Îsraîlê bendera Laziqiyê bombebaran kir

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bendera Laziqiyê bombebaran kiriye.

Îsraîlê bendera Laziqiyê bombebaran kir
28 kanûn, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê qada bendera Laziqiyê ya bazirganî bombebaran kiriye û di encama bombebaranê de zirarên mezin gihîştine qada benderê.

Ajansa SANA li ser zimanê rêveberê foca agirkujiyê yê Laziqiyê ragihand ku balafirên Îsraîlê cihê guhartina avalên erebeyan kiriye hedef. 

SOHR`ê jî ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê çek û cebilxaneyên li bendera Laziqiyê bombebaran kirine.