Muhasebekirina paşerojê bidestxistina siberojê ye!

Muhasebekirina paşerojê bidestxistina siberojê ye!
28 kanûn, 2021   02:55

ŞUKRU GEDÎK

Gelê Kurd saleke zor û zehmet a têkoşînê li dû xwe hişt. Di sala 2021’an de şer li hemû eniyan bê navber dewam kir. Divê li ser windahî û destkeftiyên xwe bisekine û dersan jê derxe. Berfirehî û kûrahî şer, ferz dike ku li dijî wê berxwedaneke bêkêmasî hebe.

Dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd gihaştiye asta xwe ya herî bilind û divê ev yek were nirxandin. Divê dîktatoriya Erdogan, hevkarê wê yê faşîst ê neteweperest, karakterê şerê siyasî, leşkerî, dîplomatîk, psikolojik û taybet ê ku ew dimeşînin, derxe holê û li dijî wê tev bigere. Ji ber ku karekterê şer û taktîkên wî gelekî guherîne.

PERGALA DÎKTATORIYA SAZÛMANKAR Û POLÎTÎKAYÊN WÊ

Dewleta Tirk ji forma dewletê ya klasîk derketiye. Tirkiyeyeke welê heye ku cihêbûna erkan ji holê tê rakirin, parlamentoya wê bê fonksiyon dibe, saziyên wê dûrî armanca xwe ne û 'hiqûq' lê tune ye. Welatekî wisa ye ku hêzeke mezin a medyayê lê bûye amûreke propagandaya desthilatê û artêş û polîs jî bûne hêzên desthilatê.

Bi her awayî muxalefet tê bêbandorkirin. Ev demek e ku Erdogan û Bahçelî yên faşîst ku derfetên dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û ji bo desthilata her tiştî dikin û her cure êrişan pêk tînin. Pergala dîktatoriyê xwe sazûman kiriye, desthilata yekzilamî bû serdestiya li welêt, atmosfereke tirsê afirand, civak tirsand û xist bin serweriya xwe.     

Zîhniyeta olperest-neteweperest kes, sazî û hemû muxalîfan tepeser dike. Ji ber vê yekê her kesî bi 'terorê' sûcdar dike. Hiqûqê diavêje merezê û berdide ser muxalîfan. Kesayeta Erdogan ji bo ku bigihêje armancên xwe dikeve her rengî û her kesî dixapîne. Ev yek karaktera hemû dîktatoran e. Ji bo ku bi hêz bibin û werin ser desthilatê, dikevin hemû rengan. Xwe li retorîkên azadîparêz jî digirin û heta dibin demokrat û sosyalist jî.

Recep Tayyîp Erdogan dîktatorekî bêunîforma yê wekî Benito Mussolini, Adolf Hîtler, Francisco Franko, Idî Amîn, Augusto Pinochet e. Dîktatoriyeke sivîl a ji cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê xeternaktir ava kir. Bi bikaranîna olê dîktatoriyeke bêinsaftir ava kir. Ji ber karakterê xwe, her tim nakokiyan çêdikin û dijminatiya wan domdar e. Şerê heyî mirov dikare wek şerê çanda siyasî bi nav bike. Ji ber ku AKP-MHP li ser navê mayîndebûna neteweyî, Mîsaqa Mîllî û berjewendiyên neteweyî hemû cudahiyên civakî tune dihesibînin.

DIJMINAHIYA LI DIJÎ GELÊ KURD DIJMINAHIYEKE MAYÎNDE YE

Dijminahiya ku li ser gelê Kurd tê ferzkirin, dijminahiyeke ji aliyê îdeolojîk e. Divê were zanîn ku ev dijminahî ne dijminahiyeke demkî ye, lê dijminahiyeke mayînde û bêsînor e. Li her derê êriş hene. Potansiyela wê heye ku li her dera Kurdistanê operasyon, êriş û komkujiyan bike. Tevî çekên kîmyewî hemû teknîk li dijî gerîla tê bikaranîn. Li Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê sivîlan dikin hedef. Bi balafirên bêmirov sûîqestan dikin. Çalakiyên dijminane tevî hevkarên navxweyî jî tên kirin. PDK di vî warî de bi roleke bingehîn rabûye. Li herêman torên îstîxbaratê çêdikin û gelek kesayetan dikin hedef.

DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR HEBE

Wan hewl dan ku di sala 2021'an de bi rêbazên nû yên şer anku teknîk-taktîk-îstîxbaratê xwe bigihînin encamekê. Li hemû parçeyên Kurdistanê êriş kirin, li ku derê Kurd hebin (li Ewropayê jî) û xuya ye dê vê yekê bidomînin jî. Heke têkoşîna li dijî vê bi giştî û koordîneyî be, encam dê jê derkeve. Divê li hember dijminekî ku li her derê êriş dike, dîsa li her derê bersiv were dayîn. Ji ber ku dijminekî hevpar heye.

Bi taybetî gelekî girîng e ku muxalefeta li Tirkiyê yekitiya hêzên xwe ava bike û tifaqan pêk bîne. Nexwe divê bizanin ku dê ji holê bên rakirin. Desthilata faşîst ji niha ve bi elewiyan re eleqedar dibe û malên ceme vedikin. Divê elewî û serekên wan tu carî nêzî vê desthilata faşîst nebin. Hê hesabê komkujiya Mereşê ya 19-26'ê Kanûna 1978'an nedane û lewma jî divê hêvî jê çênebin. Divê elewî tu carî paşeroja xwe ji bîr nekin û neyên xapandin.

GUMANA ME JI SERKEFTINÊ NÎN E

Li dijî dijmin pêwîstî bi yekitiya hêzan heye. Li gel yekitiya hêzan, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar jî heye. Di sala 2021'an de Kurdan berxwedaneke mezin meşand û dikarin sala 2022'an veguherînin sala serkeftinê. Heke Kurd li gorî vê yekê tev bigerin, serkeftin teqez e. Tu gumana me ji serkeftina siberojê nîn e. Sersala berxwedêrên li dijî faşîzmê bi van hêviyan pîroz dikim.

ANHA