Di nava şer de têkiliyên qirêjî yên aborî yên Tirkiyê û krîz

Di nava şer de têkiliyên qirêjî yên aborî yên Tirkiyê û krîz
29 kanûn, 2021   00:38

AHMET PELDA

Krîza aboriya Tirkiyê krîzeke binyadî ye. Hewldana ravekirina rewşa heyî tenê bi piyaseyên fînansî, bi taybetî bi dolar û daxuyaniyên ku têne dayîn, hewldana veşartina kêşeyên rasteqîn in. Anku heke pirsgirêkên siyasî, civakî û dîrokî tenê bi aboriyê û dovîzê ve bên girêdan, tenê taloqkirina mijarên bingehîn e.

Gelek encamên wekî zehmetiyên li bazarên derve, vekişîna biyaniyan ji borsayê, şêlandina xezîneyê û banka navendî li gorî pêdiviyên siyasî, refleksa krîza li kolanê bi enflasyon û zeman, kêmbûna dahatên heqdestên sabît, asta herî bilind a bêkariyê, derketina sermayeya herêmî, çînên navîn û komên pîşeyî yên pispor û zêdebûna buhayên berhemên hawirdekirî, krîza binyadî nîşan didin û xuya ye bi çareseriyên biçûk nayê nayê çareserkirin.

Lewma jî divê em bala xwe bidine aliyê binyadî yê aboriya Tirkiyê û ji aliyê dîrokî û rojane ve binirxînin.

DANÎNA HÎMÊN ABORIYA NEO-LÎBERAL

Biryarên 24'ê Çileya 1980'yî karektera heyî aboriya Tirk ava kir ku derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî ew xistine meriyetê. Dema ku Turgut Ozal musteşar bû ev biryar amade kirin û ji sala 1983’yan ew biryar bi cih anîn û hîmê aboriya niha ya Tirkiyê danî.

Li şûna hawirdekirina pîşesaziya xwecih, Tirkiye veguherand pergala pîşesaziya li ser bingeha hawirdekirinê. Bi vî awayî, bi çêkirina hin beşên pîşesazîyê yên şîrketên pirneteweyî, derbasî endustrîya montajê bû ku dê li aborîya global bihata zêdekirin. Bingeha vê sîstema ku aboriyê dispêre derve, li ser kêmkirina gumrikê, pêşvebirina hinardekirinê, teşwîqkirina sektora taybet bû.

Di pratîkê de şîrketên mezin ên sanayiyê yên dewletê pêşkêşî sektora taybet kirin û rê li ber zêdebûna hêzên wan ên monopol vekir, li Kurdistanê jî atolyeyên hirî, goşt, şîr û kargehên tekstîlê dan cerdevanan û têkiliyên wan ên bi sîstemê re xurt kirin. Dîsa ji bo teşwîqkirina hinardeyê fon hatin dayîn. Bi awayekî xwezayî, hinardevanên xeyalî bi çêkirina fatoreyên sexte pereyekî mezin ji dewletê standin û dewlemend bûn. Van hemûyan jî çîna nû ya dewlemendan afirand ku li dora desthilatê kom bûne.

SAZKARBÛNA ABORIYA ŞER Û NARKOTÎKÊ

Dema Ozal wek serokwezîr û darbekar Kenan Evren jî wek serokkomar bû, pêvajoyek e ku bingeha sazûmankar a aboriya şer û fînansmana wê bi rêbazên neqanûnî tê danîn. Li Kurdistanê ji bo tepisandina berxwedanê rewşeke awarte (OHAL) hat îlankirin. Cerdevanî sazkar kirin, JÎTEM û tîmên taybet, yekîneyên polîsan û yekîneyên kontra hatin avakirin. Çalakî, alavên leşkerî, prîmên operasyonan, wesayîtên ku bi kar dianîn, lêçûnên domdar bûn. Dîsa kirîna balafirên şer ên F-16, kirîna wesayîtên leşkerî û alavên nû û vekirina qereqolên berfireh, barên giran danîn ser budçeyê.

