Şêniyên Kobanê 207 şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn

Bi sedan şêniyên Kobanê şehîdên meha Kanûnê bi meşeke meşaleyê û pêxistina mûman li ser Goristana Şehîd Dicle a başûrê Kobanê bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê 207 şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê 207 şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê 207 şehîdên meha Kanûnê bi bîr anîn
30 kanûn, 2021   16:47
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê berê xwe da Goristana Şehîd Dicle ku 207 şehîdên meha Kanûnê bi bîr bînin, di heman demê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê meşeke meşaleyê li dar xist, tê de bi sedan şêniyên Kobanê beşdar bûn û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Meş ji têketina Kobanê heta bi goristanê ve dest pê kir, beşdaran meşale û pankartên "Bi tolhildana şoreşgerî em ê îxanet û dagirkeriyê têk bibin" hildan.

Li goristanê şêniyan deqeyek rêz girt û dûvre Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Hebûn Xelîl axivî û wiha got: "Bi her şehîdekê/î re israr û têkoşîna wan li dijî dagirkeriya Tirk û têkbirina wê bilind dibe."

Hebûn Xelîl wiha bi dawî kir: "Em soz didin ku em ê tola şehîdan ji dagirkeriya Tirk hilînin û heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bimeşin."

Piştî axaftinê beşdaran mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.

(fr)

ANHA