Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman

Welatiyê bi navê Sebrî Şêxo rûbera wêrankirî ya li kêleka mala xwe ya li kolana Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi kar anî, da ku barên ambargoya hikumeta Şamê li ser wan ferz kiriye, bê sivikkirin.

Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
Koçberên Efrînê li hemberî ambargoyê bê çare neman
31 kanûn, 2021   00:40
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

2015`an li taxa "Kolana Muxaberat" a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerekî giran di navbera çeteyan û gel de qewimî. Di encamê de binesaziya kolanê wêran bû, her wiha hikumeta Şamê jî ji 20`ê Tebaxa derbasbûyî ve ambargo ferz kiriye.

SIVIKKIRINA ENCAMÊN AMBARGOYÊ

Di demekê de ku ji ber ambargoyê qada aborî ya herêmê kambax e, welatî bi armanca dabînkirina hewcedariyên xwe, sebzeyan li malên xwe diçînin.

Welatiyê bi navê Sebrî Şêxo (50) ê ji gundê Hemşelek ê navçeya Raco ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye, li rûbereke ji mala xwe ya wêrankirî ya li kolana Muxaberat, sebze çandine.

Sebrî Şêxo ji ber ku kel û pelên xwarinê biha ne û da ku hewcedariyên xwe dabîn bike, li mala xwe ev sebze çandine "Xes, sebanix, pîvazên şîn, sîr, xirtik, pelên silkan, gizêr û hwd."

SEDEMÊN ÇANDINIYÊ

Sebrî Şêxo ev nirxandin kir: "Min li vê rûbera biçûk a li mala xwe sebze çandin, ji ber ku hikumeta Şamê ambargo li ser herêmê ferz kiriye û ev jî bû sedem ku nirxên kel û pelan giran bibe."

Şêxo ev pirs kir, gelo civaka navneteweyî zor û zehmetiya gelê herêmê ji ber ambargoyê dikişînin, nabîne? Ma gelo bi wan nahise? Li ser vê yekê Sebrî Şêxo bang li civata navneteweyî kir ku zextê li ser hikumeta Şamê bike, da ambargo rake.

Şêxo bi vê projeya xwe ne tenê hewcedariyên xwe dabîn dike, belê bi cîranên xwe re jî dibe alîkar û dide wan.

PARASTINA ÇANDÊ

Sebrî Şêxo dev ji çanda xwe berneda, lê belê ji Efrînê veguhast devereke din û li ser vê yekê Şêxo ev tişt got: "Ji ber ku em şêniyên gundên Efrînê ne, çandinî karên me ye."

Sebrî Şêxo beriya ku dewleta Tirk a dagirker 18`ê Adara 2018`an Efrînê dagir bike, li gundê Hemşelekê zeviyekî wî hebû, lê piştî çeteyan desteser kir, koçberî Helebê bû.

(eh)

ANHA