Koma Banga Welat çi ye û nêrîna wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çi ye?

Koordînatorê Giştî yê Koma Banga Welat armancên komê û fikrên wê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dan nasîn û diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeya yekane ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Koma Banga Welat çi ye û nêrîna wê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çi ye?
30 kanûn, 2021   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Koma Banga Welat di demên dawî de li hundirê Sûriyê ji rewşenbîr û wêjevanan hat avakirin û ew bi rewşa giştî ya Sûriyê ve pêwendîdar e.

Koma Banga Welat di 28’ê Kanûnê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nêrîna xwe ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê eşkere kir û da zanîn ku çareserkirina aloziyê bi destê gelê Sûriyê ye. Her wiha çareseriyên neteweyî yên demokratîk ne tenê bidawîkirina parçebûn û xetimandina giştî ya xebata siyasî li Sûriyê ye, lê belê divê bloka neteweyî ya demokratîk li Sûriyê rola xwe ya dîrokî bilîze. Ew jî ku heke koma nîştimanî ya demokratîk a Sûriyê rola xwe ya dîrokî vegerîne, dê alîkariyê bide hemû aliyên pêwendîdar ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser esasê biryara NY’yê ya 2254’an.

Têkildarî vê yekê koordînatorê giştî yê Koma Banga Welat ku ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, ji ajansa me re wiha got: "Banga Welat çarçoveyeke pêşxistina dawî ya komeke rewşenbîr û wêjevanên ji hundirê Sûriyê. Girêdayî rewşa giştî ye. Piştî 2018’an girîngî da konferansên ku ji aliyê MSD`ê ve têne lidarxistin, bi taybet konferansên li Eyn Îsa û Kobanê."

Hikumeta Şamê derfetê nade ku tu fikirên dijber têkildarî pêşerojê werin dayîn. Hemû aliyên muxalîf dişopîne, muxalefan diavêje girtîgehan an jî wan tesfiye dike. Ew jî rêbazekî hikumeta Şamê ji dema 1970’î ku hatiye ser desthilatê, bi kar tîne.

MSD’ê rêzekonferans di Mijdara 2018’an de li Eyn Îsa, Kobanê û Cizîrê bi navê diyaloga sûrî-sûrî li dar xistin. Kesayet, partî, rêxistinên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, muxalefên li hundir û derveyî sûrî, serbixwe, çalakgrên hiqûqnas, aborînas, nivîskar û rojnameger beşdarî wan bûn.

Beşdaran diyar kir ku ji bilî beşdariya tevahî aliyên muxalif û hêzên neteweyî yên demokratîk ên ilmanî di xebata danûstandina cewherî de tu çareyên siyasî tune ne ku ewlehî, aştî, aramî li Sûriyê, herêmê û cîhanê pêk bîne.

Koordînatorê giştî yê Koma Banga Welat destnîşan kir ku wan bi awayekî kesane dest pê kir. Paşê derbasî çarçoveya xwe ya niha bû. Di sala 2018`an de girîngiya dan pêşniyar û bernameyên MSD’ê weke çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê û wiha domand: "Komê dît ku fikireya Sûriyeke demokratîk û ne merkezî bi rêya diyalog û di çarçoveya qanûnên navneteweyî yên girêdayî mijarê de pêk tên, her wiha rêya xelasiya ji vê aloziyê ye."

‘MSD YEKANE HÊZ E KU NÊRÎNEKE ZELAL JI BO ALOZIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE’

Koordînatorê giştî wiha pêde çû: "Em dibînin ku qutbûna ji sîstemên destpot ên xwedî fikirên neteweperest û lihevkirina li ser destûreke nû ku xwe dispêre bingeha ilmanî, demokratîk û edaleta civakî xwedî di vê demê de pêwîst e."

Têkildarî nêrîna MSD`ê Koordînatorê giştî ev tişt anî ziman: "Ji destpêka me de, em li MSD’ê dinêrin ku projeya siyasî ye û yekane ye ku aloziya Sûriyê çareser bike. Her wiha nêrîna wê ji bo neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan ku xwed îrade û biryare rêya ku dikare ji me û tevahî gelên li Sûriyê bbie çareserî."

Derbarê nêrînên Koma Banga Welat koordînatorê giştî wiha axivî: "Em hewl didin pêşketinekê di raya giştî de çêbikin da ku bandorê li aloziyê bike û di nexşekirina pêşeroja Sûriyeke demokratîk û nenavendî de çalak bin.”

Girêdayî têkiliya bi hêzên QSD`ê re koordînatorê giştî got: "Der barê têkiliya bi hêzên çalak li qada Sûriyê re, ji ber me nû dest pê kiriye, me hê jî tu têkilî bi kesî re çênekirine. Têkiliyên me li ser astên kesayetî ne û pêwendî û diyalog bi gelek aliyan re danîne.”

Li gorî koordînatorê giştî ku Rêveberiya Xweser projeya yekane ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser sembola nirxên mirovahiyê ye ku di aliyên aborî, civakî, siyasî û çandî rêzdariyê dide mafên microvan.”

(fr(

ANHA