Fînansmana hêzên bi mekanîzmaya şer ve girêdayî, nekarîn ji budçeya welêt bidin. Ji bilî para budçeyê, zêdetirî 100 fonên çêkirin ku di nava hêzên leşkerî de bên bikaranîn û ev hemû li derveyî budçeyê hiştin. Dîsa ne mimkun bû ku JÎTEM, tîmên taybet û cerdevan tenê bi mehane û prîman bên têrkirin. bo vê jî pêşî bi mafyaya narkotîkê, bazirganên çekan re hevkarî kirin û piştre tesfiye kirin û bi xwe dest danîn ser vê sektorê. Rêya narkotîk û bazirganiya ji Efganistanê ber bi Ewropayê ve, tora bazirganiya çekan a li Balkanan bi taybetî di salên 1990'î de ket destê van aliyan. Di qezaya Susurlukê de têkiliya mafya, eşîr, polîs û dewleta kûr a çek û narkotîkê aşkera bû. Her wiha pereyên ku ji van deran bi dest xistin, li Qibrisê bi rêya qumarxaneyan qeyd kirin û di pergala aboriyê de bi kar anîn.

MEZINBÛNA ŞER Û TAWÎZÊN JI BO YEKITIYA GUMRIKÊ

Tevî ku hemû navgînên şerê taybet û çavkaniyên aborî yên qanûnî-neqanûnî hatin seferberkirin jî sîstem bi ser neket û Ozal bi însiyatîfên xwe yên çareseriya siyasî û daxwaza agirbestê, karî bikeve pêvajoyeke nû. Lê belê aliyên şerê taybet ku li ser aborî û siyasetê serdest bûn û têkiliyên wê yên hundir û derve, ji însiyatîfa Ozal nerazî bûn, ew û yekîneyên din ên leşkerî û siyasî yên wekî wî difikirîn, tesfiye kirin.

Wezîra aboriyê ya ji aliyê Amerîkayê ve hat wezîfedarkirin Tansu Çîller û piştre jî bû serokwezîr, Dogan Gureş ku bi guhertinên di asta fermandariyê de pêşî lê hate vekirin û bi şefê polîsan Mehmet Agar re dest bi pêvajoyeke giran kirin. Ne pêkan bû ku maliyeta aborî û siyasî ya vê were dabînkirin. Di dawiyê de dolar ji 8 lîreyên Tirk derket 34 lîre. Aborî xitimî. Li gel fînansmana şer, alav û peydakirina çavkaniyên lojîstîk, desteka siyasî jî pêwîstiyek bû.

Di encama dan û standinên bi pêşengiya Brîtanyayê de biryarên aboriyê yên 5'ê Nîsanê hatin dayîm. Tirkiye ket yekitiya gumrikê ya Yekitiya Ewropayê û pê re hişt ku sermayeya biyanî bikeve borsayê, kîjan razemeniyên çandiniyê, pîşesazî û bazirganiyê bixaze bike û bi serbestî bikeve welêt. Her wiha Tirkiyê heke madeyên xam ên YE'yê bistandana û îmal bikirana û dîsa bifirotana YE'yê, dê ji gumrikê sûd wergirta. Lê wê karî ji derveyî YE’yê jî bi erzanî tiştan bikire û bi gumrikê bifiroşe YE’yê. Vê pêvajoyê aboriya rasteqîn a li Tirkiyê bi yekcarî xist bin kontrola Ewropayê.

Beramberî vê yekê li hember şerê qirêjî yê li Kurdistanê, şewitandina gundan û ‘faîlî meçhûl’an dengê xwe nekirin. Dîsa bazirganiya tiryakê (narkotîkê) paşguh kirin. Nûçe û dokumanterên têkiliya dewleta Tirk a bi mafyaya narkotîkê re di dema hikumeta Çîllerê de, nîşan didan, êdî nedîtin.

