Riyad Derar geşedanên 2021'an li Sûriyê nirxandin

Riyad Derar diyar kir ku di sala 2021'an zêdetir mijarên aborî li pêş bûn û rewşa li herêmên "Bêçek" li benda lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê ne. Derar hikumeta Şamê rexne kir ji ber ku hîna li gorî zihniyeta xwe ya berê tevdigere, her wiha bang li opozisyona Sûriyê kir ku xeta xwe biguhere. Derar got, zextên Rûsya-Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nakevin.

Riyad Derar geşedanên 2021'an li Sûriyê nirxandin
28 kanûn, 2021   05:08
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL- HEBÎB

Di sala 2021'an de şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li bakurê rojavayê Sûriyê de li pêş bûn. Her wiha Şamê bi zexta Rûsya başûr kontrol kir. Dîsa êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam kirin û aloziya aborî gurtir bû.

Hevserokê MSD'ê Riyad Derar geşedanên sala 2021'an ên li Sûriyê rû dane ji ANHA'yê re nirxandin. Her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşniyarên li gorî nêrîna MSD'ê pêşkêş kir.

Hevpeyvîn wiha ye?

Salek din bi dawî bû, lê aloziya Sûriyê hîna çareser nebûye û tu asoyên çareseriyê ne xuya ne. Hûn rewşa Sûriyê ya sala 2021'an bi giştî çawa dinirxînin?

Têkildarî encamên giştî yên sala 2021'an, bawer dikim ku atmosfêra giştî amadekirina dosyayên nû bû, çareseriyên ku di nîvê rê de mane. Tevahî çareseriyên ku li nêzîkbûnan digeriyan, xwe dispartin fikirên aborî ku gelek rûyên wan hene.

Ji wan rûyan; lihevkirinên derbarê deriyên sînor de, vekirina gelek rêyan li pêş rejîmê heta ku peywendiyên xwe yên erebî an navdewletî vegerandin. Ev mijar li beramberî wergirtina tawîzan li pêş bûn. Ev ne rêbazê çareserî ye, lê rêya perspektîfdayîna çareseriyan e. Lê diyar e ku rejîm bersiv nade û wê nede jî.

Moskova zêdetirî carekê hewl da ku rejîm rewşê bixe bin kontrola xwe. Ev yek di lihevkirinên li Derayê paşê darbeya li hemberî wê de diyar bû. Di encamê de rejîm bi awayekî firehtir Dera kontrol kir. Her wiha hişt ku milîs û Hizbullah li herêmên li Derayê berfireh bibin. Bi vê yekê rewş aloztir bû. Em nikarin van lihevkirinan wekî çareserî bigirin dest.

Her wiha hewldaneke din a Moskova heye da ku dosyaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve bibe. Moskova vê yekê bi rêya pêkanîna zextê li navbeynkar, Tirkiyê dike. Lê di vir de jî wê nikarebe bi ser bikeve, ji ber ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rewşa Dera cûda ye. Di encamê de perspektîfên çareseriyê divê cûda bin, nemaze ku Amerîka li herêmê heye û nêrîna wê derbarê çareserî û lihevanînan de cûda ye.

Di sala 2021'an de şer û qurbanî hebûn. Lê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê giranî li ser çareseriyan bû, nemaze piştî lidarxistina kongreya şêniyên Cizîr û Firatê ku bi avakirina komîteya şopandinê encam da. Ev komîte xebatên xwe yên li hemberî gendelî, pêşxistina qada perwerde û dozgeriyê di rêveberiyan de didomîne. Her wiha di encamê de di destpêka 2022 'an de wê hilbijartinên xwecihî werin lidarxistin ku bihêle biryar li herêmê zelaltir bibe.

