ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-12-2021
28 kanûn, 2021   00:00

-Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 85'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîna xwe ya salê li Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîmê bîranîna 37 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li hola Siyahî ya navçeyê li dar dixe. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê û navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî Zirgan, Til Temir û Kobanê meşan li dar dixin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku piraniya madeyên hişbir ên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin, ji herêmên dagirkirî tên. Her wiha bang li şêniyên herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re alîkar bin da rê li pêşiya pîvanên derexlaqî bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên kantona Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe dê nikaribe îradeya wan bişkîne û projeya wan a demokratîk têk bibe. Welatiyan gotin, ew ê li hemberî tevahî êrişan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca parastina çanda Efrînê YPG û YPJ`ê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê parkek ji "Zarokên şehîdên Efrînê" re ava dike, tê de peykera kela Nebî Horî û pira romanî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku 60 saliyên xwe derbas kirine, lê bi vînên xwe yên ji berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê wergirtine têkoşîn û berxwedanê li hember tevahî êriş û siyasetên li dijî herêmê yên ji destpêka çirûska şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Da ku parastina destkeftiyên şoreşê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd berxwedana dayikên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê silav kir û got, girtina deriyê Sêmalkayê bandorê li berxwedana li dijî xeta xiyanetê neke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-10 sal di ser Komkujiya Roboskê re derbas bûn ku dewleta Tirk a dagiker pêk anî. Heya niha kujer nehatine darizandin lê komkujî her ku çû zêdetir bûn û herî dawî Kobanê kirin hedef.” (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

- Riyad Derar diyar kir ku di sala 2011'an nêzîkatiyên aborî li pêş bûn û rewşa li herêmên "Bêçek" li benda lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê ne. Derar anî ziman li başûr hêzeke siyasî ya hevgirtî tune ye. Di heman demê de hikumeta Şamê rexne kir ku bi zihniyeta xwe ya berê ve girêdayî ye û ji opozisyona Sûriyê xwest ku xeta xwe biguhere. Derar got, zextên Rûsya-Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser neketin. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Gelê Kurd saleke zor û zehmet a têkoşînê li dû xwe hişt. Di sala 2021’an de şer li hemû eniyan bê navber dewam kir. Divê li ser windahî û destkeftiyên xwe bisekine û dersan jê derxe. Berfirehî û kûrahî şer, ferz dike ku li dijî wê berxwedaneke bêkêmasî hebe.

ÇAND Û HUNER

-Koma Celadet Bedirxan a Şanogerî şanoyekê bi sernavê windayan bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Dibistanan Hesekê pêşkêş dike. Şano li navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê saet 11:00’an tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd got: "Dewleta Tirk xwedî balafir û moşek e, em jî xwedî îrade ne. Bi her şehîdekî re hêrsa me zêdetir dibe û em pêşde diçin, li hemberî dagirker û xayînan têkoşîna me xurtir dibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zerdeşt, destnîşan kir ku bi van êrişan re dixwazin ciwanan bitirsînin û got: “Em ê heya dawî ji bo parastina nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe bidin û bixebitin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA