ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-12-2021
29 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 86'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo şehîdên bomebebarana dewleta Tirk a dagirker merasîmê sersaxiyê li goristana Şehîd Dicle organize dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Reqayê, ciwanên PYD'ê têkildarî êrişa li ser Kobanê daxuyaniyê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeyên Şedadê û Erîşe ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan, Til Temir û Kobanê meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kreşa Feraşîn ya zarokan a navçeya Dirbêsiyê  bi boneys sala nû şahiyekê ji zarokan re li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Keşe Mîxaîl Yaqûb t êrişên dewleta Tirk ên li ser gundewarên asuriyan û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Em li dijî çi destdirêjiya li ser xirstiyan û pêkhateyên din ên herêmê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku sala 2021'an di aliyê çalakiyên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser saleke cûda bû û destnîşan kir ku diyalogên sûrî-sûrî çareseriya herî gucaw ji aloziya Sûriyê re . Çiya Kurd  destnîşan kir ku tevahî hewldanên derbekirina mûzaîka civakî ya hrêmê têk çûn û dê sala 2022'an bibe sala hilweşîna faşîzma Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Nivîsgehên Kombûna Jinan a Zenûbiya ên Reqa û Dêrazorê civîna xwe ya salane  li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Foza Yûsif, anî ziman ku xelata herî bi nirx a sala 2021`an ji jinan û gelan re pêşxistina hevpeymana civakî ye û got: “Divê ev gava şoreşgerî û deskeftiyên mezin bi hêza jinan re bên parastin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Efrînî yên li kampa Berxwedan tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Kêfxweşiya dilê me ku em rêber Ocalan azad bibînin. Em ê hemû astengiyan derbas bikin da ku wî di aliyê fîzîkî de azad bibînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Ehmed Şêxo got: "Sedema girtina deriyên Pêşxabûr û El-Welîd siyasî ne û tu elaqeya wê bi çakakiya ciwanan re nîn in. Lê armanc jê pêkaîna daxwazên dewleta Tirk e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Krîza aboriya Tirkiyê krîzeke binyadî ye. Hewldana ravekirina rewşa heyî tenê bi piyaseyên fînansî, bi taybetî bi dolar û daxuyaniyên ku têne dayîn, hewldana veşartina kêşeyên rasteqîn in. Anku heke pirsgirêkên siyasî, civakî û dîrokî tenê bi aboriyê û dovîzê ve bên girêdan, tenê taloqkirina mijarên bingehîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber ambargoya ku hikûmeta Şamê li ser taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ferz dike, derengî di belavkirina madeya mazotê li şêniyan de çêbû. Hevseroka Meclisa Giştî ya taxê teqez kir ku belavkirin didome heta ku her malbatek para xwe ji madeya mazotê werbigre û bang li hikûmeta Şamê kir ku rewşan tevlî hev neke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA