan bişkîne û li hemberî vê yekê ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Dicle Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Em ê li kêleka gelê xwe yê bi êrişan re rû bi rû ne û bê deng nemînin. Her wiha em ê li ber xwe bidin û hîn zêdetir çalakiyan li dar bixin."

'RÊXISTINÊN MIROVÎ JI VAN SÛCAN LI KUDERÊ NE?'

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Sedîqe Îbo sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelan şermezar kirin û got: "Êrişên dewleta Tirk ne tiştekî nû ye ji ber ku Tirkiyê xwedî dîrokeke tijî xwîn e."

Sedîqe Îbo bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin û wiha domand: "Gelo ka mafê mirovan ên ku hûn pê bang dikin, çi gunehê wan kesên di encama sûcên dewleta Tirk de şehîd bûne ye? Çima rêxistinên mirovî li hemberî vê yekê erka xw bi cin naynin û sînorekî ji Tirkiyê re deynayne?"

Sedîqe Îbo di dawiyê de li hemberî sûcên dewleta Tirk, piştgiriya xwe ya ji gelê Kobanê re anî ziman.

ꞌTIRKIYE SENARYOYA OSMANÎ ZINDÎ DIKEꞌ

Welatiya Fatime Elî got, dijminatiya dewleta Tirk a dagirker a bi Kurdan re ne tiştekî nû ye, belê berdewamî û senaroya bapîrên wê yên Osmanî û dîroka wan a xwîndar û komkujî dûbare dike.

Fatime Elî nerazîbûnên xwe yên li hemberî rêxistinên mafên mirovan anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ji rêxistina mafên mirovan dixwazin ku bi erka xwe rabe û li hemberî sûcên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bê deng nemîne."

(eh)

ANHA