KCK peyama sersaxiyê ji bo wefata Desmont Tûtû da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da û diyar kir ku weke Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî em ê têkoşînê mezin bikin.

KCK peyama sersaxiyê ji bo wefata Desmont Tûtû da
30 kanûn, 2021   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata Desmont Tûtû peyameke sersaxiyê da. KCK’ê di peyama xwe de diyar kir ku weke Tevgera Azadiya Kurd ew ê ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî têkoşînê mezin bikin.

Peyama KCK’ê wiha ye:

 “Me bi xemgînî zanî ku aktorê girîng ê têkoşîna azadî û demokrasiyê yê li Afrîkaya Başûr û dostê Kurdan Papaz Desmont Tûtû wefat kiriye. Li ser navê gelê Kurd û Rêber Apo em sersaxiyê ji malbata wî, hemû dostên wî û gelê Afrîkaya Başûr re dixwazin. Em dixwazin hesreta wî ya demokrasî, azadî û biratiya gelan li hemû cîhanê serwer bibe. Em weke Tevgera Azadiya Kurd soz didin ku em ê di vê mijarê de rola dikeve ser milê me bilîzin.

Desmont Tûtû weke dostekî Kurdan ji bo Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk her tim çi ji destê wî hatiye kiriye. Di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kedeke girîng da. Desmont Tûtû ku di wê baweriyê de bû ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê de diyarker e û di her firsendê de ev yek dianî ziman, dostê Kurdan bû. Dixwest li Îmraliyê bi komeke rewşenbîrên demokratîk ên navneteweyî re bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Lê belê hikûmeta AKP'ê ya li dijî Kurdan destûr neda vê yekê.

Desmont Tûtû di pêşxistina dostaniya Kurdan a li Afrîkaya Başûr û hevgirtina gelên Afrîkaya Başûr bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re roleke pir girîng lîst. Mînaka herî mezin a helwesta dostane ya gelê Afrîkaya Başûr û serokên siyasî yên li Afrîkaya Başûr, redkirina xelata Tirkiyê ji aliyê Mandela ve bû. Dewleta Tirk bi vê xelata ku wê bida Mandela, dixwest polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan bi rê ve dibe veşêre. Lê Mandela û demokratên dostên Kurdan ev rastî dîtin û lîstika dewleta Tirk têk dan.

Desmont Tûtû ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd li Ewropa û hemû cîhanê piştgirî da û bi tevlêbûna xwe ya li van civînan dostaniya xwe ya kûr nîşanî gelê Kurd da. Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê em gelek deyndarê Desmont Tûtû ne. Gelê Kurd tu carî wî ji bîr nake û wê timî di mejî û dilê xwe de zindî bihêle. Niha doza azadiya gelê Kurd doza wî ye jî. Weke Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêkanîna hesreta Desmont Tûtû û doza wî em ê têkoşînê mezin bikin. Desmont Tûtû wê di Kurdistaneke azad û demokratîk de her tim zindî bimîne.

Hezkirina Desmont Tûtû ya ji Rêber Apo re mezin bû. Nirx dida fikrên Rêber Apo. Hezkirin û hurmeta Rêber Apo jî ji Desmont Tûtû re mezin e. Ev hevaltî wê bikeve dîrokê. Wê di navbera gelê Kurd û gelên Afrîkaya Başûr de bibe pireke qawîm.

Di wê baweriyê de ne ku Desmont Tûtû wê di dîroka mirovahiyê de cihê ku heq dike bigire, kesayet û ramanên wî wê di gihandina mirovahiyê ji jiyana azad û demokratîk de rola xwe bilîze. Em bawer dikin ku hemû mirovahî wê li Desmont Tûtû xwedî derkeve û wê merasîma cenazeyê wî li gorî ku hêjayî kesayeta wî be were pêkanîn; Em her kesê ku tevlê merasîma cenazeyê bûne bi rêzdarî silav dikin.“