​​​​​​​Siyasetmedar û rewşenbîr: Misogeriya serkeftina şoreşê xweparastin e

Siyasetmedar û rewşenbîran pêwîstiya xurtkirina pergala xweparastinê li Bakur û Rojilatê Sûriyê destnîşan kir. Her wiha bang li xelkê herêmê kir ku pişta xwe nede hêzên derve "Ji ber ku dê rê li pêşiya tunekirina destkeftiyan veke ku ji destpêka şoreşê di 19`ê Tîrmehê 2012`an ve hatine bidestxistin."

​​​​​​​Siyasetmedar û rewşenbîr: Misogeriya serkeftina şoreşê xweparastin e
2 ÇILE, 2022   01:45
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Pergala xweparastinê; ji baştirîn pergalan e ku gel bi rêya wê dikarin nasnameya xwe ya çandî, dîrokî û ziman ji çewisandinê, serxwebûna xwe ya siyasî û aborî li hember pergalên kapîtalîst biparêzin.

/kr/uploads/files/2022/01/01/194059_-.webp

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef got: “Cîhan ji aliyê desthildarên dewletê ve tê birêvebirin. Ev dewlet li gorî berjewendiyên xwe gelan bi rêve dibin û berjewendiyên gel paşguh dikin. Heta endamên civakê li ser vê pergalê ji aliyê zihnî, fikrî û çandî ve tên perwerdekirin.”

El-Xelef daxuyand ku maf, dîrok û şaristaniya mirovî jî ji vê pergalê nafilitin û dewlet dixe xizmeta berjewendiyên xwe.

Mihemed El-Xelef wiha domand: “Xweparastin; berdewama hebûna ferd e. Hemû zindî xwedî rêbazên xweparastinê ne. Bi rêya wê xwe ji xeteriyan diparêzin. Xweparastin anku parastina cewherî ji bo mirovan, çand, ziman, dîrok û aboriya wan diparêze. Têkbirina yek ji van, tê wateya ku civak ji cewherê xwe derkeve.”

Gelek tecrubeyan serkeftina pergala xweparastinê isbat kirin. Di şerên Vietnamê de di salên 50`î de, pergala xweparastinê bi ser ket. Gelê vietnamî hemû bûn parêzvanên axa xwe.

Li Sûriyê jî sala 2012`an, berxwedana Şêxmeqsûd a li Helebê ya li hember êrişên hikumeta Şamê û çeteyên Cebhet El-Nusra li dijî taxê, di 5 salan de, bû sembola berxwedan û têkoşînê. Şêniyên taxê li hember hewldanên qirkirina çandî xwe li gorî şerê gelên şoreşer bi rêxistin kirin.

Berxwedana şêniyên Kobanê ya li hember DAIŞ`ê ku 134 rojan berdewam kirî, ji bo gelên şoreşger bû model.

Mihemed El-Xelef diyar kir ku pergala xweparastin li civata Kurdistanê hatibû tunekirin. Ev civat di destê desthilatên dewletên netewperest û dagirkerên Kurdistanê bûye amûr û wiha domand: Ev yek hişmendiyeke dûrî çand, rastî û dîroka Kurdistanê ava kir.

Piştî destpêkirina şoreşê di 19`ê Tîrmehê de û bi naskirina kurdan û gelên din rastiya çanda xwe ya kevnar, zimanên xwe yên zikmakî û dîroka xwe, ev fikir û hişmendî hêzî hêdî ji holê radibin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala xweparastinê hatiye rûniştandin.

/kr/uploads/files/2022/01/01/194050_-.webp

Girêdayî mijarê nivîskar Ehmed Silêman got: “Têgeha xweparastinê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêkirina şoreşê û vir ve bi awayekî mezin belav bûye. Ev yek li ser erdê pêk hat dema pêkhateyên herêmê şoreşa xwe birêve birin, xwe bi xwe bi rêxistin kirin, asta girêdana xwe bi axê û welêt ve nîşan dan.”

Ehmed Silêman anî ziman ku xweparastin, roleke mezin di parastina fikir, çand, dîrok û zimanê civakan de ji çewisandinê dilîze ku di encamê de girêdana gelan bi axê û berxwedana li hember rêbazên şerê taybet xurtir bibe.”

Nivîskar Ehmed Silêman balkişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û got: “Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker rêbazên şerê taybet li dijî herêmê bi kar anîn. Ji ber wê divê girîngiyeke mezin ji bo xweparastinê bê dayîn.”

Hevserokê PYD`ê şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed El-Xelef sedemên komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand pêkhatina pergala xweparastinê li herêmê.

El-Xelef wiha berdewam kir: "Hêzên biyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl didin vê pergalê tune bikin. Lê pêkhateyên herêmê bi xwe herêmên xwe diparêzin. Li gel wê yekê hêzên biyanî dixwazin bi hiceta parastina herêmê, rê ji xwe re vekin ku kar û barên herêmê kontrol bikin, parastina cewherî yan jî xweparastinê vala derxin. "

El-Xelef diyar kir ku gelên herêmê bi rêya xweparastinê xwe ji şerê taybet diparêze û ev bang kir: “Divê civak ji vê baldartir be. Divê piştgiriyê bidin hêzên leşkerî.”

Derbarê rewşa Kurdistanê de Mihemed El-Xelef got, kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bûne pêşeng û da zanîn ku xweparastinê dê rastiya gelê şoreşger ragihîne û wî ji qirkirinê biparêze.

Di dawiyê de Mihemed El-Xelef hişyarî da ku tunebûna xweparastinê di civakê de, wê bi timayên hêzên mezin û çewisandina nasnameya wê re rû bi rû bimîne û diyar kir ku dema hêzek hewl bide erdnîgariyekê kontrol bike, destpêkê ziman û dîroka civaka wê diçewisîne.

(şx)

ANHA