Welatiyên Qamişloyê: Em ê li hember hemû êrişan bisekinin

Welatiyên kantona Qamişlo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe nikare îradeya wan bişikîne û projeya wan a demokratîk têk bibe. Welatiyan got ew ê li hember êrişan bisekinin.

Welatiyên Qamişloyê: Em ê li hember hemû êrişan bisekinin
28 kanûn, 2021   07:22
QAMIŞLO

Roja şemiyê saet 16:00`an balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Kobanê li malekê da, di encama wê de 5 welatî şehîd bûn.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi daxuyaniyekê got Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişa dewleta Tirk in.

Her wiha welatiyên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe dixwaze aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xirab bike û komkujiyan li dijî gelên wê pêk bîne.

‘EM Ê LI SER AXA WELATÊ XWE BIMÎNIN’

Welatiya bi navê Perwîn Cemîl a ji bajarê Qamişlo got dewleta Tirk dê tu carî nikaribe bi rêya êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê îrade wan bişkîne û berxwedana gel bidawî bike û wiha got: " Em ê bi hemû îrade û hêza xwe li hember êrişên wan bisekinin."

Perwîn Cemîl wiha domand: "Em li vir in û em ê li ser xaka welatê xwe bimînin."

‘EM Ê DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDÊN XWE BIPARÊZIN‘

Welatiya bi navê Beraa Faris a ji navçeya Girkê Legê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Her çi qas dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde bike dê nikare armancên xwe pêk bîne. Em bi xaka xwe girêdayî ne û em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Beraa Faris diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya xirakirina aramî û ewlehiya herêmê dixwaze îradeya gelên herêmê bişikîne û projeya Rêveberiya Xweser tune bike.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ QIR BIKE’

Welatiyê bi navê Adil Mele Emîn ê ji Amûdê destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dewleta Tirk di aliyê bejahî û hewayî de êrişî herêmê dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk bîne. Mele Emîn wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk ji van komkujiyan ku gelên ji bo azadiya têdikoşin tune bike. Ew dixwaze ku çeteyên DAIŞ`ê jinûve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne."

Adil Mele Emîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hemwextî ku QSD`ê yek ji xetertirîn serçeteyên DAIŞ`ê ku tev li êrişa li ser bajarê Kobanê bibû girt, dewleta Tirk komkujî li dijî sivîlên Kobanê pêk anî. Em baş dizanin ku dewleta Tirk nikare îradeya QSD`ê tune bike. Ji ber wê jî di demên dawîn de hewl dide komkujiyan li herêmê destpêkê ji Eyn Îsa û heta Şengalê pêk bîne."

(bx)

ANHA