2021: Li Rojhilata Navîn krîza giran a siyasî û aborî û berxwedana Kurdan

2021: Li Rojhilata Navîn krîza giran a siyasî û aborî û berxwedana Kurdan
31 kanûn, 2021   01:37

ZEKÎ AKIL

Sala 2021’an li Kurdistan û Sûriyê bi awayekî çalak derbas bû. Têkçûyîna Trump a di hilbijartinê de û hatina Joe Biden a li ser rêveberiyê, li herêmê û tevahiya cîhanê hêviyek ava kir. Biden diyar kiribû ku têkiliyên ku xera bûne, dê sererast bike û rageşiyên heyî kêm bike. Li Îsraîlê jî hilbijartin pêk hatin. Dawiya dawî hikumeta Netanyahu guherî û di cihê wê de hikumeteke nû hat avakirin. Her çi qas ne bi dilê Îsraîlê be jî ji bo peymana nukleerê ya hatibû betalkirin, DYA’yê bi Îranê re dest bi hevdîtinan kir. DYA ji Efganistanê vekişiya, rêveberiya welat ji Talîbanê re ma. Ji bo têkiliyên di navbera Îmaratê û Erdoganê faşîst de baş bibin, gav hatin avêtin. Rêveberiya Erdogan bû rêveberiya ku li herêmê û tevahiya cîhanê bi awayekî berbiçav hatiye teşhîrkirin. Tirkiyê polîtîkayên gefxwarinê û yên ku welatên herêmê dagir dike, pêk anîn.

Di hilbijartinên li Tûnisê de Îxwanan hêz û dengên xwe bi awayekî mezin winda kirin. Xeta Îxwanê li Rojhilata Navîn di hemû qadan de bi paş ve çû. Li tevahiya cîhanê îro tenê faşîstên wekî Erdogan xeta Îxwanan diparêzin. Ji Misrê heta Sûriyê Îxwan xistine bin sîwana xwe. Bermahiyên wekî DAIŞ, El Qaîde, çeteyên ku ji Îxwanê wergirtine, bi deh hezaran hêza çeteyên bi çekdar li Sûriyê li heremên ku dagir kirine, bi cih dike û bi van çeteyan terorê dike. Tirkiye li herêmê êdî bûye cih û warê terorê, navenda terorê. Ev hêzên çekdarî ji Lîbyayê heta Ermenistanê ji bo armancên xwe bi kar anîn. Hemû welatên Ereban destê xwe ji van çeteyan vekişand lê Erdogan bû parêzerê wan. Herêmên dagirkirî yên li Sûriyê ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên ku li Iraq û Sûriyê bi paş de vekişiyan û xwe veşart, bûn herêmên ewle. Tirkiye ji bo ku DAIŞ ji nû ve kom bibe, xwe bi rêxistin bike û bikeve nava tevgerê, piştgiriyeke mezin dide.

HILBIJARTINAN QEYRANA LI IRAQ Û BAŞÛR BAŞTIR DERXISTE HOLÊ

Li Iraqê hilbijartin çêbûn. Gendelî, xizanî û bêkariyê gel daxist kolanan. Di xwepêşandanên gel de gelek kes hatin qetilkirin. Biryara hilbijartinê hat dayîn, lê piraniya xelkê neçû ser sindoqan û deng nedan.

Li Başûrê Kurdistanê PDK’ê ji ber ku zêde parlamenter bi dest xistibûn, xwe wek serkeftî dihesiband, lê li Başûr ji nîvî zêdetir gel neçû ser sindoqan. Li Iraqê partiyên heyî û têgihîştina siyasetê hêvî û bawerî nedan gel. Li gorî encamên hilbijartinê yên hatine aşkerekirin, baskê şîe yê alîgirên Îranê gelekî lawaz bûye. Di hilbijartinan de baskê şîe yê bi serokatiya Muqteda El Sedr bû partiya yekem. Her çi qas encamên hilbijartinê hatin aşkerekirin jî hê hikumet nehatiye avakirin. Sazkirin jî ne hêsan e. Ji ber ku Iraq welatekî pir biparçe ye.

JI GARÊ HETA AVAŞÎNÊ TÊKÇÛNA ARTÊŞA TIRK

Kurdistanê saleke din a dijwar li pişt xwe hişt. Tirkiye li hundir û derve bi hemû hêza xwe êrişên xwe berdewam kirin. Ji meha Sibatê ve dest bi êrişên qadên navendî yên gerîla kir. Ji êrişa Garê destvala vegeriya. Ev êriş bi fedakariya mezin a gerîla, bi amadekariyên li gorî serdema nû ya gerîla, hat pûçkirin. Lê bloka faşîst a Erdogan-Bahçelî ranewestiya. Di 23’yê Nîsanê de li ser xeta Zap, Metîna û Avaşînê êrişeke berfireh dan destpêkirin. Armanca wan parçekirin û dagirkirina herêmên stratejîk ên gerîla bû da ku xwe bi bigihînin Qendîlê û serkeftina xwe ragihînin. PKK û gerîla yan wê bihatana tunekirin, yan jî wê wek komeke penaber a li Başûr a di bin kontrola PDK’ê de bimana.  Başûrê Kurdistanê jî dê ji PDK'yeke ku di bin kontrola Tirkiyê de bihata hiştin, dê ew jî wek qehremanekî ku tevgereke Kurdan tepisandiye biçûya hilbijartinê û desthilata xwe nû bikira.

Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusi Akar mecbûr ma îtîraf bike; “Em niha operasyonên herî mezin û berfireh ên dîroka Komara Tirkiyê li dar dixin.” Tişta ku wî got ne xelet bû. Ev sed sal e dewleta Tirk bi Kurdan re şer dike. Projeyeke qirkirinê bê navber dimeşe. Ev proje ji salên 1920’î heta 1940’î bi tunekirina fizîkî, wêrankirin û bi koçberkirin û sirgûnan pêk hat. Piştî wê heta roja îroyîn jî qirkirina çandî, asîmîlasyon wek polîtîkaya dewletê hatiye meşandin. Bi derbeya leşkerî ya faşîst a 1980’yî re Kurdistan ji nû ve hat dagirkirin, zindan û îşkencexane hatin tijekirin, 4 hezar gund hatin valakirin û şewitandin, bi navê kuştinên ku kiryarên wan ne diyar in, bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin.

HER KU ŞER GIRAN BÛ DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ

Ji dema ku Komara Tirk hatiye avakirin ve artêşa Tirk bi tu dewletê re neketiye nav şer. Piştî salên 1950’yî Tirkiye bû endama NATO’yê. Bi piştgiriya ku ji NATO û cîhana rojava wergirt, piştî DYA’yê bû xwediyê duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê. Bû xwedî hêzeke mezin a çekên hewayî, tank û çekên modern. Her wiha bi serkêşiya Amerîkayê li gel welatên Ewropayê Kurd û PKK xistin lîsteya terorê. Di înkarkirin, qirkirin û qedexekirina nav, çand, hebûn û zimanê Kurdan de, van hêzan jî cih girt. Li gel artêşa mezin a Tirkiyê û piştgiriya derve jî, Komara Tirkiyê nekarî lêgerîna maf û berxwedanê ya Kurdan bişikîne. Ji sala 2015’an ve bi tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî re, di nav hewldana bezoka Amokê de ne. Di dawiya vê bezê de li Zap û Metînayê bi êrişên hewayî yên ku niha li tu derê cîhanê pêk nehatine, hatin. Ji ber ku ji van êrişan tu encam negirtin, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Tevî van hemûyan jî dewleta Tirk a dagirker sala 2021’an winda kir.

ŞER ABORIYA TIRKIYÊ HILWEŞAND

Şer bandoreke wêranker li aboriya Tirkiyê kir. Li Tirkiyê desthilata faşîst bi qedexe û derewan hewl da rastiyê ji gel veşêre. Xezîneya dewletê vala kirin. Bûn wek navenda bazara pereyên dizî û hişbirê û li cîhanê navê wan belav bû. Li ser gelê Tirk zext û tundî zêde kirin. Li dijî HDP’ê ku li ber xwe dide û ji bo demokrasiyê tê dikoşe, dosyaya girtinê vekirin. Doza Kobanê ya ku bi her awayî komplo bû, vekirin. Dema ev hemû têra veşartina krîza aborî û siyasî nekir, dîsa dest bi amadekariyên êrişa li dijî Sûriyê û Rojava kirin. Lê belê ji bo dagirkirina Sûriyê pêwîstiya wî bi destûra Rûsya yan jî DYA’yê heye. Tevî ku di destê wan de bi deh hezaran çeteyên ku li şûna wan şer bikin hebin jî, êdî îradeya artêşa Tirk a ku li bejahiyê şer bike, nemaya. Ew nikare windahiyên giran ragire. Qada hewayî ya Sûriyê jî di navbera DYA û Rûsyayê de hevpar e. Dema ku nekarî destûr wekî ku dixwest bigire, neçar ma ku plana dagirkeriyê paşde bixe. Lê belê dewleta Tirk êriş û şerê xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestand. Ji Til Rifetê heta Eyn Îsa û Til Temirê her tim êrişî eniya şer dikir. Li Qamişlo û Kobanê bi êrişên hewayî bi dehan kes qetil kirin.

TROYKAYA ASTANAYÊ DIJMINAN ÇÊDIKE

Di dawiya salê de Tirkiye, Îran û Rûsya dîsa li Astanayê hatin cem hev. Encama Astanayê dijminatiya li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Pêvajoya Astanayê ji destpêkê ve wek eniyeke li dijî Rêveberiya Xweser hatiye avakirin. Tirkiye beşeke girîng a Sûriyê dagir kiriye û bi deh hezaran leşkerên xwe lê bi cih kirine. Tevî vê yekê jî di daxuyaniya hevpar a ku belav kirine de bi awayekî bêşerm dibêjin, "Em yekitiya xaka Sûriyê û yekitiya siyasî diparêzin." Wisa xuya dike ku dijminê Sûriyê ne, ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser a ku li ser bingeheke demokratîk e û ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, dixwazin ji holê rakin. Piştî hevdîtinên Astanayê li dijî Kobanê êrişa hewayî pêk hat, ji ciwanên li baxçeyekî rûniştibûn, 5 kes şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

HILBIJARTINÊN SÛRIYÊ Û OPERASYONA MEŞRÛKIRINA REJÎMA ESAD

Armanca Tirkiyê ew e ku Sûriyê ji Kurdan paqij bike û hêzên ku li rojhilat û bakur DAIŞ têk birine û Rêveberiya Xweser ava kirine, tesfiye bike. Li ser vê bingehê dan û standinên xwe bi Rûsya û Îranê re didomînin. Hikumeta Şamê çû hilbijartinan. Di encamê de ji raya giştî re ragihandin ku Beşar Esad bi rêjeya ji sedî sed deng bi dest xistine. Ev hêzên otorîter ên tên zanîn ji bo rewakirinê operasyonek pêk anîn. Lê Sûriye bi di bin vê rêveberiyê jixwe wêran bû. Di şerê navxweyî de bi sed hezaran mirov mirin û bi mîlyonan mirov koçber bûn. Li welatên Ewropayê yên ku hilbijartinên demokratîk tên kirin de bi gelemperî hikumetên koalîsyonê tên avakirin. Çîn, kom, rêxistin û berjewendiyên cuda hene. Li aliyê din Sûriye di nav perçebûn û xizaniyeke ku em nikarin bidin ber a wan,  heye. Ger wek ew dibêjin gelê Sûriyê hemû yekdest bi rêveberiya Esed dilxweş bin, ev pevçûn, nakokî û parçebûn dê çawa werin vegotin? Ma ev hemû marîfetên hêzên derve ye?

