​​​​​​​Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dikare bibe bingeha çareseriya siyasî

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku sala 2021'an di aliyê çalakiyên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser de saleke cuda bû û destnîşan kir ku diyalogên sûrî-sûrî çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê ne. Çiya Kurd got “Ev sal ji bo Rêveberiya Xweser xwedî girîngiyeke siyasî bû. Her wiha hêza wê ya leşkerî di peydakirina ewlehiya herêmê de xwedî giraniyeke mezin e. Ev pêşketin dikarin bibin bingeha çareseriya siyasî li Sûriyê."

​​​​​​​Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dikare bibe bingeha çareseriya siyasî
29 kanûn, 2021   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd duh bû mêvanê bernameya taybet a ANHA'yê. Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî li ser asta herêmê û pêşketinên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne, nirxandin û plana sala nû ya rêveberiyê eşkere kir.

Bedran Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku sala 2021'an saleke taybet û cuda bû, nexasim di aliyê siyasî û dîplomasiyê de ku Rêveberiya Xweser gavên mezin û girîng avêtine.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku ev pêşketinên siyasî encamên fedakariyên gelên herêmê û têkoşîna wan a li hemberî terorê ne û destnîşan kir ku ev xebatên rêveberiyê bi pêşketinê siyasî di qada derve de tacîdar bûn û wiha domand: "Teqez ev sal ji bo rêveberiyê xwedî girîngiyeke siyasî bû, di nêrîna hêzên navneteweyî de. Her wiha hêza wê ya leşkerî di peydakirina ewlehiya herêmê de xwedî giraniyeke mezin e. Ev pêşketin dikarin bibin bingeha çareseriya siyasî li Sûriyê."

‘PÊŞKETINA JINAN DI PROJEYA RÊVEBERIYÊ DE XWEDÎ BANDOREKE GIRÎNG E'

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de îşaret bi xebata dîplomatîk a Rêveberiya Xweser kir û got: "Gelek hevdîtin hebûn. Ji bo danasîna projeya Rêveberiya Xweser û wergirtina piştevaniyê têkilî û tevlêbûn hebûn. Destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne, bala dewletên derve kişand ku bi rastî tecrubeya Rêveberiya Xweser tecrube û projeyek e ku dikare ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibe esas. Nemaze ku ev proje xwe dispêre bingeha jiyana hevbeş ku li herêmên din ên Sûriyê û Rojhilata Navîn nayê dîtin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber di berdewama nirxandina xwe de behsa rola jinan di Rêveberiya Xweser de kir û wiha got: "Pêşengiya jinan ji vê projeyê re û çalakbûna wan xwedî bandoreke mezin û gelekî girîng bû, di encamê de tevlêbûna di gelek qadan de derket pêş."

Çiya Kurd wiha domand: "Em dikarin bibêjin ku rastiya ku bi avakirina projeya Rêveberiya Xweser hat ferzkirin bû sedema peywendiya rasterast bi wê re werin kirin. Me ev yek jî di vekirina nûneratiyên rêveberiyê û naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Parlamentoya Katalan ve, dît. Her çendî ne di asta hikumeta Spanyayê de be jî, lê rê li ber piştgiriyeke berfireh vedike."

'ÇARESERÎ DI DESTÊ SÛRIYAN DE YE’

Çiya Kurd îşaret pê kir ku civînên navneteweyî yên ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê hatin lidarxisitn, bê encam bûn û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta niha em teqeziyê li ser mijarekê dikin ku çareserî di destê sûriyan de ye. Her xebateke bi armanca çareserkirinê bêyî beşdarbûna tevahî nûnerên civaka Sûriyê dê binkeftî bin û dê tevahî ji encamên wê ne razî bin. Civînên li Cinêvê yên Komîteya Destûrê xitimîn û tu encam bi xwe re neanîn. Her wiha ajandeyên siyasî hene ku bandorê li van civînan dikin û bi zanebûn aliyên xwedî giranî ji diyalogan dûr dixin, ji ber vê yekê ev civîn bi bin dikevin.

Têkilkdarî civînên Astanayê, ev civîn navbera dewletên ku roleke rasterast di dosyaya Sûriyê de dilîzên (Tirkiye, Îran û Rûsya) tên lidarxistin, her aliyekî xwedî berjewendî ne û hewl didin berjewendiyên xwe biparêzin. Her kes dizane ku aliyên Astanayê gelek peyman û bazar pêk anîn ku hikumeta Şamê sûd jê wergirt, lê ji bo çareseriya siyasî tiştek bi xwe re neanî. Berovajî vê yekê hişt ku gelek koçberî çêbe, herêmên nû yên Sûriyê werin dagirkirin,  her wiha hişt ku demografiya herêmê, bi taybet a Efrînê were guhertin ku di encama civînên Astanayê de hate dagirkirin."

