Hêzên hikumeta Şamê bajarokên rojavayê Helebê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Kefer Nûran, Kefer Eme û Kefer Tehal ên gundewarên rojavayê Helebê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên rojavayê Helebê topbaran kir
29 kanûn, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokên Kefer Nûran, Kefer Eme û Kefer Tehal ên rojavayê Helebê topbaran kir, her wiha balafirên şer ên rûsî li herêma "Bê çek" digerin.

Çeteyên dewleta Tirk duh baregehên hêzên hikûmeta Şamê yên li Seraqib û depeoyên wê, bajarokê Xan El-Sibil û zeviyên wê yên nêzî rêya Şam – Heleb (M5) topbaran kir.

(bx)