Ger bê bîra me; rejîma Baasê jî li Iraqê bi heman rengî bû. Sedam Huseyîn ragihand ku wî bi piraniya sedî sed di hilbijartinan de bi ser ketiye. Lê di hilbijartinên piştî rûxandina rejîma Baasê de, tu partî û koman nekarî bi tena serê xwe hikumetê ava bike.

ÎRAN POZÎSYONA XWE YA ÇALAK DIPARÊZE

Îran jî çû hilbijartinan. Serokê rejîmê anîn ser desthilatdariyê. Îranê li Rojhilata Navîn tercîha xwe ya paşvenekişîn û xweprastinê danî holê. Di parastina xwe ya bi rêya Sûriye, Lubnan, Iraq û Yemenê de bi israr e. DYA û Îsraîl hewl dan Îranê li Sûriyê bêbandor bikin. Lewazbûna Îranê li Sûriyê bi kêrî Rûsyayê jî tê. Lê Rûsya dixwaze li Sûriye û herêmê têkiliyên xwe yên bi Îranê re biparêze. Îran li herêmê wek hêzeke bibandor berdewam dike.

Di encamê de hat dîtin ku li Sûriyê hilbijartineke demokratîk çênebûye, partî û berendam ne bi awayekî azad çûne hilbijartinê. Sûriye ne Sûriyeya kevin e, gel ne yê gelê berê ye. Lêbelê, di zihniyeta hêzê û şêwazên rêveberiya navendparêz de ti guhertin çênebû. Rejîm bi piştgiriya Rûsya û Îranê li ser pêyan ma. Tevî ku tê texmînkirin rêjîm piştî hilbijartinan bi hêztir bûye jî, gelê Sûriyê di nava zehmetî û xizaniyeke mezin de ye. Sûriye hê jî di bin ambargoyê de ye. Weke ku ambargoya li derve ne bes be, rêveberiya Şamê jî li dijî welatiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ambargoyê dimeşîne.

RÛYÊ RONÎ YÊ SÛRIYÊ; RÊVEBERIYA XWESER

Tevî hişkesaliya îsal jî, daketina nirxê pereyê Sûriyê, dorpêçkirin û gefên dewleta Tirk, Rojava û Rêveberiya Xweser bûne aliyê ronahî yê Sûriyê. Di bin banê jiyana azad û demokratîk de ol, gel  û çandên cuda jiyana xwe domandin. Rêveberiya Xweser li dijî hemû gef û êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê rawestiya. Amadekariyên xwe domandin. Tevî ku di sala bê de lihevkirin û çareseriyeke demokratîk xuya neke jî, Rêveberiya Xweser wê bibe hêza pêşeng a yekitî, yekparebûna xak û demokrasiyê ya Sûriyê.

YEKITIYA GELAN DÊ FAŞÎZMA DEWLETA TIRK BIDE SEKINANDIN

Mixabin avakirina aştiya li Sûriyê ne nêz e. Îxtîmala dagirkirin û êrişên Tirkiyê mezin e. Her wiha divê em li ber çav bigirin ku PDK bi Tirkiyê re bibe hevkar û li pêşiya yekitiya Kurdan a neteweyî bibe asteng û Şengal û Rojava bê nefes bihêle. Li gel hemû metirsiyan li her deverên Kurdistanê Kurdan li ber xwe dan, mewziyên xwe parastin. Heman demê li dijî êrişên artêşa Tirk parastina gelên li Rojhilata Navîn jî dike.

Gelê Kurd bi xurtkirina yekitiya xwe, bi birêxistinkirin û pêşxistina tifaqên bi gelên herêmê re bi taybet gelê Ereb re, dikare faşîzma dewleta Tirk rawestîne û têk bibe. Faşîzma Erdogan-Bahçelî hem li hundir hem jî li derve bi giranî westiyaye û hêza xwe winda kiriye. Heta ku dest ji vê xerabî û hêza dijmin neyê berdan, ne Tirkiye û ne jî gelên herêmê aştiyê nabînin.