Dagirker gundên Bab û Minbicê topbaran dikin- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bab û Minbicê topbaran dikin.

Dagirker gundên Bab û Minbicê topbaran dikin- HATE NÛKIRIN
28 kanûn, 2021   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji baregehên Şêx Nasir, Şiwêha û Zerzûr ên  rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî derdora bajarokê Erîma, gundê Yalnî, Mezreya Fewaris, Qert Qêran ên Babê bi obus û hawanan dane ber topan.

Di heman demê de ji baregehên li gundên Yaşlî û Kerbcelî,  gundên Mehsenlî û Ereb Hesen, Eseliyê, Camûsiyê û Seyada yên dikevin bakurê Minbicê topbaran dikin.  Bi dehan guleyên hawan li cihên sivîlan ketin.

ANHA