Çiya Kurd got aliyên Astanayê ji bilî pêkanîna êrişa li ser Rêveberiya Xweser û yekkirina helwestên dijberî vê rêveberiyê, tu bernameyên wan tune ne û wiha domand: "Ev alî di dawiya her civînê de daxuyaniyan didin, tê de Rêveberiya Xweser bi projeyeke parçebûnê tawanbar dikin ku hewl dide statuyeke ji Sûriyê serbixwe ava bike. Di vê mijarê de me teqez kir ku projeya me li ser esasê yekitiya xaka Sûriyê ye, ne li ser esasê parçekirina wê ye."

'JI BO TÊKBIRINA MOZAÎKA CIVAKÎ YA HERÊMÊ GELEK HEWLDAN HEBÛN'

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku sala 2021'an, hikumeta Şamê gelek caran hewl da ku hevgirtin û mozaîka civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet di navbera Kurd û Ereb ên li Şedadê, Dêrazor û Minbicê ji hev bixe û wiha pê de çû: "Tevî hewldanên derbekirina hevgirtina civakê têk çûn, ji ber ku tevahî pêkhateyên herêmê xwedî nêrînekê ne ku saziyên Rêveberiya Xweser û QSD'ê ewlehiya herêmê misoger dikin û hêza yekane ye ku ji bo dabînkirina pêşerojeke guncawtir ji gelên herêmê re dixebite. Hevgirtina civakî gihaştiye asteke bilind, saziyên Rêveberiya Xweser ên xizmetguzarî û ewlehî hêvî û daxwazên gelên herêmê bi cih tînin. Bi rêya lidarxistina panel û kongreyan li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser ev gav hatin avêtin ku di van kongreyan de li nêrînên cuda, rexne û daxwazên rewa hatin guhdarkirin. Ev daxwaz û nêrîn ji bo Rêveberiya Xweser girîng û bi nirx bûn. Li ser van gelek pirsgirêkên gendeliyê yên di hundirê sazûmaniya Rêveberiya Xweser de hatin şopandin, her wiha biryarên ku di kongreya şêniyên Cizîrê û Firatê de hatine dayîn, têne şopandin û pêkanîn. Rêveberiya Xweser şopandina dosyayên gendeliyê didomîne û gelek kes sewqî dadgehê kirin."

'HEVPEYMANA CIVAKÎ PÊWÎSTIYEK E’

Li ser hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Çiya Kurd wiha got: "Hevpeyama civakî ji ber pêwîstiyekê hate amadekirin, ji ber ku pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi hevpeymaneke berfirehtir heye ku lihevkirineke siyasî, civakî û sivîl hebe. Rêveberiyê di xebata xwe de xwe dispart mîsaqa siyasî. Lê pêwîstî bi pêvajoyeke berfireh a rêveberî û beşdariyê hebû, lewma pêwîstî bi formeke nû hebû. Dibe ku bibe beşek ji destûra demokratîk a pêşerojê ku em li ser lihev bikin, lê nabe aternatîfa destûrê mîna ku hin kes îdia dikin. Berovajî vê yekê em ê bixebitin da ku bibe beşek ji pêvajoya avakirina destûra Sûriyê ya pêşerojê, ji ber ku di destûra Sûriyê de rêveberiyeke qanûnî ya sabit heye. Ev yek ji erkên me yên bingehîn ên sala nû be.

Her wiha bi tevlêbûneke berfireh dê hilbijartin pêk werin, nemaze li herêmên ku di demên dawî de ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin ku di nava gelek zehmetiyên mezin de meclisên sivîl lê hatin avakirin. Derî wê li pêşiya partî û rêxistinên siyasî û pisporan vekirî be da ku nûnertiya herêmên xwe bikin û kar û barên wê birêve bibin."

Çiya Kurd bal kişand ser rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ev nirxandin kir: "Îsal astengiyên borî, krîz û zehmetiyên mezin hebûn. Li dijî herêmê siyaseteke plankirî hebû, nemaze di aliyê ferzkirina ambargoyê de. Armanc ji van planan ew e ku bihêlin, Rêveberiya Xweser ji bo daxwazên hêzên dijber tawîzan bide. Ji ber vê yekê rêveberiyê ji bo derketina ji krîza aborî ev mijar bi cidî girtiye. Em jî bibêjin ku ev êş beşek ji êşa giştî ya Sûriyê ye û beşek ji bandorên Qanûna Qeyser bû.

Li aliyekî din pirsgirêka girtina deriyê Til Koçerê, di radeya yekemîn de pirsgirêkeke mirovî ye, ev mijar bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî û tevahî aliyên têkildar re hate nîqaşkirin da ku were vekirin. Xebatên me di vê derbarê de hîna berdewam in û nêrîn hene ku destekê didin helwesta me ya vekirina derî. Em dibêjin nabe derî ji bo ajandeyên siyasî yên ku xizmeta hin aliyan dikin, werin girtin. Divê deriyên sînor ji ajandeyên siyasî werin cudakirin."