Çav li herêmên "Bêçek" yên mayî bû. Lê tu pêşketinên meydanî an guhertin di xeta leşkerî de li van herêman çênebûn. Bi nêrîna we pirsgirêka van herêman di ku derê de ye? Gelo nakokiyên navneteweyî û pêşbirka li ser rêyên navneteweyî girêdayî wê ne? bi nêrîna we çarenûsa van herêman çi ye?

Herêmên bêçek ên gundewarên Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê aram in. Lê têkildarî guhertin û tawîzan nakokî di navbera Tirkiyê û Rûsya de hene. Ji ber ku her guhertineke dê Tirkiyê pê bandor bibe û her guhertinek wê bihêle ku rejîm li ser hesabên tiştên din serkeftî be.

Li aliyekî din li van herêman hejmareke mezin a koçberên sûrî heye, eger rûbirûyê alozî û şer werin, pirsgirêkeke mirovî heye, ku dikare pêşî li Tirkiyê û piştre li ser cîhanê bandorê bike.

Pirsgirêka van herêman ew e ku hêzeke wan a bi îdeolojiya îslamî heye ku çareseriya li vê herêmê di asta nêrîna Sûriyê de lawaz dike, her wiha komên girêdayî ajandeyên Tirkiyê jî hene ku bi qasî ku ji bo berjewendiyên Tirkiyê dixebitin ji bo çareserkirina aloziya Sûriye naxebitin.

Di heman demê de li van herêman di navbera biryara siyasî û biryara leşkerî de jî cudabûnek heye, ji ber ku nûnerê siyasî yê îtîlafê yan jî di hemû hêzên siyasî yên heyî de tenê dikare van deveran bi awayekî fermî kontrol bike ku tu çareseriyên siyasî yan lihevkirinan naynin.

Di encamê de ev lihevkirin li benda çareseriyê ne, anku tên guhertin û gelek aliyên wê hene. Heger lihevkirin li ser berjewendî û bazaran di navbera Tirkiyê û Rûsya de çêbûn, dibe kontrola li ser wan dikare bê guhertin. Her wiha heger di navbera bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê de li ser asta nêrîna opozîsyonê lihevkirin çêbibin, dibe ku cudahiyeke din derkeve holê ku dê rê biguhere û bi awayekî hevsengtir û sûdmendtir bi berjewendiyên danûstandinan re rû bi rû bimîne.

Ev mijar girêdayî zihniyeta siyasî ya ku van herêman kontrol dike ye, tişta ku niha diyar dike ew e ku yên li van herêman rihet in ku herêm kontrol kirine û texmîn dikin ku ew rewşê kontrol dikin. Lê di rastiyê de bi vî rengî em nikarin pêşerojeke dirêj ji vî şêwazê rêveberinê re misoger bikin.

Li Derayê me alozî dît. Tevî çareseriyên berê, lê hêzên hikumeta Şamê herêm kontrol kir. Li Siwêda jî rewş nêzî gurbûnê bû. Hûn van rewşan çawa şîrove dikin, sedem çi ne û bi nêrîna we çareserî çi ne?

Li başûrê Sûriyê, -Dera û Siwêda, hêzeke kontrolê ya hevgirtî tunebû. Gelek kom hebûn ku her yek bêyî lihevkirinên bi aliyên din re ji bo berjewendiyên xwe dixebitîn.

Li Derayê bi rêya komeke ser bi DAIŞ'ê ve binpêkirinên ji aliyê rejîmê ve hebûn. Ev yek bû sedem ku rewş li gorî berjewendiyên rejîmê werin guhertin, ji ber ku rejîm hemû çareseriyan xirab dike û xwe gihaşt Siwêda jî û li wir jî li dijî xelkê wê zext pêk anî.

Tiştekî wiha qewimî, li Siwêda nêrîn û biryarek heye ku serweriya rejîmê di mijara biçekirina ciwanan û gelek mijarên girêdayî rêvebirina herêmê de tune ye. Lê Siwêda jî bi îzolekirinê mehkûm e û di biryara xwe de ne yek alî ye. Ji ber vê yekê, xelkê Siwêda hewcedarê piştgiriyeke rasteqîne ye da ku bikaribin rê li ber binpêkirinan bigirin.