DI ABORIYÊ DE PÊVAJOYA ‘TÎT’Ê

Tirkiyê êdî sektora çandinî û pîşesaziyê bi dest sermayeya rojavayî ve berdabû, çav berda turîzma înşaat û tekstîlê (TÎT). Ji ber ku Kurdên ku dê bi erzanî bixebitin hebûn, gundên wan vala kiribûn û koçî metropolan kiribûn, ne hewceyî şarezayên pîşeyî bûn lê belê ya girîng ew bû ku kî dikare demeke dirêj bi erzanî bixebite.

Bazirganiya bagajê ya Ewropa û Rûsya, welatên Baltikê û rojhilatê Ewropayê ji bo sektora tekstîlê dilkêş bû. Pîşesaziya monopolîst a Tirk, bi xebitandina bi hezaran kesî derveyî qeydan û bi pêşvebirina pergala taşeroniyê re ku karkerên di malan û jêrzemînan dixebitîne, ji nişka ve geş bû.

Heman hêza kar a erzan ji bo şîrketên înşaatê jî fersendeke mezin bû. Bi vî rengî dikarîn bi hêsanî li derveyî welat pêşbaziyê bikin û îhaleyan bistînin. Ev sîstema ku di salên 1980'yî de ji bo welatên Ereban bi destê Ozal hat çêkirin, di salên 1990'î de li Rûsya, Asyaya Navîn û rojhilatê Ewropayê belav bû.

Li aliyê din, turîzm hem ji bo teşwîqkirina sektora înşaatê, hem jî ji bo veguhastina pereyên biyanî hat teşwîqkirin. Her wiha gelek erazî wek rant pêşkêşî gelek siyasetmedar, leşker, polîs û personelên şerê taybet kirin da ku bikin otel. Di vê sektorê de piraniya karkeran Kurd bûn. Ji bo ku ciwan tev li şerê azadiyê nebin, dikirin ku di van otelan de bixeitin, her wiha karên wekî înşaat, çerçîtiyê bikin an jî welatên xwe biterikînin. Dema ku yên din jî entegreyî pergalê dibûn, tiştek jê re nedigotin.

BERDÊLA KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN Û KRÎZA 2001’AN

Heke aborî kar û îstîkrarê neafirîne, berovajî wê çavkaniyan bikin qurbaniyên şer û siyasetê, pirsgirêkên civakî mezin dibin. Mirov li cihên din kom dibin. Ne tenê Kurdên ku li dora tevgera Kurd bi rêxistin bûn, aliyên çepgir û demokratîk ên li Tirkiyê jî hebûn. Derî li muhafazakaran re jî vekirî bûn. Lê belê rejîmê ji bo pêşî li vê bigire, destek da rêxistinên îslamî û çalakiyên wan ên li nava gel. Gelek cemaet û bi taybet jî cemaeta Gulen karî bi serbestî tev bigerin da ku rê li ber opozîsyona çepgir bigirin û piştî demekê di nava siyaset, îstîxbarat, leşkerî û aboriyê de cih girtin.

Klîkên cuda yên hêz û şer çêkirin û vê yekê nehişt îstiqrara aborî ya demdirêj û planên pêşvebirina stratejiyê pêk werin. Berevajî, Tirkiyê di dema şerê navxweyî yê Yugoslavyayê de û li Efganistanê leşkerên xwe hebûn û li wan derê bi rêxistinên îslamî yên radîkal re ketibû nava têkiliyan. Ji ber ku li Tirkiyê bûn, tev li xebatên mafya, bazirganî, narkotîk û qaçaxiya çekan bûn. Komên mafyayê mudaxaleyî sermayeyê kir û di encamê de gelek karsazên wekî Nesîmî Malkî, Uzeyir Garîh û hwd hatin kuştin, dest danîn ser mal û milkên wan, gef li siyasetmedaran xwarin, serokwezîr Mesut Yilmaz didan der şîmaqan. Komên mafyayê û cemaetên ku pere berhev kirin, bi hêsanî destûrên wergirtin qumarxane, bank, navendên kredî û fînansê vekirin û bi rêjeya faîzên bilind pere dan dewletê. Wekî din, dewlet garantorê deynên wan bû. Deyngirtina bi vî rengî, ji bo mayîndekirina aboriyê û fînansmana şer pêwîstiyek bû. Ji ber ku hilberîn û derfetên kar ên di destê de têrê nedikirin. Destwerdana leşkerî ya 28'ê Sibatê ji bo ji nû ve birêxistinkirina dewletê jî têrê nekir.

Bi rêya komploya li dijî Ocalan, ji nû ve dîzaynkirina Tirkiyê ket pratîkê û bandoreke mezin li vê aboriyê kir.

Serokwezîr Ecevît diyar kir ku ew nikare fêm bike bê çima Ocalan teslîmî Tirkiyê kirine û hemleyên din jî nedîtin. Modela pêşniyara Ocalan a "komareke demokratîk" û gavên di vê çarçoveyê de avêtin jî, fêm nekirin û wek têkçûn û teslîmbûna PKK'ê hatin şîrovekirin.

Lê belê, dema ku nekarîn çareseriyan pêk bînin û pê re aborî jî xitimî. Bankên tenê li ser kaxizan navên wan heyî, pere ji derve girtin û dan xezîneyê û ji bo ku deynên xwe yên derve nedin, îflasa xwe ragihandin. Ji bo hêzên fînansî yên rojavayî ne pirsgirêk bû, dewlet kefîl bû û garantî dabû. Dewletên bê rezervên pereyên biyanî, helbet di biketa nava krîzê. Di sala 2001'an de krîza aborî derket û hikumet çû ber deriyê IMF'yê û bê şert û merc tayînkirina Kemal Dervîş qebûl kir. Piraniya bankan hatin girtin û deynên wan dewrî dewletê kirin, bankên mezin firotin bankên biyanî û hemû astengiyên li pêşiya komên cuda yên fînansî yên li Tirkiyê kar dikin, hatin rakirin.

Di aliyê siyasî de jî pêşî li Erdogan hate vekirin. Piştgiriya muhafazekarên li hundir, pêvajoya endamtiya YE’yê û desteka li derve, bidestxistina parên şîrketên taybet û dewletê yên li borsayê, derfeta sermayeya biyanî ku razemeniyê bike, pêvajoyeke refahê ya nîsbî da destpêkirin.

Her wiha nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, entegrasyona îslamîstan di nava sîstemê de, bênbandorbûna komên mafyayê, sînordarkirina hêzên leşkerî jî pêvajoyên temamker bûn.

OTORÎTERIYA ERDOGAN Û MERHELEYÊN KRÎZA NÛ

Kredîyên ji derve girtibûn, firotina şîrketên stratejîk ên mîna Turk Telekomê ji biyaniyan re, firotina erdên dewletê, pêşkêşkirina sektora înşaatê ji alîgirên desthilatê re, îstîhdamkirina mirovan di vê sektorê de, firotina milkan ji bo komên sermayeyê yên biyanî re -di serî de Ereb-, pêwîstiya aboriyê ya îstîhdam, mezaxtin û bendewariya refahê pêk dianîn.

Lê belê ev çavkaniyên derve ji bo razemeniyên demdirêj û îstihdamê nehatin bikaranîn. Aştiya civakî, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd, çareseriyên siyasî, tevlêbûna li nava Yekitiya Ewropayê û demokratîkbûn, baş nehatin birêvebirin.

