‘Berxwedana girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd e’

Endamên saziyên herêma Efrînê hovîtiya ku dewleta Tirk li hember girtiyên siyasî pêk tine, şermezar kir û diyar kir ku berxwedana girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd e.

‘Berxwedana girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd e’
30 kanûn, 2021   09:26
ŞEHBA 

Dîroka dewleta Tirk her tim bi kuştinê tê zanîn. Dîroka wê bi xwîna gelê Kurd hatiye nivîsandin lê her çi qas êriş li ser Kurdan pêk anîne jî, di dawiyê de her tim rastî berxwedana gelê Kurd hatiye.

Zindanên dewleta Tirk jî bi binpêkirin û îşkenceyê tên zanîn û tê zanîn ku çi îşkence li girtiyên siyasî yên PKK`ê kirin. Mînaka dawîn jî Garîbe Gezer bû ku di zindanên dewleta Tirk de hate qetilkirin. 

Der barê mijarê de endamên saziyên herêma Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed got: “Di zindanên dewleta Tirk de gelek girtiyên siyasî yên Kurd hene. Di zindanên dewleta Tirk de her cure îşkence heye û li hember van xirabiyan jî girtiyên siyasî yên Kurd berxwedaneke mezin dikin.”

Ednan Şêx Mihemed wiha lê zêde kir: “Koçberên Efrînê dê her tim piştgiriya berxwedana girtiyên Kurd ên di zindanên dewleta Tirk de bikin heya ku ew têne rizgarkirin û azadiya wan misoger dibe. Berxwedana girtiyên siyasî rûmeta gelê Kurd e.”

Endama Komîteya Perwerdeyê Hêvî Silêman jî sûcên li dijî girtiyan şermezar kirin û got: “Hedefgirtina jina Kurd Garîbe Gezer hewldana şikandina îradeya jina berxwedêr û azad e. Li hember îşkenceyê berxwedan heye.”

Hêvî Silêman di berdewamê de got: “Dewleta Tirk di zindanên xwe de bi her awayî hewl dide girtiyan têk bibe.”

Hêvî wiha dawî li gotina xwe anî: “Îro li her derê berxwedana gelê Kurd heye, ji Sêmalkayê heya zindanan. Dem dema azadiyê ye, divê em berxwedana xwe bilind bikin û dengê xwe bi her deverê bigihînin.”

Endamê Meclisa Kampa Serdem Qaziqlî Mihemed jî sûcên li dijî girtiyên siyasî şermezar kirin û wiha axivî: “Dewleta Tirk di hundirê zindanên xwe de îşkenceyê pêk tîne. Girtiyên nexweş divê bijîşk serdana wan bikin an jî werin berdan.”

Qaziqlî Mihemed behsa erka saziyên mafê mirovan û CPT’yê jî kir û got: “Divê CPT serdana zindanan bike û li rewşa girtiyan baldar be, lê ev siyasetmendarên me ew qas di hundirê zindanan de têne îşkencekirin, çima tu deng ji wan tune ye?”

Di dawiyê de Mihemed got: “Gelê Efrînê dê her tim li ser şopa girtiyan be û bi hêvî ne ku li ser şopa wan bigihêjin serfiraziya xwe.”

ANHA