Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li parlamentoya Tirk pirsa sîxuriya li Başûr kir

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca pirsnameyek da parlamentoya Tirkiyê û li xebatên sîxuriyê yên MÎT’a dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê pirsî.  

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca li parlamentoya Tirk pirsa sîxuriya li Başûr kir
28 kanûn, 2021   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê û cîgira hevserokên HDP'ê Feleknas Uca duh ji bo ku bê bersivandin, pirnameyek da parlamentoya Tirkiyê û der barê xebatên sîxuriyê yên MÎT'a Tirk ên li Başûrê Kurdistanê de pirs kirin.

Feleknas Uca di pirsnameyê de bal kişand ser îdiayên ku MÎT bi şantaj û gefan şêniyên herêmê dike sîxur û di encama agahiyên sîxurekî de bi rêya balafirên bêmirov êriş pêk anîne û li ser mijarê çend pirsên din kirin ku divê parlamentoya Tirkiyê bibersivîne.

Feleknas Uca êriş û komkujiyên li hemberî Şengalê jî bi bîr xistin û wiha pirsî: "Gelê Şengalê dibe hedef. Têkiliya vê yekê bi van xebatan çi ye?"