10`ê Çileyê têkildarî çekên nukleerî û Ukraynayê diyalog dest pê dikin

DYA`yê ragihand ku dê 10`ê Çileyê bi Rûsyayê re li hev bicivin û têkildarî dosyaya çavdêriya çekên nukleerî û aloziya Ukraynayê nîqaşan bikin. Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya NY’yê jî got heman diyalog dê di navbera Rûsya, NATO û Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê de jî li dar bikeve.

10`ê Çileyê têkildarî çekên nukleerî û Ukraynayê diyalog dest pê dikin
28 kanûn, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî diyar kir ku DYA û Rûsyayê dê 10`ê meha bê têkildarî dosyaya çavdêriya çekên nukleerî û aloziya Ukraynayê nîqaşan bikin.

Berdevkê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji AFP’ê re daxuyand ku DYA li benda destpêkirina diyalogên bi Rûsyayê re ye.

Her wiha îşaret pê kir ku ev civîna yekemîn e û dibe ku 12`ê heman mehê civîneke din bi Rûsya û NATO`yê re li dar bikeve û 13`ê mehê jî civînek di navbera Rûsya û Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê de li dar bikeve.

Berdevk eşkere kir ku dema dest bi diyalogan bikin, Rûsya dikare metirsiyên xwe li ser maseyê bîne ziman.

(eh)