Bi dîmen kêliya hedefgirtina mizgefta Zirganê

Ajansa me dîmena kêliya hedefgirtina mizgefta Zirganê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bi dest xist.

Bi dîmen kêliya hedefgirtina mizgefta Zirganê
30 kanûn, 2021   18:43
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro navçeyên Zirgan û Til Temirê û gundên girêdayî wan bi hawin û çekên giran hedef girtin.

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk de, zarokê 2 salî yê bi navê Elam Elî Îsa şehîd bû, welatiya bi navê Cewahir Nehar (30) û Comane Nehar jî şehîd bûn, ji wê zêdetir jî 5 welatî birîndar bûn.

Dagirkeriyê mizgefta Zirganê bi çekên giran hedef girt, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

(fr)

ANHA