Derba li ser tevgerên fînansê bi bandora krîza aborî ya cîhanê ya 2007-2008'an re xuya bû. Êdî ji derve bi hêsanî pere nehat. Berevajî vê, mezêxerên xwedî dahatên sabît ku dahatûya xwe îpotek kirin, li welêt karê xwe winda kirin û nekarîn deynên xwe bidin. Welatên wekî Çîn, Hindistan, rojhilatê Ewropayê û Endonezya ji bo şîrketên global bûne alternatîfên Tirkiyê. Bangladeş û Hindistan di warê erzanbûn û kalîteya hilberînê de di sektora tekstîlê de ketin pêşiya Tirkiyê.

Her wiha krîza aborî ya global a 2007-2008'an bandor li gelek welat kir û avaniyên wan ên civakî û siyasî ji vê bandore para xwe girt. Bihara Ereban cureyekî encamên wê ye. Li Tirkiyê jî wek ‘Berxwedana Geziyê’ derket hole û piştî ku Erdogan nekarî pirsgirêka Kurd çareser bike, tengav bû.

ŞERÊN LI DERVEYÎ SÎNOR Û ALOZIYA ABORÎ

Nakokiyên li Sûriye û Iraqê û xurtbûna Kurdan bandoreke kûr li siyaset û aboriya Tirkiyê kir. Bazirganiya çekan a qanûnî yan jî neqanûnî, herikîna erzan a petrolê ber bi Tirkiyê ve, xerckirina malên Tirkan li bazara Rojhilata Navîn bi rengekî neqanûnî yan jî qanûnî, îstîhdama erzan a penaberên Ereb li bazara Rojhilata Navîn, pere û tawîzên siyasî bi berdêla bikaranîna wan li dijî Ewropayê, êrişên li ser Kurdan, dagirkirina parçeyên Iraq û Sûriyê û sûdwergirtina ji parçebûna Ereban di van pêvajoyan de û wergirtina desteka darayî ji Qeterê, cesaret da Erdogan. Her wiha Erdogan bi MHP a nîjadperest û kemalîstan re tifaq çêkirin û pêvajoya çareseriyê betal kir, deverên li Sûriyê dagir kirine jî kirin mêtingeh, mudaxeleyî Azerbêcan û Lîbyayê ki û li hemberî vê yekê hem pere hem jî îhale wergirtin û vê yekê cesareta Erdogan zêdetir kir.

Lê belê çavkaniyên aborî yên Tirkiyê têrê nedikir ku çalakiyên leşkerî û êrişên xwe fînanse bike. Aloziya li Sûriyê nêzîkatiya dewletên Kendavê ya li hemberî Tirkiyê jî guherand. Ji bilî Qeterê, têkilî qut bûn û Qeterê jî di destpêkê de desteka xwe ya darayî ji ber tecrîda li Kendavê sînordar kir.

Hewldanên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Başûrê Kurdistanê jî tevî Plana Têkbirinê bi ser neketî ji ber ku li hemberî vê yekê Kurdan li ber xwe da û vê yekê jî lêçûna şer girantir kir. Li gel hewldaneke ev qas berfireh a şikandina berxwedana Kurdan jî  bê encamp ma, gelek baregeh jî çêkirin lê dîsa jî nekarîn civakê teslîm bigirin û hêzên berxwedanê tesfiye bikin, nekarîn vînê bişikînin û lewma jî aloziyên navxweyî kûrtir bûn. Aloziya siyasî û nebûna alternatîfan û çareseriyeke di çarçoveya tundiyê de jî dê hesabpirsîna navxweyî girantir bike.

Her wiha lêçûnên ji bo baregehên leşkerî yên li Sûriye û Başûr jî, bûn barekî giran. Lê belê Erdogan digot dê di demeke kurt de xwe bigihîne armancên xwe û wek zexteke siyasî bi kar bîne û pê tawîzên aborî bistîne. Lê belê tiştê ku dixwest, bi dest nexist. Berovajî vê lêçûn zêde bûne. Petrola qaçax, bazirganiya çekan û bikaranîna pereyan ne li gorî leza xwe ya berê ye. Sektora înşaatê jî êdî temam dibe.

