'Li hemberî dagirker û xayînan têkoşîna me xurtir dibe'

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd got: "Dewleta Tirk xwedî balafir û moşek e, em jî xwedî îrade ne. Bi her şehîdekî re hêrsa me zêdetir dibe û em pêşde diçin, li hemberî dagirker û xayînan têkoşîna me xurtir dibe."

'Li hemberî dagirker û xayînan têkoşîna me xurtir dibe'
28 kanûn, 2021   02:49
KOBANÊ

Têkildarî êrişa hewayî ya roja 25`ê Kanûnê ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî malekê li taxa Şehîd Peyman a rojhilatê bajarê Kobanê ku di encama wê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, berdevk û hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî.

Mihemed Mehmûd destîşan kr ku dewleta Tirk  a dagirker piştî ku li çiyayên Kurdistanê li hember berxwedana gerîla têk çû, bi rêya balafirên bê mirov êrişî sivîlan li herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk texmîn dike ku heger  ciwan û rêveberên Rêveberiya Xweser bike hedef dê karibe îradeya gelê herêmê bişkîne û got: "Bila dewleta Tirk baş zanibe ku her çiqas êrişî me bike û her çiqas ji me şehîd bikevin, bi hezeran dê xeta şehîdan bişopînin."

Mehmûd wiha pêde çû: "Heger dewleta Tirk xwedî balafir û moşek be, em jî xwedî îrade ne. Em hêza xwe ji gel û ciwanên xwe digirin. Dewleta Tirk dê nikare bi rêya êrişên xwe vîna me bişkîne."

Mihemed Mehmûd di berdewama axaftina xwe de îşrat bi kiryarên ku PDK û ENKS`ê kir û diyar kir ku PDK û ENKS'ê hevkariya dewleta Tirk dikin û xiyanetê li gelê herêmê dikin. Mehmûd anî ziman ku ev her du alî berpirsên êrişa dawî ya li ser Kobanê ne.

Mehmûd destnîşan kir ku bi her şehîdekî re hêrsa wan zêdetir dibe, di her carê de pêşve diçe û li hember dagirker û xayînan asta têkoşîn û îradeya wan xurtir dibe.

Mihemed Mehmûd di axaftina xwe de bang Ii hemû ciwanên Kurdistanê, nexasim ciwanên Başûr û Bakurê Kurdistanê kir ku li hember AKP`ê û PDK`ê têkoşînê xurt bikin, destekê bidin ciwanên Rojava da ku dagirkeriyê bidawî bikin û hebûna xayîn û sîxuran li herêmê tune bike.

Berdevk û hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan da.

Dewleta Tirk ji nîvê salê ve êrişên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Di encamên êrişên 20 û 23`ê Cotmeha borî yên li ser Kobanê de 5 welatî şehîd bûn.

(bx)

ANHA