​​​​​​​TAJÊ: Em heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne

TAJÊ têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagiker a li dijî tevgera ciwanan a li Kobanê daxuyaniyek da, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku “Em wek civaka êzidî, bi taybet jinên êzidî, heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne, em ê ji bo azadiya xwe heya dawiyê tê bikoşin.”

​​​​​​​TAJÊ: Em heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne
28 kanûn, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker di vê dema dawiyê de êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê zêde kirine û rojane komkujiyan pêk tîne. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê ji êrişên ser civaka êzidî li Şengalê ne cudan e û bi yek armancê ne.

Di pêvajoya êrişên DAIŞ’ê yên li Sûriye û Iraqê de Kobanê û Şengal bûne keleha berxwedanê û cara yekê DAIŞ li Kobanê û Şengalê têk çû. Di wê demê de bi hezaran ciwanên Kurd ji çar parçên Kurdistanê berê xwe da Kobanê û tev li berxwedana li dijî DAIŞ’ê bûn. Dewleta Tirk tamamkarê projeya DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê ye. Ya ku li beramber projeya DAIŞ’ê bu asteng berxwedana mezin a Kobanê û Şengalê bû. Di encamê berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê li Şengal û Kobanê de DAIŞ cara yekê bin ket. Dewleta Tirk a dagirker bi tu awayî têkçûna DAIŞ tehemmul nake, ji ber wê van êrişan pêk tîne. Piştî tunebûna DAIŞ’ê ji aliyê fîzîkî de dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kirin û bi sedan kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê pêk tîne.

‘CIWANÊN ŞOREŞGER DIKE ARMANC DA KU CIVAKÊ DI ŞEXSÊ CIWANAN DE TÊK BIBE’

Bi taybetî êrişa herî dawî ya balafirên bêmîrov a dewleta Tirk li ser komeke ciwanên şoreşger armanc ew e ku civakê di şexsê ciwanan de têk bibe. Ji ber ku bi hêz û enerjîya ciwanan civak xwe li ser lingan digire.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser ciwanên şoreşger ên Kobanê û bêdengiya heyî li beramberî van êrişan, bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku di encama êrişa hovane ya dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûne, dixwazin û dibêjin bila serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê sax be, serê Rêber Apo sax be. Her weha şîfaya acîl ji birîndaran re dixwazin.

Çawa ku me li beramberî DAIŞ’Ê li ber xwe da, em ê bi hev re li beramberî êrişên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin. Em wek civaka êzidî, bi taybet jinên êzidî, heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne, em ê ji bo azadiya xwe heya dawiyê tê bikoşin.”