​​​​​​​Şêniyên Til Temir û Zirganê: Ruxmî êrişan em ê terka erda xwe nekin

Şêniyên navçeyên Til Temir û Zirganê yên bakurê Hesekê li hember topbaranên artêşa Tirk û çeteyên wê rêya berxwedanê hilbijart û diyar kir ku berxwedan û mayîn dê armancên wan ên koçberkirina şêniyan têk bibin.

​​​​​​​Şêniyên Til Temir û Zirganê: Ruxmî êrişan em ê terka erda xwe nekin
30 kanûn, 2021   06:52
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji beriya hefteyekê ve artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundên navçeyên Zirgan û Til Temir dikin û hemwextî vê yekê gera Astanayê hate lidarxistin. Di encama bombebarana artêşa Tirk de 4 welatî şehîd bûn û 14 kesên din birîndar bûn.

Welatiyê ji pêkhateya Ereb ê ji gundê Ebûş ê gundewarên bakurê navçeya Til Temir Mihemed El-Hesen, îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir û got armanca van êrişan koçberkirina niştecihên van gundan e da ku dagir bike.

El-Hesen bal kişand ser azara welatiyan ji ber bombebarana rojane û wiha dewam kir: "Dema dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên xwe pêk tînin, bê ser û ber êriş dikin, her wiha di hedefgirtina herêmê de cudahiyê naxinê. Beriya çend rojan li gundewarên navçeya Zirganê gelek şêniyên herêmê şehîd bûn."

Welatiyê bi navê Elî El-Wecerî yê ji gundê Qibûr Qeracne yê bakurê navçeya Til Temir îşaret bi êrişên artêşa Tirk kir û ev nirxandin kir: "Bi bombebarana rojane û koçberkirina niştecihan, hewldana guhartina demografiyê dike, lê em ê gund vala nehêlin an jî nekin."

El-Wecerî wiha gotina xwe bi dawî kir: "An em ê bi rûmet bijîn an jî bi rûmet bimirin."

Ruxmî şer gur bû, lê dîsa jî şêniyên gundên li ser xetên şer terka erda xwe nekir û îşaret bi girîngiya parastina herêmê kir.

Mihemed El-Hesen diyar kir ku piştgiriya ji hêzên xwe yên leşkerî re nîşan kir û wiha dewam kir: "Gelê herêmê dê ji herêmê dernekeve û em jî li dijî êrişan piştgiriya xwe nîşanî hêzên xwe yên leşkerî û hemû pêkhateyên herêmê dikin. Em ê li ser xaka xwe bimînin û li dijî êrişên li ser herêmên me, em ê li ber xwe bidin."

Alaa El-Zahir ê ji navçeya Zirganê jî got: "Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî gundên me derqanûnî ne û em ji wan re piştast dikin ku em ê li ser vê xakê bin û çiqasî êriş dijwar bin jî em ê bimînin."

El-Zahir da zanîn ku êrişên artêşa Tirk dê nekarin vîna gelê herêmê lawaz bikin, li ser vê yekê bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyne.

El-Zahir piştgiriya xwe nîşanî QSD`ê kir, ji ber yekane hêza erka parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û têk bir.

(eh)

ANHA