'DOSYAYA DAIŞ'IYÊN GIRTÎ Û MALBATÊN WAN LI CIHÊ XWE YE'

Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hene, nêzî 11 hezar jin û zarokên DAIŞ'ê yên li kampan hene, Rêveberiya Xweser gelek caran daxwaz ji dewletan kir ku hemwelatiyên xwe vegerîne û banga avakirina dadgeheke ji bo darizandina wan kir.

Der barê vê yekê de, Bedran Çiya Kurd got: "Ev dosya heya niha li cihê xwe ye û ti biryareke naveteweyî nîne, ne di dadgehkirina wan de û ne jî derbarê vegerandina wan de, ev dosya di sala niha de tu guhertin û tevgereke ku behsa wê were kirin, nebûye. Me diyar kir ku em amade ne hemû îmkanan bidin da ku jin û zarokan vegerin welatên wan, lê welatên wan tu gav di vê derbarê de neavêtin. Hejmarek biçûk hatin vegerandin. Eger bi vê hejmarê berdewam bike, dê ev dosya bi salên dirêj berdewam bike."

'HÊVIYA ME EW E KU DESTEKÊ BIDIN RÊVEBERIYA XWESER’

16'ê Kanûnê desthilata PDK'ê deriyê Pêşxabûr girt û piştî çend rojan deriyê El-Welîd jî girt. Di vê derbarê de Çiya Kurd wiha got: "Di radeya yekemîn de, em hêvîdar in ku aliyên kurdî destek û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser. Ji ber ku ev rêveberê destkeftiyeke neteweyî ji bo tevahî gelên herêmê û gelê Kurd e. Divê aliyên kurdî bi pey karên  dijminatî yên ku xizmeta berjewendiyên bilind ên neteweyî yên gelê Kurd û gelên herêmê dikin, neke û nekeve nava ajandayên ku Tirkiye bi çeteyên xwe û hikûmeta Şamê re li dijî me dike."

Bedran Çiya Kurd behsa rewşa Sûriyê kir û got: "Bi giştî em dikarin bêjin ku guhertinên girîng rû dan. Lê guhertin ji bo berjewendiyên hin hêzan, di serî de hikumeta Şamê bû, ku lihevhatin û çareserî li herêmên Dera û Dêrazorê pêk anîn. Her wiha di têkiliyê Şam ên bi hin dewletên ereban re têkilî çêbûn. Ji ber vê yekê hikumeta Şamê xeyal dike ku bi ser ket û vegeriya wekî ber û pirsgirêk çareser kir. Lê ne wisa ye, piştî deh salan ji kuştin û wêrankirinê nabe di nava aloziya domdar de behsa serkeftinê bikin."

DIYALOGÊN DI NAVBERA RÊVEBERIYA XWESER Û ŞAMÊ DE

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser îşaret pê kir ku di sala 2021'an hevdîtinek tenê di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêk hat û got: "Ev hevdîtin bi sopnseriya Rûsya bû, ji ber hişmendiya rejîma Şamê tu encam neda. Em dikarin bêjin ku însiyatîfa Rûsyayê berdewam e, ku rola garantor di diyalogan de pêk tîne. Nîqaşên ku bi Rûsyayê re têne kirin, li ser plana diyalogên pêşerojê ne."

‘SALA NÛ DÊ BIBE SALA HILWEŞANDINA FAŞÎZMA TIRK'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiya bernameya taybet de ji bo sala nû got: "Hêviya me ji bo sala nû, em aramî, pêşkeftin û derbaskirina pirsgirêkan e. Em hêvîdar in ku ev sal bibe saleke kêfxweş, kombûna li derdora projeya Rêveberiya Xweser ku ji aloziya Sûriyê re çareserî ye. Her wiha di warê aborî û xizmetguzariyê de jî plansaziyeke me heye ku em gelek pirsgirêkên ku me pê rû bi rû dimînin, derbas bikin.

Xebatên me ji bo dîtina asoyên çarseriyên siyasî, peydakirina aramiyeke mayînde, pêşxistina diyalogan li bi gelên hundir re an bi hikumeta Şamê re, pêşxistina diyalogên neteweyî li ser asta kurdî ne.

Sala nû dê sala guhertinên mezin be, nexasim, dema em dibîn ku aliyê Tirk ê gefeke stratejîk  û sedema sereke ya azarên me ye, di hilweşînê de ye û rejîma wê ya faşîst ber bi hilweşînê ve diçe. Ji ber vê yekê sala nû wê bibe sala hilweşandina faşîmza Tirk. Ev yekê dê bi xwe guhertinên girîng li Iraq, Sûriyê û dewletên din ên ku Tirkiyê destwerdanê li wan dike, çêke. Divê ev yek ji me re bibe gavek ku têkoşîna di hemû qadan de pê geş bikin."

ANHA