Şêniyên Siwêda dixebitin da ku bighêjin nêrîn û çareseriyeke mîna ya Rêveberiya Xweser. Peywendiyên wan ên bi projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam in da ku heman ezmûmê bigirin û sûdê jê bigirin.

Hêzên hikumeta Şamê hewl didin bi rêya "Lihevanînan" hêdî hêdî vegerin Dêrazorê. Destpêkê armanc ji van çi ne?

Li Dêrazorê piştî têkbirina DAIŞ'ê guhertineke mezin çêbû. Hinek ji şêniyên herêmê ditirsin ku rejîm vegere. Hinek jî dixwazin ku rejîm vegere ji ber vê yekê hine ji vegera rêjîmê bi tirs in û hinek jî bi hêvî ne.

Şêniyên herêmê hewcedarê şîret û alîkariyên domdar in. Her wiha hewcedarê aliyekî siyasî yê zana ye ku karibe hevgirtinê nîşanî wan bide, hewcedariya wan bi rêveberî û meclisên sivîl ên aktîv hene û dibe ku têkiliyên baştir bi hemû şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ava bike û pêwîstiyên xwe bi awayekî baş pêk bîne. Ji ber ku herêm tijî xêr û bêr û jêderên petrolê ye. Pêwîstiyên xelkê yên ku bi dawî nabin, pêwîstiyê bi rêveberiyên xwecihî yên zana dibîne da ku karibe guhertinên erênî pêk bîne.

Ev mijar destpêkê girêdayî şêniyên herêmê, çareseriyên bi herêmên din re û lihevkirinên bi berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, da ku karibe istiqrarê li herêmê pêk bîne û sekna şêniyên herêmê li hemberî destwerdanan rejîmê û Îranê ku hewl didin bi rêya îdiayan serweriya xwe li herêmê berfireh bikin, xurt bikin.

Di sala 2021'an de gelek torên "Komîteya Destûrî" û "Civînên Astanayê" li dar ketin. Lê bi ser neketin. Nûnerê NY'yê yê taybet bi Sûriyê Pedersen dawiya her torekê bi bêhêvî bi nav kir. Bi nêrîna we sedema van binkeftinan çi ne û bandora wê li ser xebatên bidawîkirina aloziyê çi ne?

Diyalogên sala 2021'an û hevdîtinên "Komîteya Destûrî" nîşan dide ku her tim binkeftî ne. "Komîteya Destûrî" ji destpêka avakirina wê ve hewldaneke ji bo dorpêçkirina biryarên li Cinêvê û projeyeke dirêjkirina demê ye heta ku rejîmê bi rêya piştgiriya Rûsî kontrola xwe li ser herêman vegerîne. Lîstika navneteweyî, bi taybetî bi rêya Komîteya Destûrî, hewldaneke ji bo dorpêçkirina hemû biryaran e, ji ber vê yekê her dem dibe sedema dilgiraniyê, ji ber ku têgihîştinek cidî ya çareserî an lihevkirinan tune ye.

Opozisyona Sûriyê ku di peywendiyên xwe de Astana dişopîne yan jî di biryarên xwe de girêdayî nêrîna Tirkiyê ye, ger bi sûriyên mayî re kar neke dê negihêje encamekê. Em bi berdewamî bang li wê dikin ku danûstandinê bi Meclisa Sûriya Demokratîk re pêk bîne ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li ser xaka Sûriyê cihê baweriyê ne, hêzên ku dikarin biryaran biparêzin û nêrîneke siyasî ya ku ji aliyê civaka navdewletî ve tê piştgirîkirin e û siyaseteke rast dimeşîne.

Li kêleka van geşdanan, sernavê herî li pêş ê dosya Sûriyê, aloziya aborî û debarê bû ku azarên sûriyan zêde kirin. Gelek kes dibînin ku ev aloziya aborî sedemên wê siyasî ne, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin? Bi nêrîna we ger lihevkirin di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de were mohrkirin dê ev azar were sivikkirin? Hûn çawa derfeta pêkanîna hilhevkirina di navbera her du aliyan ya sala bê de dinirxînin?

Derbarê aloziya aborî ya ku gelê sûrî pê re rû bi rû ye de sedem diyar e, rêjîm li rewşa sûriyên ku dikevin bin serweriya wê napirse, hêzeke nû li ser rûyê erdê derketiye ku ew jî bazirganên şer in û sûdmendiyê jê dikin, ji lew re mirov dibîne li Şamê û herêmên din ên rêjîmê tevgereke aborî heye û komên biçûk sûdê jê werdigirin û encamên vê tevgerê bandorê li welatiyan dike. Dibe ku ew wan bi kar tîne ji ber ku qehera wan cureyek ji cureyên bazirganiya ku li ser kontrolê û tolhildanê tê avakirin e.

Dibe ku lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de aloziyê sivik bike, lê bi serhişkiya nûnerên desthilatê ne mumkin e ku lihevkirin were mohrkirin, heta em nikarin bigihêjin encamên sûdmend, ji ber ku li bendê ye ku careke din rewş vegere wekî beriya 2011`an û her tişt bikeve bin serweriya wê, lê rewş hatiye guhartin, ji ber vê yekê divê rewş li gorî rêbazên nû were nirxandin û em bigihêjin hevpeymanên realist.

Hemû rêgehên lihevkirinê û normalîzekirina bi rêjîmê re heta bêdengiya Amerîka tê wateya dayîna derfetan da ku çareseriyek derkeve holê û li ser bingeha wê xeteke nû were avakirin û siyseta rêjîmê biguhere, lê ev yek diyar e demdirêj e û tu encaman nayne, ji lew re dê di bin bandora rewşa heyî de bimînin.

Amerîka jî hewl dide giraniya xwe di biryarên ku distîne de biparêze, di encamê de her tim radigihîne ku ew Esed nas nake, ev jî dihêle ku kesên bi çarenûsa wî difikirin, guhartinên di rêgeha çareseriyê ya ku sûrî tê de beşdar bin, çêkin û heger armacên Amerîka di guhertina rêya rejîmê an guhertina siyaseta wê pêk bînin, dikarin di her kêliyekê li hemberî zextên Amerîka paşde vegerin.

Îsal artêşa Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û gefên nû xwarin, hûn vê yekê çawa dinirxînin û têkildarî vê yekê hûn çawa rêgeha qonaxa bê dibînin?

Tirkiye li Sûriyê dagirker e û em derveyî dagirker wê nabînin, hemû hewldanên Tirkiyê ew in ku li dijî kantoneke kurdî ya li bakur bisekine û ev jî xeyal e, ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em her tim îşaretê pê dikin ku proje, projeyeke sûrî ye û Kurdên sûrî ji bo hemwelatîbûnekê dixebitin

Gefên berdewam ên Tirkiyê cureyeke ji derxistina rageşiyê ber bi derveyî herêmên Tirkiyê ve ye ku gelê Tirk li ser pirsgirêkên partiya hakim li Tirkiyê derxistine, mijûl bike. Ji ber ku siyasetên vî partiyî, aborî û lîreya Tirkiyê têk biriye û bû sedem ku rewş xirab bibe, ji lew re mijûlkirina gel bi rêya van gefan berdewam in, lê bê fayde ye.

Civaka navneteweyî, Amerîka û Rûsya di serdanên dawî yên bi Erdogan re negihaştin tu lihevkirinan, ji ber vê yekê li hundirê Tirkiyê rewş kambax dibe.

