Bîlançoya topbaranê ya 12 mehan a li ser Efrîn û Şehbayê

Di sala 2021'an de, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrîn û teqîna mayinan de 9 kes şehîd bûn ku di nav de zarok jî hene û bi dehan kes birîndar bûn.

Bîlançoya topbaranê ya 12 mehan a li ser Efrîn û Şehbayê
29 kanûn, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê didomîn. Di van êrişan de çekên giran û balafiran bi kar tînin. Di encamê de 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 20 kes birîndar bûn.

Bîlançoya 2021'an a topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Şehba û Şêrawayê wiha ye:

Meha Çileyê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî  Şehba û navçeya Şêrawa 344 hewan, 698 roketên obîs, 47 topên tankan, 13 guleyên SPG.9 hatin avêtin. 3 caran balafirên şer û 20 caran dronên biçûk li ser herêmê geriyan.

Meha Sibatê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 250 hewan, 532 obîs , 6 topên tank hatin avêtin. 20 caran balafirên şer û 25 caran dronên biçûk li ser herêmê geriyan.

Mehên Adar, Nîsan û Gulanê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 812 hewan, 3792 obîs, 245 topên tankan, fuzeyeke Tow, 18 roketên SPG.9 avêtin. 76 caran balafirên şer geriyan û 75 caran dronên biçûk li ser herêmê geriyan.

Meha Hezîranê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 319 hewan, 1497 obîs, 31 topên tankan, moşekek, 9 roketên SPG.9 hatin avêtin. 22 caran balafirên şer û 25 caran dron li ser herêmê geriyan.

Meha Tîrmehê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 515 hewan, 1667 obîs, 29 topên tankan hatin avêtin û 19 caran balafirên şer û 29 caran dron li ser herêmê geriyan.

Meha Tebaxê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyan ve 435 hewan, 1665 obîs, 57 topên tankan, 2 moşek hatin avêtin. Balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê geriyan, 47 caran dron li ser herêmê geriyan.

Meha Îlonê, 501 hewan,105 obîs, 104  topên tankan, 2 moşek hatin avêtin. Gelek caran balafirên şer li ser herêmê geriyan.

Meha Cotmehê, 183 hewan, 857 obîs, 2 moşek hatin avêtin. Gelek caran balafirên şer û yên keşfê û dron li ser herêmê geriyan.

Mehên Mijdar û Kanûnê, 61 hewan, 537 obîs, 15 topên tankan, 4 moşek, 2 roketên SPG.9 hatin avêtin. Gelek caran balafirên şer û keşfê û her wiha dron geriyan.

HEJMARA GIŞTÎ

3 hezar 420 topên hewanê, 12 hezar û 296 obîs, 477 topêm tankan, 42 roketên SPG, 12 moşekên TOW ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin avêtin.

140 caran balafirên şer û 221 caran dronên biçûk li asîmanê herêmê geriyan .

3 caran êrişên bejahî hatin kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek caran agir berda eraziyan, di encamê de ziyanên mezin gihaştin bax û baxçe, sewal û xaniyên sivîlan. Di encama topbarana li ser gundên Meranaz, Malikiyê, Şêwarxa, Elqamiyê, Tatmaraş ên Şerayê û gundên Minix, Eyndeqnê, Belûniyê, Simûqa, Til Cîcan û Til Medîq de xanî hema hema bi temamî ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin rûxandin.

Ji ber topbarana salekê, di nav de zarok, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da yan jî birîndar bûn.

Di 23.01.2021’an de di encama topbarana li ser sûka Til Rifetê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Di 11.02.2021’an de, li taxa Eşrefiyê ya Helebê mayinek bi şivanekî ve teqiya û jiyana xwe ji dest da.

Di 11.04.2021’an de li navçeya Şêrawa di navbera gundê Kilotêy û Kibeşînê de mayineke çeteyan teqiya, di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn.

Di 16.04.2021’an de li gundê Kilotêy ê navçeya Şêrawa mayineke hêzên rejîmê bi zarokekî ve teqiya û zarok jiyana xwe ji dest da.

Di 05.06.2021’an de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Meyasê yê Şêrawayê de zarokeke bi navê Zeyneb a 14 salî jiyana xwe ji dest da.

Di 28.06.2021’an de li navçeya Şêrawa di navbera gundê Basilê û Aqîbê de mayineke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi welatiyekî bi navê Mîrzan Xelîl ve teqiya û di encamê de bi giranî birîndar bû.

Di 12.07.2021’an de artêşa Tirk a dagirker bajarê Til Rifetê bi dronan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 5 welatî birîndar bûn. Di nava wan de zarokek jî bi gîranî birîndar bû.

Navên birîndaran:

Mihemel Welîd Ereb (5) ji navçeya Raco ya Efrînê ye.
Hêvî Reşîd (40), ji Racoyê ye.
Nîhad Mihemed Elî (32) ji Racoyê ye.
Sûzan Memo (30) ji Racoyê ye.
Zeyneb Ehmed Ereb (40) ji Racoyê ye.

Di 14.07.2021’an de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa de welatiyek birîndar bû.

Di 16.07.2021’an de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Xiribkê yê Şêrawa de hemwelatiyek bi navê Mihemed Ebû Ebdo bi giranî birîndar bû.

Di 25.07.2021’an de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Ehres û derdora wê de, tevî zarokekî 4 welatî bi giranî birîndar bûn.

Navên birîndaran:

Heysem Hasan ji gundê Meydana yê Racoyê ye.
Heysem Omer (6) ji gundê Meydana yê Racoyê ye.
Ehmed Zekî ji gundê Ehras ê Şehbayê ye.
Îbrahîm Ehmed ji gundê Ehras ê Şehbayê ye.

Di 02.08.2021’an de di encama teqîna mayineke çeteyên dewleta Tirk a li herêma Şehbayê de şivanek bi giranî birîndar bû û her wiha 20 serî pez telef bûn.

ANHA