Rojnameyên erebî: Li Somaliyê hewldanên hilbijartinên ji bo berjewendiyên Tirkiyê

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê, Somaliyê û her wiha hilbijartinên Iraqê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Li Somaliyê hewldanên hilbijartinên ji bo berjewendiyên Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Li Somaliyê hewldanên hilbijartinên ji bo berjewendiyên Tirkiyê
Rojnameyên erebî: Li Somaliyê hewldanên hilbijartinên ji bo berjewendiyên Tirkiyê
28 kanûn, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYE Û KOMKARA EREBÎ PLANÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI COLANÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsand: "Televîzyona Sûriyê ya fermî got Wezareta Karên Derve planên hikumeta Îsraîlê ji bo zêdebûna hejmara welatiyan li girên Colanê şermezar kir û ev yek wek metirsîdar bi nav kir. Hikumeta Îsraîlê duh armanc dike ku di nava 5 salan de hejmara niştecihên cihû li girên Colanê zêde bike. Bi vê yekê dê xaka ku di dema şerê Sûriyê de di sala 1967’an de dagir kiribû, zêdetir kontrol bike.

Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl El-Xêt jî daxuyaniya hikumeta Îsraîlê ya der barê planên berfirehkirina cihwarên li Colanê de, şermezar kir.

Ebûl El-Xêt duh bi daxuyaniyekê piştrast kir ku planên Îsraîlê binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî ye ku Colanê wek axa Sûriyê ya dagirkirî bi nav dikin.

Çavkaniyeke fermî di sekreteriya giştî ya Komkara Erebî de ragihand ku planên hikumetê ji bo avakirina 7 hezar malan li Colanê ya dagirkirî, nêzîkatî û ajandaya hikumeta Îsraîlê nîşan dide ku çareseriyeke aştiyane li ser bingeha sînorên sala 1967'an nas nake.”

‘TIRKIYE LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE AMADEKARIYA HILBIJARTINÊN SOMALIYÊ DIKE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Somaliyê got: "Çavdêrên siyasî got êrişên serokê Somaliyê Mihemed Ebdulah Fermajo li dijî serokwezîr Hisên Rûbilî û pêkanîna hilbijartinan li gorî şert û mercên wî, li gorî berjewendiyên Tirkiyê ne. Armanc jê ew e ku rêveberiyeke dilsozê Enqereyê çêke da ku berjwendiyên Tirkiyê biparêze û hevpeymanên ku di salên borî de pêk hatin, bixe meriyetê."

‘DADGEHA BILIND A IRAQÊ RED KIR KU ENCAMÊN HILBIJARTINAN BETAL BIKE’

Têkildarî rojeva Iraqê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser daxwaza hêzên siyasî yên nûnertiya Heşdî Şebî red kir ku encamên hilbijartinên qanûnî betal bike. Serokê dadgehê Casim Mihemed Ebûd di civînekê de duh ragihand ku daxwazên ji bo betalnekirina encamên dawîn ên hilbijartinan, hatin redkirin.

Casim Mihemed Ebûd beriya xwendina biryarê, nerazîbûna hin aliyên siyasî û hin namzetan nirxand û da zanîn ku ev yek tê wateya ku tu girîngiya hilbijartinan winda bibe û baweriya gel jî kêm dike. Her wiha piştrast kir ku ev yek dê bandorê li desthilatên qanûnsaz û rêveber bike, ji ber ku ew berhema wan hilbijartinan in.”

(dx)