Erdogan nikare di gefên xwe de gavekê jî pêş bikeve û dema vegeriya nema dikare aloziyên xwe yên aborî çareser bike, bi nêrîna min Tirkiyê bi ketina Sûriyê re ket nav aliyên têkçûyî nexasim aliyên Astana, Îranê, tirkî û rûsî her yek ji wan bi aliyekî ve çû, têkçûna aborî li Tirkiyê, hilweşandina aborî û têkbirina mirovî li Îranê û wendakirina giraniya Rûsya. Ev hemû li Sûriyê li dijî vê hêza destwerdanê dike, pêk tê û amerîkî jî aloziyê ji paş ve îdare dike.

Li gorî xwendina we ya ji çareseriya aloziya Sûriyê re û bidawîkirina azara sûriyan, destpêkê peyama we ya ji gelê sûrî re çi ye û dûv re ji hikumeta Şamê û ji hêzên navneteweyî re, nexasim Rûsya û Amerîkayê re çi dibêjin?

Têkildarî nirxandina me ya ji çareseriya aloziya Sûriyê re û rêya rageşî û rikberiya navneteweyî, nexasim di navbera Rûsya û Amerîkayê de, ez bawer im nêzîkatiya Amerîka li herêmê bi dijberên Amerîka li Sûriyê ve girêdayî ye, ev yek dê bandorê li Îranê ku berdewamiya rageşiya amerîkî ye jî bike, ji lew re siyasetên demdirêj dide meşandin.

Derbarê Rûsya de ku rikbereke navneteweyî ye, Amerîkayê li hemberî wê gavan navêje paş, lê belê hewl dide wê di vê kirîzê de bi tenê bihêle û berdêlan deyne, lê ger Amerîka li ser bingeha lihevkirineke siyasî ku wê razî bike bi dawî bike, ew tiştekî din e, ji ber ku giraniya Amerîkayê nahêle li hemberî zexta Rûsyayê ku bi rêya hevalbendên wê yên Astanayê Tirkiyê û Îranê berdewam dike, gavan paş ve biavêje.

Ji bo Tirkiyê me behsa wê kir, zehmetiya kirîza aborî dikişîne û ev jî bandorê li helwesta wê dike, ji lew re divê Tirkiye vegere hembêza Amerîkayê û dev ji wê serhişkiyê berde, ji ber ku çûn û hatina di navbera Rûsya û Amerîkayê de xizmeta rejîma Erdogan nake.

Têkildarî azara gelê Sûriyê dê bi hevpeymanên di navbera dezgehan de bi dawî nebe, ji ber ku her kes bi biryarên Amerîkayê ve hatiye hikumkirin û ev rejîm jî nabe mirov xwe bispêrê ku aliyekî di çareseriyê de ye. Kar û barên xwe radestî Îranê û Rûsyayê kiriye û di encamê de biryar ne di destên wê de ye.

Lewma divê opozîsyon biryar, helwest û nêrînên xwe bike yek û Bakurê Sûriyê bike herêmeke yekgirtî, lê bi rêya piştgiriya aborî yan jî ewlehî, leşkerî û bi piştgiriya Ewropa û Amerîka û vegera Tirkiyê ji xakên dagirkirî re garantoreke realist e. Bi vê yekê dikare parastina ewlehiya sînorên xwe bike û sûdê ji pasta Sûriyê ya li wan herêman werbigire, her wiha hevsengiyeke aborî çêbike, ev jî bi rêya têkiliyên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Rojavayê Sûriyê bi aliyê Tirkiyê re ku bi Sûriyê re mezintirîn sînorên wê heye mumkîn dibe.

Kaxez niha di nav destên opozîsyon û hêzên destwerdana wê dikin de ye ku bigihêje lihevkirinên yekitiya bakur, rojhilat û rojava da ku du rêveberiyên nenavendî çêbike û ji nû ve li dijî rûbirûbûnên siyasî bisekine û çareseriyeke siyasî pêk bîne.

ANHA