‘Komkujiya Roboskê ne destpêk ne jî dawî bû’

10 sal di ser Komkujiya Roboskê re derbas bûn ku dewleta Tirk a dagiker pêk anî. Heya niha kujer nehatine darizandin lê komkujî her ku çû zêdetir bûn û herî dawî Kobanê kirin hedef.

‘Komkujiya Roboskê ne destpêk ne jî dawî bû’
28 kanûn, 2021   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê komkujiyêk pêk hat. 19 jê zarok, 34 welatî ji bo ku debara xwe bikin, derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn û li ser rêya vegerê ji aliê balafirên şer ên F-16 ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombebarankirin. Komkujî saet di 21.20'an de bi agahiya qereqola leşkeran pêk hat. Servet Encu ku ji komkujiyê sax filitî, agahî da gundiyan.

Heta 12 saetan jî çapemaniya dewleta Tirk a dagirker cih neda komkujiyê û nekirin rojeva xwe. Destpêkê çapemeniya dagirkeran komkujî wekî “qeza" nîşan da û hewl dan qetlîamê veşêrin. Lê ev komkujî ket rojeva cîhanê.

Heya niha dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên li ser gelê Kurd nehatiye darizandin. Bi taybet jî li hember êrişên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumatên cîhanê bê deng dimînin. Ne hesap ji kujerên Roboskê ne jî ji sûcên li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xwestin. Heya niha jî kesên dixwazin Komkujiya Roboskê ronî bikin, tên astengkirin.

Der barê Komkujiya Roboskê de hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu ku di komkujiyê de birayê wî Serhat û 27 xizmên wî hatin qetilkirin, ji ANHA`re axivî.

‘KUJER DIYAR IN’

Ferhat Encu diyar kir ku heya niha têkildarî Komkujiya Roboskê tu gav nehatine avêtin û got: “10 sal di ser komkujiyê re derbas bûn lê di hêla doza Roboskê de me heya niha tu encam negirtiye. Ji bo encamgirtinê malbatên Roboskê têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Malbatan berê xwe da hemû deriyan û xwestin kûjerên Roboskê bên darizandin. Lê mixabin ji dozgeran heya dadgehê, kesên ku ev komkujiyê pêk anî, parastin û veşartin. Jixwe kujer, kesên plansazî çêkiriye û biryara komkujiyê daye, diyar bûn. Ew qas li ber çavan e lê ji hela darizandinê û peywirgirtinê de mixabin tu gav nehatine avêtin. Dema me encam li hundir negirt, me berê xwe da Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê mixabin bi hin hincetan doz qebûl nekirin. Lê hîn me rêdana hiqûqê xilas nekiriye. Me dîsa bi hin delîlên dîtir ji bo ku doz bê vekirin, me sardana dozgerê wan da. Lê mixabin dozgerê wan biryara neşopandinê da. Meha Sibatê ya sala 2021`an me dîsa serdana Dadgeha Destûrê kir ku niha dosyaya me li wir e û em li benda biryarê ne. Di hêla hiqûqî de geşedan çênebûne.”

‘POLÎTÎKAYÊN ZORDARIYÊ LI SER MALBATÊN ROBOSKÊ BERDEWAM DIKIN’

Der barê têkoşîna gelê Kurd a ji bo darizandina kujerên Roboskê de Ferhat Encu ev tişt anî ser ziman: “Di doza Roboskê de têkoşîneke mezin çêbû. Lê mixabin kesên ku dest bi têkoşînê kir, hatin darizandin, der heqê wan de lêpirsîn çêbûn, hatin girtin. Heya niha ev polîtîkayên zordariyê li ser malbatên Roboskê berdewam dikin. Bingeha feraseta wan dijminahiya gelê Kurd e. Kesên ku Kurdan dikujin, mixabin ji hêla dadgeha wan ve hatin parastin. Her tim ew mafdar kirin. Bi vê ferasetê nêzî hemû komkujiyan bûn. Ne tenê ji bo Roboskê ev derbasdar e, komkujiyên li çar parçeyên Kurdistanê wiha ne. Ji Şêx Seîs heya Dêrsim, Zîlan, Agirî bi dehan komkujî pêk hatine. Lê kujerên wan nehatine darizandin.”

‘BI BALAFIR Û TANKAN ÊRIŞÎ ÎRADEYA ROJAVA DIKIN`

Ferhad Encu destnîşan kir ku Komkujiya Roboskê li dijî nasnameya şêniyên Roboskê pêk hat û bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Di aliyêkî de ji ber ku Kurd bûn ku sînorên li ser ednîgariya wan qebûl nekirin, kirin hedef. Lê di aliyê din de jî ji bo tevahiya gelê Kurd peyamek dan. Heya niha pêkutiyên wan didomin. Îro li hember îradeya Rojava bi balafir û tankên xwe êriş dikin. Ev bingeha xwe ji dijminahiya Kurdan digire. Hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd dibînin. Ev dijminatî li hember çar parçeyên Kurdistanê ye. Dizanin ku Rojava di aliyê mafên Kurdan û şoreşê de gihaştiye astekê, ji bo wê jî zehmetî û astengiyan ji bo gelê li wir çêdikin.”

Bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van komkujiyan, berdewam dike. Ferhat Encu der barê vê helwesta hêzên navneteweyî de got: “Mixabin hêzên navneteweyî aligirên wan in. Li ber çavên cîhanê bêhiqûqî, feraseta dagirkerî tev digerin, lê hêzên navneteweyî tiştekî ji wan re nabêjin. Ew xwe wek parêzvanên mafên mirovan nîşan didin lê mixabin dema ku mijar dibe Kurd bê deng in. Têkiliyên wan nê bazirganiyê gelekî xurt in. Naxwazin vê têkiliyê xirab bikin. Bikaranîna çekên kimyewî ji wan re serbest e. Wekî Sedam li Helebçeyê çawa çekên kimyewî bi kar anîn ku her kes bê deng ma, niha jî Tirkiye çekên kimyewî bi kar tine û her kes bê deng dimîne. Jixwe wan çekan ew didin dewleta Tirk. Ew jî sûcdar in.”

Ferhad Encu destnîşan kir ku komkujiya Roboskê li aliyekî zilma dagirkeran û li aliyekî jî têkoşîna gelê Kurd nîşan dide û got: “Komkujiya Roboskê di cîhanê de dîmenekî wiha nîşan da; zarokên Kurdan bi bombeyên desthilatdaran tên qetilkirin. Ev wekî qedera Kurdan hat dîtin. Lê di aliyê din de jî li çar parçeyên Kurdistanê li hember vê komkujiyê dengvedanek, têkoşîneke mezin jî çêbû. Ev di aliyê erênî de bû. Zordarî, komkujî dimeşe lê di aliyê din de jî têkoşîn, serhildan û berxwedan jî dimeşe.”

Di dawiyê de Ferhat Encu got: “Ev komkujiyên ku li ser me ji be hevnegirtina me ye. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî xurt bike. Divê gelê Kurd bi hişmendiya welatparêzî, xwedîderketina li doza xwe tev bigere. Dema ketin nav vê tevgerê ew qas bi hesanî nikarin komkujiyan li ser me bikin. Ger komkujî li Rojava diqewime, Rojhilat, Bakur, Başûr deng da, wê demê nikarin bi hesanî êrişî gelê me bikin.”

ANHA