Li Dêrikê şehîdên meha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê 67 şehîdên ku li cih û demên cuda di mehên Mijdar û Kanûnê de şehîd bûbûn, bi bîr anî.

Li Dêrikê şehîdên meha Mijdar û Kanûnê hatin bibîranîn
29 kanûn, 2021   12:14
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê û gundên girêdayî wê, bi amadebûna malbatên şehîdan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi marasîmekê li Stada Kornîş ya navçeyê 67 şehîdên ku di cihû û demên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de sînevîzyonek der barê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rola şehîdan a di avakirina neteweyan de, hate pêşkêşkirin.

Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Mihemed Şerîf axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan a avakirina civakeke ku hêviyên wan ên azadiyê pêk bîne û wiha dom kir: "Şehîdên me şehîdên mirovahiyê û exlaqê ne, ji ber ku bi fikir û felsefeya rêber Ocalan ku felsefeya jiyana hevbeş û biratiya gelan ava kir, mirovahî parastin."

Merasîm bi xwendina wesîqeta 67 şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi dawî bû.               

(dx)

ANHA