Çalakgerên Sêmalka: Siyaseta PDK`ê li dijî doza kurdî ye

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ku li bin konê çalakiyê yê li Sêmalka ne, siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar kir û piştrast kir ku ew ê heya wergirtina cenazeyên şehîdan çalakiya xwe bidomînin.

Çalakgerên Sêmalka: Siyaseta PDK`ê li dijî doza kurdî ye
3 ÇILE, 2022   13:11
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li Sêmalka ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên ku li Xelîfanê di encama kemîna çekdarên PDK`ê de şehîd bûne, derbasî meha 4`emîn bû.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê îro berê xwe dan deriyê Sêmalka ya li ser sînorê Başûr û Rojvayê Kurdistanê da ku nobetê ji şêniyên bajarokê Girbawî yê Qamişlo werbigirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxiyaneiyekê ragihandibû ku çekdarên PDK`ê di 28-29 Tebaxê de li navçeya Xelîfanê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kemînek ji 7 gerîlayên HPG re danîbû, di encama kemînê de 5 gerîla şehîd bûbûn, yek bi birîndarî dîl hatibû girtin û yekî jî xwe rizgar kiribû û gihandibû nûqteya xwe.

Li ser navê şêniyên navçeya Tirbespiyê Nesîm Murad axivî û bal kişand ser xiyaneta PDK`ê û hedfgirtina gerîlayan.

Nesîm Murad di berdewama axaftina xwe de xîtabî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û wiha got:" Ev kiryarên ku hûn dikin tenê xizmeta sîstemên faşîst û dagirkerên Kurdistanê dikin, her wiha destnîşan kir ku hedefgirtina gerîla li dijî nirxên kurdewarî û mirovî ye."

Murad di dawiyê de bang li PDK`ê kir ku siyaseta xwe ya ku li dijî doza kurdî û gelê Kurd e biguhere û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.

ANHA