JI KEDXWARIYÊ HETA PEVÇÛNA KEDKARAN

Di dema Ozal de Bulxar û Efgan, di salên 1990'î de Kurdên ji gundan hatin koçberkirin û koçberî bajaran bûn û niha jî bi saya Ereb û Efganan li Tirkiyê hêza kar her peyda dibe. Ji ber ku hilberîn sekinî, Tirk jî bê kar man û bû sedem ku nîjadperestiya lihember koçberan zêde bibe. Ez aloziya civakî jî, aboriyê dixe nava tevliheviyê.

Ji ber bêîstîqrariyê, kargeha otomobîlan a Almanan Volkswagen razemeniya xwe ya li bajarê Manîsayê betal kir. Gelek rêxistinên pîşesazî û bankan bi vî rengî xwe ji Tirkiyê vekişand. Dîsa deyndêrên berê, bankên taybet û saziyên navneteweyî tercîh dikin ku ji rewşa heyî dûr bisekinin.

Di vê rewşê de derfetên kar û îstîhdamê kêm in. Zêdebûna bêkariyê, ji ber ku karker nikarin deynên xwe bidini, rabûn û daketina li bazara derve, enflasyona zêde û hêza mezaxtinê ya kêm, êdî ji krîza aboriyê wêdetir rê li ber krîzên civakî, siyasî û derûnî vekiriye.

Ji bo ku bi saziyên fînansê yên navneteweyî re rûne û bi rêyên çareseriyê derkeve, divê Tirkiye bi temamî ji Sûriye, Iraq, Azerbêcan û Libyayê vekişe, destê xwe ji îslamiyên radîkal vekişîne, ji bo tevgerên razemenî û darayî yên saziyên navneteweyî azadiyeke tam bide wan û wek dewlet teslîm bibe û li şûna ku budçeyê ji bo şer, luks, fînansekirina alîgirên xwe û dan û standinên nefermî bi kar bîne, dive budçeya welêt zelal bike û ji bo xizmetên sermayeyê bi kar bîne. Dîsa divê hemû karkerên Tirk, Ereb, Kurd û Efgan xwedî derfetên ewle bin da ku bikarin bixebitin. Divê komên mafyayê , hêzên radîkal û hwd ji holê bên rakirin. Anku reformên binyadî ji bo hevsengkirina têkiliyên aborî yên bi pergala kapîtalîst re mecbûrî ne.

Li şûna vê refleksên dewletê yên naskirî tên aktîfkirin. Bi salan e aboriya narkotîkê ya xwe dispêre cureyên narkotîkê, ji Latîn Amerîkayê tê birêvebirin. Niha ji bo ku Efganistanê ji nû vel ê zêde bikin, xebat tên meşandin. Mîna di mijara Reza Zarrab û Halk Bankê de rêbazên ne fermî yên aboriyê tên bikaranîn, mîna di mînaka Mehmet Agar û Çîller de her çend ne di nava hikumetê de bin jî, di nava sîstema siyasî û aborî de cih digirin û têkiliyên wan ên narkotîk û mafyayê tên bikaranîn. Qeter, Îmarat, Azerbêcan, olîgarkên Rûs ku bi hilberînê re ne têkildar in, bi şêwaza têkiliyên selefxuran kredî pereyê germ peyda dikin û bi firotina milkên welêt çareseriyeke demkurt peyda dikin.

Lê belê mîna mînakên Ozal, Çîller û Ecevît, azloziyên mezintir afirandin û tawîzên mezin dan. Welatekî ku di nava xwe de lihevkirineke siyasî ya civakî neafirîne, tenê ji ber çareseriyeke bi derve ve girêdayî, dikare xizmetê ji hêzên şexsî re bike, lê belê krîzê mezintir dike.