Du birîndarên Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Qamişlo

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî Zirganê de welatî hem şehîd hem birîndar bûn, bi wê re du birîndar gihaştin nexweşxaneyên Qamişlo.

Du birîndarên Zirganê gihaştin nexweşxaneyên Qamişlo
30 kanûn, 2021   18:45
Qamişlo

Du birîndarên ji gundê Esediyê yê Zirganê bi navên Mihemed Mûsa Xelef (36) û zarokê bi navê Mihemed Ebdulhemîd ê yeksalî gihaştin nexweşxaneya Rihmê ya Qamişlo û niha rewşa wan baş e.

Vê êvarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navçeya Zirgan û gundên wê topbaran kirin, di encamê de Cumane Nehat, Cewahir Mûsa Nehat û zarokê bi navê Elam Elî Îsa yê du salî şehîd bûn û 5 welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA